ÎBRET!

Dema em (1982) di zîndana Amedê ya leşkerî de bûn. Îşkence her ku diçû zêde û germtir dibû. Merş, talîm, lêdan û sixêf zêde û gûrtir dibûn.

Bi navê Heqî hevalek, ji qawîşa me wê biçûya mahkemê. Loma rojek berê hat qatê cilê min xwest, ji bo pê biçe mahkemê.

Ji bo çi ez nizanim, lê malanîyên min, berî ku mahkema doza min dest pê bike, ji min re ji qumaşekî baş qatek cilê sipî dabûn çêkirin û anîbûn. Lê berî ku ez wan cilan li xwe bikim û pê biçim mahkemê, mahkemeya hevalê min yê zîndanê, ya Heqî dest pê kir.

Ji bo ku pileya îşkencê her ku diçû zêde dibû, min zanibû ne cilê min bi saxlemî li min vedigere û ne jî ew cil êdî wê ji min re hewce bike! Loma min ji Heqî re got:

“Her çend ez zanim ev cil bi şûnde venagere jî lê qet nebe bila carekê yek pê biçe mahkemê û ji tiştekî re bibe!” Wî jî got:

“Na na, bi soz ez`ê ji te re bêyî ku lekeyek lêkeve bi şûnde bînim!”

Sibehê piştî taştê, gardîyan hat derê qawîşê vekir, navê Heqî xwend û ew bir.

Ji qawîşên din jî yên mahkema wan hebû, bi hev re dibirin. Ka çawa firsendê dibîne, ji yê kêleka xwe re dibêje:
“Vê dewleta faşîst, şeref û namûs bi me re nehîşt, heta kengî em`ê van îşkenceyan qebûl bikin, ma hûn nafikirin ku li hember vê zulmê serî hildin û di berxwe bidin?!”

Tu navê çima ew jî ne mikurdarekî bi navê Xido (Hidir Akbalik) bû ku him mukur hatibû û him jî kesên li zîndanê yek bi yek dikişand lêpirsîna ku li zîndanê dest pê kiribû, îşkence li wan dikir û ji nû de îfada wan rê dikir mahkeman!

Xido ji qazî xwe, wek wî difikire rê dide û wî dide peyivandin. Piştre tê tevdî ji `fermandarê xwe` yê zîndana Amed, Esat Oktay Yildiran re dibêje.

Ber êvarkî, me dît ku bi şingîn derî vebû!

Heqî li pêş û Yildiran li pişt, berbazek, çawîşek, serdesteyek û deh-panzdeh leşkerê gardîyan garankî ketin hundirê qawîşê, bi peîn û delkan Heqî avêtin hundir. Ji xwe heta ku Heqî anîbûn qawîşê, ew di ax û herrî û betona gemarî dabûn, bi peîn, kulmuk û daran nehawî kiribûn. Cil li ser zîval, zîvalî kiribûn, dev û bêvila wî di nav xwînê de hîştibûn!

Ji xwe bi balkişandina gardîyan re, em tev ketibûn rista hejmartinê.

Heqî li nîvê qawîşê sekinîbû. Yildiran ji kêlekê de awirek avêt Heqî û bi meşek ku bi hop hop xwe hilor dikir û bi sivikî, mîna aktorekî ku rol dike, li rûyê Heqî nerî û di ber wî re derbas bû. Sê gav avêt û li ser lingê xwe yê çepê bi şid lê zîvirî û mîna zarokekî heft salî, kefa destê xwe yê rastê bi şeqîn li kulmika xwe ya çepê xist û got:

-“Eynî min kir dêya te! Dêmek tê li vê girtîgehê berxwedanê li dar bixe û serî li ber me hilde ha! Ez`ê rê te û yên mîna te bidim ku bê serhildan û berxwedan çi ye?! Bi her çi awayî be, ez`ê te mîna kêzikekê bipelçiqînim! Vêya wê ji yên mîna te re jî bibe guhar!”

Yildiran, gava vê gotara xwe ya bi hêrs û gef dida, damar li enîyê radibû û sor dibû. Di bin birûyên wî yên zere de, çavên wî yên hûrik û şîn-dîndoqî di dawîya berkurka bin çavê wî de dilîstin. Bi çavên wî re her derên wî dilivîya. Werê livbazîyên sivik dikir ku ji serpelekî bêtir, dirbê tevgera jinek pavyonê pêdiket.

Yildiran li berbazê tenikî dirêj yê ku dişibîya reşikên Amerîka, zîvirî û jê re got:

-“Vî girtîya sûc kirîye, wî ceza bike!” Berbaz jî got:

-“Ez îşkencê nakim!” Yildiran got:

-“Ez fermandarê te me, loma ferman didim te, wî ceza bike!” Berbaz jî got:

-“Qanûnen mafekî me yê wanî tune ye, loma ez ne mecbûrê ku vê fermana te pêk bînim û ez nakim!”

Cara yekê bû ku em li tiştekî werê matmayî rast dihatin, kû leşkerek li hemberî îlahê îşkencê û îşkencekirinê derketibû! Helbet egera vê helwestê hebû: Ew reşik bû. Min ji xwe pirsî; “Gelo bav û kalên wî, koleyên dewleta Osmanî bûn?!” Û bê xwedê zane ku heta hatibû wî temenî, ji bo ku reşik bû, li tirkî bê çi û ne çi hatibûn serê wî, ku wî jî di wê cehenemê de, li hemberî hovîtîyê serî hilda! Loma me yê carek din jî wî nema bidîta. Yildiran bi hêrs lê nerî û jê re got:

-“Sîktir be, biteqize ji ber çavê min!” Fitilî ser çawîşê esil Laz û jê re got:

-“Wî ceza bikin!” û bi lez derket derve.

Çawîş, mîna serbazekî Hûlagû ku qurbanê xwe li meydanê ceza bike, li nava qawîşê çû û hat, copê xwe li kefa destê xwe dixist û dest bi axaftina xwe kir:

“Bav û kalên me, ji Asya Navîn, li ser pişta hespan hatine van welatan. Şûr û rim di dest de şer kirine, xwîn rijandine, bi zor û mêrxasîya xwe vir dagîr kirine û serwer bûne! Bi şûrê tazî, di bin lingê hespên xwe sê parzemîn cûtine! Ev hezar sal in ku em bi xwîn û zora çekên xwe, xwedî û serwerê vî welatî ne. Heta îro kê li hemberî me serî hildabe jî, me serê wan pelixandîye! Li vî sergoyî çênabe du dîk azan bidin! Yê ji xeynî me bixwaze azan bide jî, em`ê wan bipelixînin û di dê û jinê wan nin!” Çawîş, piştî ku axaftina xwe qedand, berê xwe da Heqî û jê re got:

-“Xwe tazî bike!” Wî jî cilên xwe ji xwe kir, lê derpîyê xwe dananî. Çawîş dîsa got:

-“Derpîyê xwe jî ji xwe bike!” Lê Heqî got:

-“Ez ji xwe nakim!”

Kir û nekirin, wî di berxwe da, derpîyê xwe ji xwe nekir. Wan leşkeran bi hev re wek sehên har êrîş kirin û derpî li ser wî tîş tîşî kirin! Lê wî heta karîbû, derpîyê xwe berneda! Vê carê tev bi hev re, bi dar û copan, bi hemû hêrs û qeweta xwe lê xistin! Heta ku ji lêdanê canê wî tev di ber hev de şîn û reş kirin, lêdan! Tu deng û his jê derneket!..

Çimkî deng dernexistin jî şêweyekî berxwedanê bû. Piştî ku mehmetcîkan dilê xwe lê rehet kirin, ew birin hucrê; li wê derê jî bi rojan, heta ku wî ji desthilanîn xistin, her şêwe îşkence lê kirin.

Piştî Heqî, bi îşkencê, ji halekî derxistin û xistin halekî din, di wî halî de ew avêtin hucrê (çavîya zîndanê ya yek kesî).

Li dûv wî, em qawîş tev xistin rêza meşê û bi merş û durişmên leşkerî berê me dan çavîyan. Her çavîya ku ji bo yek kesî hatibû avakirin, em deh kes xistinê. Du roj û du şevan, her dahn, ji dêvla xwarinê, rêzelêdana destan û ya lingan li me dikirin…

Heqî jî bi tenê avêtibûn çavîyekê. Tu nabê Heqî, di qelşek çavîyê de, gûzanekî dibîne. Hemû canê xwe dide ber gûzanan. Gava ji bo çavdêrîyê gardîyan hatin ber çavîya wî, nerin ku Heqî di nava gola xwînê de maye! Gardîyan çûn hayê Yildiran jê çêkirin, jê ferman stendin û garanek bi hevre  hatin, ji Heqî re gotin:

“Ne hewce ye ku tu xwe bikuje, meraq meke em`ê te bikujin!”

Gardîyanan, Heqî ji çavîyê derxistin der. Kindirek ji yên ku meriv pê tê daliqandin anîn. Kindir avêtin hesinê lempên projektorê ku bi dîwêr de kutayîbû. Heqî derxistin ser kursîyekê û kindir avêtin hustîyê wî! Wê gavê jê re gotin:

-“Berî ku em te daliqînin, wesîyeta xwe bike û gotina xwe ya dawîn binivîsine! Tê çi ji mala xwe re binivîse û ji hevalên xwe re bêje, tu serbest e!” Di wê rewşê de li kaxetekê, ji mala xwe re tişni nivîsand û ji me re jî got:

-“Hevalno, va ye ez diçim, heqê xwe li min helal bikin! Hûn çiqas ji jîyana xwe razîne, ez nizanim, lê ez ji we re jîyanek bi rûmet, azad û şamend dixwazim! Bi xatirê we û bimînin xweş!”

Werê felek li serê me gerîyabû ku mîna em di xewnek ji dûrî bawerkirinê û tirsehêz de bin! Di serê me de, wateya gelek nakokîyan tevlîhev bûbû! Di dilê me de rengê şahî û xemgînîyê jî tevlîhev bûbû! Êdî temenê me bi sal û demsalan, heta bi mehan jî nedihat pîvan! Me saet disipart saetê, roj jî disipart rojê! Loma dîmena ku mirov divîya pê bigirîya, pirê caran kenê me pê dihat! Çimkî ew şanoya ku Heqî têdebû, bi me mîna lîstikek trajîkomîk dihat!..

Ya bi rastî, li wê zîndanê her gardîyanek, li ser serê me, him îşkencedar, him fermandar, him dozger û dadger, him jî celad bû. Me di wê rewşê de bawer nedikir ku li tu devera dunyayê mirov tiştên werê hovane bi serê hev de bînin û mirovtîyê ewqas biçûk bixînin!!

Piştî ku gardîyana têra xwe qeşmerîyên xwe bi Heqî kirin, bi peîn û niqurçikan ew avêtin çavîya berpirsîyarê qawîşê û ji berpirsîyar re gotin:

-“Binêre berpirsîyar, em vîya emanetî te dikin, ger ku tiştek pê bê, em mirina wî ji te zanin, wê gavê tê hesabê vê mirinê bide! Tu çi dike bike, lê nehêle ew bimire, an tê jî pê re bişewite!” Berpisîyar jî bi rûyekî xemgîn û dengekî tengezar ji wan re got:

-“Madem hûn naxwazin ku ew bimire, ya wî bibin `rewîrê` `pansûman` bikin, yan jî ji min re derman bînin ez wî `pansûman` bikim! Hûn dibînin, hinek birînên wî hîna xwîn jê tê!” Wan jî got:

-“Na, madem wî ev tişta bi serê xwe de anîye, bila hinekî jî êş û janê bikişîne, ji bo ku hişê wî bê serê wî û jê re bibe ders ku carek din gûyekî werê nexwe!”

Wê şevê gardîyanan “paşîva” me jî ji bîr nekirin û “xwarin” jî darên stûr bûn! Em kişandin feleqê; heta ku binê lingên me perçivîn û xwînê tê re avêt li me dan!

Em gelek westîyabûn. Li alîkî êş û jan û tirs, li alîyê din jî ji bo ku cîyê razana me tunebû, li ser pêya û tutukan sekinandin, tu taqet û mecala me nemabû. Me tenê karîbû çongê xwe bi sînga xwe de bi eciqanda, xwe bi ser hev de duta bikira û rûniştaya û bi vî şêweyî hinekî xewa xwe bişikanda.

Piştî du rojan em ji çavîyan derxistin, berî ku me bibin qawîşê, birin li korîdora mezin xistin rêzê.

Esat Oktay bi destê Heqî girt û li hember me da sekinandin. Esat tilîya xwe bi ser me de kilkir û got:

-“We dît bê di rûyê Heqî de çi hat serê we! Piştî ku di rûyê vîya de ewqas tişt hatin serê we, ma hûn razîne ku ez Heqî dîsa bidim qawîşa we!?”

Meriv digot qey ne wî, lê hinekî din wan îşkencena li me dida kirin! her çend me hinekan ji tirsa dengê xwe nekir jî, lê piranîya me ji tirsan re gotin:

-“Na, em wî naxwazin serdarê min!” 

Gotina Dawî:
Gelek ders û îbretên ku meriv ji vê bûyerê derxîne hey e:
• Rêvebir û fermandarên dewleta tirk yên herî xedar û dilhişk, bi giranî yan bi temamî ne tirk in, yan dewşirme ne, yan jî ji hurgelekî ku dewleta tirk bi darê zorê eslê wan bi wan daye înkarkirin.

Ji bo ku ji alîkî de qanûn û rêvebirîya kemalîzmê ferz dikir ku li tirkî mecbûr bû ku herkes tirk be, yan na mafê jîyanê ji wan re nedihîşt û ji alî din de ne tirkbûna xwe veşêrin û xwe bi rayedarên tirk bidin qebûlkirin, ji tirkên rastî xerabtir û êrîşkartirin, loma tirkên barbar, wek bav û kalên xwe rêdidin.

• Dide îspatkirin ku Komara Kemalîst û artêşa wê, xwe wek berdewama tirkên barbar Osmanî, Selçûkî û Mongolan dibîne. Her rêvebirek difikire ku tirkên barbar, ev welatana bi devê şûr û bi çavsorîya xwe sitendine. Loma mîna Esad Bozkurt Odemiş jî dibêje: `ji bo ku em ji wan re koletîyê bikin destûr dane me ku em bijîn.`

• Kesên ku di vê sîstemê de ku çenek kesayetî, însav û ûjdan pê re maye jî, ew kesê ku herî pir hatiye eciqandin û pêlêkirin, yê ku xwe ji dervî civata tirk dibîne.

• Şexsîyeta me kurdên di wê qawîşê de ewqas hatibû xirakirin û ewqas bawerîya me ji me û ji hev şikestibû û em ewqas tirsîyabûn û bêhêvî bûbûn ku yekî ji me, li ber çavê me ew wehşeta giran bi serê wî dihat kirin, lê tevlî ku hundirê me dişewitî û wek ku wêya li serê me bê kirin me his dikir, dîsa jî me newerîbû dengê xwe bikira!…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir