Avakirina Dewleta bê Milet-2

Nezîr AKAT

Cemîyeta Îttîhad û Terakkî Perwer wek dûvik li  kêleka Almanyayê beşdarî şerê cîhanî bibûn, Dûviktîya Îttîhadîyan ne bê sedem bû. Lewra şerê cîhanî, derfetên berbiçav radestî Îttîhadîyan kiribûn. Îttîhadîyan di nav toz û dûmana şerê cîhanî de ku alozîyek navneteweyî peyda bibû, wek derfet bikar anîn û stratejîya xwe ya ku pêkhateyên di nava Osmanîyan de wek milet,etnîk û olên cuda tine bikin cî bi cî kirin. Wan vê derfetê ji bo xwe wek demeke guncaw didîtin.

Di projeya Îttîhadîyan ya piştî komkujîya Ermenîyan de, bêşik komkujî, tinekirin û koçberkirina Kurdan di rojeva wan de bû. Gelek bajar û navçeyên Anatolyayê, ji Bûlgar, Arnaûd û Yunanan vala kiribûn. Di hedefa Îttîhadîyan de her çiqasî etnîkên cuda hebin jî esas hedefa wan Kurd bûn. Lewra Kurd li ser xaka xwe mayorîtet bûn û bi hezarên salan li ser xaka xwe şaristanîyên cuda avakiribûn. Pêgehên Mîrekên Kurdan, berdewama wan pêgehên eşîrên Kurdan xurt û bi xaka xwe ve girêdayî bûn. Asîmîlasyona Kulturî û zimanî di nava Kurdan de ne pêkan bû. Şixwe zimanê tirkî ne di asta ku bikaribe Kurdan asîmîle bike de bû.

Kurdan bi serpêhatî û tecrubeyên xwe ve Tirkan wek Romîyan lê bi maneya neyar û xayin ku ne cîyên bawerîyê ne, binav dikirin. Bi têgeha “Xwêya wan li ser çongên wanin” pönase dikirin. Têgehên navborî, ji tecrubeyên Kurdan dihatin. Van têgehan di jîyana Kurdan de cîyekî dîrokî û civakî girtine. Lewra miletek civateke din ku civata desthilatdar be, wek neyar pênase bike, dê ji asîmîlasyona wî miletî re jî ne amade be. Yek ji mijara asîmîlasyonê jî eve ku miletê bindest, desthilatdarîya dagîrkeran ne wek neyar lê wek bûyerek xwezayî bibîne bixwe ye. Di atmosfera ku dagîrkerî wek bûyerek xwezayî dîtinê de asîmîlasyon hêsantir belkî jî pêkantir dibe. Ji alîyê kulturî ve belkî ew civat hînê jî ne amade be lê ji alîyê zîhnî û rûhî ve  ji asîmîlasyonê re amade ye. Lê di wê demê de civata Kurd ji asîmîlasyonê re ne amade bû.

Zimanê Kurdî li Kurdistanê zimanê sereke bû û perwerdeya medreseyan bihêz bû. Kultura Kurdî kultura civateke gundewarî bû û ji asîmîlasyona ziman û kulturê re ne amade bû.  Wek tê zanîn ji bo asîmîlasyona çandî û zimanî pêwîstî bi geşbûna asta civatê heye. Herweha pêwîstî bi medyayê û bi perwerdeyê heye. Li gor vê rewşa sîyasî, aborî, çandî û zimanî, ya Tirk û Kurdan, li pêşîya Îttîhadîyan tek û tenha rêyeke pêkan mabû. Lewra ji bo valakirina Kurdistanê projeyên komkujîyan esas girtin û Îttîhadîyan û berdewama şînşopên wan Kemalîstan jî projeyên tinekirinê amade kirin û ta radeyekê jî biserketin.

Di desthilatdarîya Îttîhadîyan û ya dewletê de sê kesên nîjadperest xwedî gotin bûn. Enver, Talat û Cemal paşa mercîyên biryarê bûn. Komkujîya Ermenî, Kurd û Îsewîyan bi dîrektîf û biryarên wan pêk hatine. Îttîhadîyan êdî Anatolyayê û rojhilata nêz (Rûm, Ermenîstan û Kurdistanê) ji xwe re wek welatê xwe binav dikirin. Li vir cîyê gotinê ye ku, êdî teorî û ideolojîya welatê Tûran û çîrokên wan yên dîrokê her ji rojeva wan derneketibe jî, ne wek dîyardeyek sereke bû. Lewra wan jî fêm kir ku bi çîrokên efsanewî û qahremanîyên vala miletê Tirk ava nabe. Ew bi vê stratejîyê  dixwazin bi rêya komkujî û koçberîyan berê xaçperestan û duvra jî Kurdan tine bikin. Ew êdî bawer bûn ku tenha bi vê stratejîyê afirandin û avakirina miletê Tirk pêkan e. Wan dixwest li Anatolyayê Dewleteka bê milet ava bikin û vê dewletê bikin Dewleta Tirk. Bi vî awayî jî dê biakaribin miletekî tine wek miletê Tirk biafirînin.

Ermenîyan piştî jenosîda miletê Ermenî, bi metodên tundrewî li derveyî welat dest bi tolhildanê kiribûn. Ji van tolhildana yên balkêş kuştina jenosîdkarên Îttîhadîyanin.

Wek têbinîyek ku pêwîste bê nivîsîn, di 15ê adara 1921an de Talat Paşa li Berlînê, di 6ê meha 12an 1921an de Seît Helîm Paşa li Romayê, di 21ê temûza 1921an de Cemal Paşa û du yawerên wî li Tiflîsê, di 4ê meha 8an sala 1922an de, Enwer Paşa Li Turkîstanê li Girêkê Çeganê bi destên Bolşewîkan ve,  ji alîyê tevgerên Ermenîyan wek tolhildana komkujîyan ve hatin kuştin. Bi vî awayî jî Tevgerên Ermenîyan bi navê tolhildanê van kesayetên jenosîdkar ku di mahkemeyên navneteweyî û ta radeyekê di mahkemeyên Osmanîyan de mahkemên wan hebûn, bêencam hiştin. Belkî di wan mahkemeyan de komkujîyên miletê Ermenî û miletê Kurd û pêkhateyên din, bibana dukomentên fermî û dîrokî ku îro dewleta Tirk nikaribûn xwe ji wan komkujîyan bêrî bikira.

Îttîhadîyan dewleta Osmanî têk birin, desthilatdarîya xwe ji dest dan, komkujîyên mezin bi encam kirin. Ji alîyê raya navxweyî û navneteweyî bi bertekên cidî ve rû bi rû bûn.  Her sê nîjadperest û jenosîdkar, di sala 1918an de ji Osmanîyan revîyan û çûn derveyî welat. Mixabin wek Murat Bardakçî dinivîse, di 4ê meha 8an, sala 1996an de, hestîyên yekî ji wan jenosîdkaran anîn nava Tirkîyê û wî li Stebûlê di roja kustina wî de wî wek şehîd binav kirin. Nîjadperest Dogû Perînçek jî her sê jenosîdkaran wek kahremanê neteweyî binav dike. Evan gotin û bûyeran îsbata ku dewleta Tirk bi sîyaset û kultura xwe ve daye ser şopa Îttîhadîyan û xwe wek berdewamîya Îttîhadan dibînin. Tirkên Îro mixabin ji wan Tirkên jenosîdkar bêtir tundrew û jenosîdkarin. Lewra di dema Îttîhadîyan de nîjadperestîya wan dihate fêmkirin. Derdemek nu bû nîjadperestî jî berbelavbûyî bû. Her çiqasî nayê maneya meşrûkirina jenosîdên wan jî, dîsan miro dikare bi hinek şert û mercan ve şîrove bike. Lê di serdema sedsala 21an de, di cîhana global de ku dinya bûye gundekî biçûk, nîjadperest û jenosîdkarîya miletê Tirk nayê fêmkirin.

Dewlet di îdarekirina civatê de dezgehek sereke û biryardêre. Di destên Îttîhadîyan de dezgeha dewletê her çiqasî têk çûbû jî, dîsan bi artîêşa xwe û brokrasîya xwe ve didomand. Herçiqasî derfetên tesadufî li dû hev ji bo avakirina Dewleta Tirk peyda bûbe jî, di eslê xwe de di avakirina dewletê de stratejîya Cemîyeta Îttîhad û Terakkî Perweran bingehe. Bi vê minasebetê mirov dikare bêje ku di avakirina vê dewleta bêjî ya bê milet de, tesaduf ne bingehin. Lê tenê tesadufan cî bi cî kirina vê stratejîyê hêsantir kirîne. Yek ji wan tesadufan û ya sereke jî bêgûman Şoreşa Oktobrê ya Rusyayê ye. Lewra şoreşa Rusyayê derfetên mezin radestî elîta Tirk kir ku bikaribe vê derfetê li hundir û derve jî bikar bîne. Ji bo vê elîta Tirk, Mustefa Kemal û hevalên wî, avakirina dewletek Tirk û berdewamîya hebûna wê, ji huqûqa gerdûnî, ji mafê mirovan, ji exlaqê civatê û prensîbên navneteweyî girîngtir bûn. Bi hêsanî wexta mirov teorîya dewletek bê milet dide berçavan, kiryarên Komara Dewleta Tirk li gor stratejîya wê ya wê demê guncaw bû.

Ji şerê cîhanî heta sala 1918an ku Peymana Mondrosê di nava dewleta Osmanî û Dewletên mezin de hatîye îmzekirin, Cemîyeta Îttîhadîyan li gor stratejîya xwe komkujî, koçberî û guherîna demografîyê ta radeyekê cî bi cî kiribûn. Ermenî wek milet bi komkujîyekê ve ji holê rakiribûn. Bi sedhezaran Rûm koçber kiribûn. Asûrî-Keldanî ji xeterîyê derxistibûn û bi stratejîya tinekirina Kurdan, valakirina cî û warên wan, bicîkirina Tirkan û bicîkirina koçberên Kafkasî li Kurdistanê bi komkujîya 700-800 hezar Kurd bi encam bibû. Bi dehan eşîrên Kurdan koçber bibûn. Van kiryaran derfetên mezin radestî Kemalîstan kiribûn.

Li cîhanê bayê azadîya miletan ya ku bi prensîbên Wilsonî ve geş dibûn û rêya azadîyê nîşanî miletan dikirin, mixabin ne Ermenîyan, ne Kurdan û ne jî Rûmên Anatolyayê karibûn vê derfeta prensîbên navneteweyî bikar bînin.  Ermenî li warê ku wek xaka xwe binav dikirin, bi nifûsa xwe ji Kurdan kêmtir bûn. Partî û dezgehên sîyasî yên Ermenîyan ne li gor rewşa xwe lê li gor ajendeyên çend dewletan ve tevdigerîyan û ji rastîya civata xwe bidûr ketibûn. Kurdistan bi berberîya eşîran ve aloz bibû. Nakokîya Elewî-Sunnî wek astenga li pêşîya yekgitina Kurdan mezin dibû.  Asûrî-Keldanî wek hêzek etnîk û olî li Kurdistanê bi berjewendîyên Îngilîz û Fransizan ve hatibûn girêdan. Nakokîya nava Ermen û Kurdan kûrtir dibûn.

Nakokîyên etnîkî û olî yên bi kurtî li jor hatine nivîsîn, ji alîyekî derfetên berbiçav radestî tevgera Tirk dikir û ji alîyê din jî etnîk û olên cuda ji alîyê sîyasî û leşkerî ve bêhêz dikirin. Her çiqasî Cemîyetta Îttîhadî têk çûbûn û di qada navneteweyî de komkujîyên wan mûhakeme dibûn û Osmanîyan xwe radestî hêzên hevpeyman kiribûn jî, bi serokatîya artêşa Osmanî ku elîta Tirk serkêşîya wê dikirin, li Kurdistanê û Anatolyayê xwe organîze dikirin. Di vê Organîzeyê de rola Mustefa Kemal mezin e. Lê rola Bolşewîkan ji ya Kemal mezintire. Bi navê dijîtîya dewletên Emperyalîst Bolşewîkan alîkarîya tevgera nîjadperest ya Tirk kirin. Çek, zêr û alîkarîya sîyasî dane wan. Piştgirîya Bolşewîkan Ji bo tevgera Tirk girîngtirîn dîyarde bû. Bolşewîkan Ezarbeycanê, Gurcîstanê û Ermenîstanê, bi destjêberdana alîkarîya Kurd û Ermenan ve firot Tirkan.   Îngilîz, Fransiz û Îtalîyan jî dijî Bolşewîkan û ji bo berbelavbûna îdeoljîya bolêşewîkan asteng bikin dest avêtên tevgera Tirk û ji paş Ermenî, Asûrî, Keldanî, Rûm û Kurdan vekşîyan. Van dewletên mezin û biryardêr Kerîyê mîhan teslîmî guran kiribûn.

Di vê pêvajoyê de li rojhilata naverast dewlet, milet û hêzên herêmî û navneteweyî hesabên xwe li ser vê rewşa nu dikirin. Lê Kurd û Ermenan di rastîyê de hayê wan ji van hesabên nehênî û lîstikên navneteweyî tinebûn. Heger sîyaset û tevgera azadîya miletekî ne li gor rewşa heyî û ne li gor hesab û lîstikên navneteweyî tevbigere, bêgûman dê nikaribe serkeftî be. Şerê çekdarî û qahremanîya cangorîyan û gotinên wan yên azadîxwaz têra serkeftina wan nekirin. Ji van nimûneyan ya Şêx Mahmûdê Berzencî balkêşe. Lihevhatinek tevgera Kurdistanî li ser tevgera Şêx Mahmûdî heye. Pêwendîyên Şêx Mahmûd bi tevgera Mustefa Kemalî re, dijî ingilîza helwest girtin her çiqasî qahremanî be jî, tevgera Kurdistanî jê zerar dîtîye û bi kêrî tevgera Mustefa Kemal hatîye. Şêx Mahmûd rewşa wê demê ya navxweyî û navneteweyî baş hesab nekirîye. Bi lîstêkên Tirkan ve neyartîya Ingilîzan ne di berjewendîyên Kurdan  de bû. Lê cîyê gotinê ye ku, Ingilîzan muhaweleyên xwe yên iqnakirina Şêx Mahmûdî bicî neanîne, berevajî wê, Şêx mahmud berbi Tirkan ve dahf dane. Stratejîya Ingilîzan di nava demê de hate guherîn û qebûlkirin û ji alîkarîya avakirina statuyek dewletî bidûrketin.

Di nav van bûyeran de konferansa Sewrê dikeve rojeva dewletan û cara yekem e ku Kurd di konferansek navneteweyî de hatine temsîlkirin. Her çiqasî li ser komîteya Şerîf Paşa nerînên cuda hebin jî, dîsan vê komîteyê temsîlîya Kurdan kirîye û alîkarîya Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê girtîye. Pirsgirêk ewe ku Şerîf Paşa bi kultura Osmanî mezin û perwerde bûye, ji nêz ve Kurdan nasnake, pêwendîyên wî bi kurdan re kêm yan jî tinebû û berî komîteya Kurd ava bike li ser navê Osmanîyan beşdarî konferansê bûye. Bêgûman van sifatên navborî yên neyênî ne. Lê wek dîplomatekî Kurd mafê Kurda parastîye.

Konferans di avakirina dewletek biçûk ya Tirk de xwedîyê fikrên hevbeşe. Her çiqasî Osmanî vê pêşnîyarê rast nabînin jî dawîyê îmze dikin. Her weha li derdora wê, ji bo Ermenîstan, Kurdistan û Rûmên Anatolyayê strukturên cihêwaz pêşnîyar dikin û dikin biryar. Li ser alîyekî biçûk ya xaka Kurdistanê strukturek Kurdistanî pêşnîyar dibe û dibe biryar. Mijara sewrê hînê jî wek pirseke minaqeşeyan di nava tevgera Kurdistanî de didome. Bi bawerîya min dewletên mezin xwestine xetewrîya dewleta Tirk kêm bikin û nehêle dewletek mezin ya Tirk li ser xaka pêkhateyên cuda ava bibe. Herweha ne xwestine Kurdistanek mezin jî ava bibe. Lê wek tê zanîn bi saya serê Bolşewîkan dest bi konferansa lozanê dibe û hukmê Sewrê namîne. Wek birêz Mustefa Hicrî dibêje, Perçebûna Kurdistanê ne ji peymana Lozanê lê bi rastî ji peymana Sewrê dest pê kirîye. Perçebûn ne tenê erdnîgarîye, fikren perçebûn esase ku ew jî ji Sewrê dest pê dike. Lozan encama vê fikrê bixwe ye.

Cîyê gotine ye ku, di vê pêvajoyê de li Koçgirîyê ji bo hukmê Sewrê bicî bibe tevgera serhildanê ava dibe lê ji alîyê artêşa Mustefa Kemal û çeteyên terorîst yên nehênî têk diçe û bi komkujîyekê ve biencam dibe. Di pêvajoya destpêka avakirina dewleta Tirk de, serhildana Koçgîrî ya neteweyî ya yekem e.

Di nivîsa bê dê – Konferansa Lozanê û tapoya Dewleta bê Milet e

Nezir Akat/nezirakat@gmail.com

Kaynak: Avakirina Dewleta bê Milet-2 – Nezir Akat

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *