Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Monday, June 18, 2018

Aqilê mirov ne ji kîsê mirov be, dawî her tim trajedîye! 

Li Başûrê Kurdîstanê çi dibe?

Rastîya bûyer û gengeşîyên Başûr çiye?

Emê  çawa rastîya rûdanên başûr zanibin? Bingeha şîrove û nîrxandinên me, divê li gor berjewendîyên partî, rêxistin, grûp û malbatan be, an li gor berjewendîyên Kurdîstanê be?

Divê em xwe, ji nexweşî û bayê murîdîyê azad bikin û nebin dîlê hestên xwe. Rastî tûj e, tahle, mirov diêşîne, lê weke tîrêjên rojê jî herdem dibiriqe û derûdora xwe ronî dike!

Em karin gelek pirsan li pey hev rêz bikin. Lê rastîya jiyanê cûda ye. Gava em rojane bifikirin û li gor berjewendîyên kesayetî û hîzbî  tevbigerin, weke kurmê hevrîşim emê ji  rastîyê dûr bikevin û  ji xwe re “gor”an ava bikin.

Ez dixwazim tiştê ku di dawîn de bibêjim, ji serî de bêjim çêtir e! Lewra li welatê me rastî û derewan çîh guhertine!

Em dibînin ku çewa erdnîgarîya Kurdîstanê hatiye dabeşkirin, fikir û ramanên gelê Kurd jî wusa hatîye dabeşkirin.

Partî, grûp, rêxistin û rewşenbîrên Kurd bi giranî li gor daxwaz û berjewendîyên xwe difikirin û tevdigerin. Dagîrker jî her dem bi wan helwestan kêfxweş dibin.

Hêzên serdest, piranî pirsgirekên heremî  an navnetewî li gor mêjîyê serdestên xwe şîrove dikin.  Berjewendîyên welatê  xwe binpê dikin û di bin sîya  îdeolojîyan de (olî û ne olî),  ji xwe re kîbleyan ava dikin. Pirî caran bi berçavkên wan bûyeran dinîrxînin. Ev jî nexweşîyek me ye…

Ev çendîn care, ez di nivîsên xwe de dubare dikin. Carek din dîsa,  dixwazim dubara bikim: Lewra gelê Kurd û Kurdîstan,  carek din rastî şert û derfetên zêrîn bûye. Firsetên dîrokî hatine ber derîyê Kurdîstanê,  li van firsetan, li van derfetan xwedî derketin erka netewî ye. Ger ewqas derfetên zêrîn sîyasetmedarên me binpê bikin û li menfîetên xwe, li gor berjewendîyên partî û rêxistên xwe; li gor daxwazên dagîrkeran tevbigerin û bikevin  nav helwestên xirabîyê, ne dîrok, ne gelê Kurdîstanê, ne jî mîrovahî wan efû nake!

Di dîroka gelên bindestan de, ji sed salî carekê derfetên zêrîn derdikeve holê. Weke bav û bapîrên me gotîye:

Hespê Felekê sed salan carek tê, ger hûn amade bin, hûnê  lê sûwarbin; ger hûn ne amade bin, hûnê carek din li benda siûda xwe bisekinin!

Piştî şerê yekem û yê duyem, îro dîsa derfetên zêrîn hatîye ber derîyê gelê Kurd. Lê xwedî derketin û bicîhanîna pêwîstîyan, disa di destê sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurdîstanê de ye.

Werin em bi hevra li deh salên derbasbûyî vegerin û pêvajoya bihurî, di ber çav re derbas bikin: Do çi bû, çewa em hatin van rojan, divê em baş zanibin. Bi neyartî û dijîtî, em nikarin hevdû razî bikin. Lewra herkes di şibaka xwe de, li gor berjewendîyên xwe bûyeran dinîrxîne. Di salên çûyî da hat îspatkirin ku partî û rêxistinên Kurd bi şerê nav xwe, her dem paşve ketine û bûne şirîkê trajedîyên mezin. Lê gava bi hevra kar kirine û îtîfaka xwe xurt kirine, ber be serkeftinê, ber be dewletbûnê ve çûne.

Di van deh salên dawî de,  bi taybetî Birêz Mesûd Barzanî û Birêz Celal Talabanî di despêkê de gelek rolek girîng bicîh anîn! Lê mixabin piştî nexweşîya Mam Celal têkilî û rêkeftina navbera PDK û YNK de, hêdî hêdî  sar bû û ji hev dûr ketin.

Dagirkerên xwînmij ji nakokîyên nav hêzên Kurd  baş îstîfade kirin û seneryoyên xirabkirinê xistin rojevê. Lê çi heyf e ku hinek şexsîyet û derûdorên Kurd, di bin hestên nexweşîya salên borî de, derketin ser dikê û rolên xirabîyê ji xwe re hilbijartin..

Weke hûn zanin, di sala 2005 an de,  li gor rêkeftin û tifaka PDK û YNK, serokê Kurdîstanê, Birêz Mesûd Barzanî ji alîyê parlementoya kurdîstanê ve hat hilbijartin.

Ev cara yekem bû ku li beşekî Kurdîstanê, gelê Kurd, bi vîna xwe  ya azad  biryar dida û helwesta  xwe dîyar dikir. Parlamento yekem car bû, serokê Kurdîstanê hildibijart.

Dîsa cara yekem bû ku Birêz Celal Talabanî li gor rêkeftin û tifaka PDK û YNK dibû serokê Komara Iraqê. Di wan deman de, YNK  hê perçe nebûbû  û Noşirwan Mustafa û hevalên wî jî serkirdayetîya YNK dikirin. Di hemû rêkeftin û peymanan de xwedî erk bûn. Biryar û kirin li gor daxwaza wan pêk dihat.

Kurdîstan ber bi dewletbûnê ve,  ber bi serxwebûnê ve her diçe, dewletên dagirker  (Ereb, Tirk û Faris) har dibin.

Îran her dem li ser navê dagêrkeran weke kordînator, li Kurdîstanê lîstîkên xirabîyê, fen û dolaban digerîne û hêjî rola xwe didomîne.

Piştî têkçûna İraqê, dewleta Îran ji alîyekî ve,  alîgirên Ensar El İslam û yên El Kaîde, di bin serokatîya Alî Bapîr de kom kir, ji alîyê din ve destê xwe dirêjî nav partî û rêxistinên kurd kir. Nakokîyên nav wan geş kirin û tovê dijmînatîyê avêt ser axa Kurdistan û sîyaseta Kurd. Berhemên wê sîyasetê zû fêkî da.  Demek şûnda nakokîyên di nav YNK de her ku çû zêde bû.

Noşirwan Mustafa ji nişka va bû xwedî Medyayek mezin û bi rexneyên tund li dijî  serkirdayetîya YNK  helwest girt. Bi rexnên gendelî û gemarîyê, li bajarê Silêmanîyê û herema Soran bû hêzek sereke. Medya û aborîya di destê YNK de, bi giranî ket destê Tevgera Goran.

Gelek tevgerên dema şerê sar hatibûn avakirin, li gor neyartîya salên 1970 an û îdeolojîyên xwe, Tevgera Goran weke wargeha hêvîyê dîtin û pesnê wan dan. Weke hêvîyek sîyasî aktor nîşan dan.  Bi rastî, Tevgera Goran li ser bingeha Kurdîstanîbûnê bihata avakirin, dikaribû rolekî baş bi cîh bîne.  Lê mixabin, Tevgera Goran ne azad bû, lewra li ber perdê serokê wê Noşirwan Mustafa bû, lê li pişt perdê Qasim Silêmanî û Âyettulah bûn!  Ev bûyerên dawî  jî  carek din rastî raxist ber çavan û rola Îranê pir zelal derxist holê…

Em dîsa vegerin salên 2008 an!

Muxalefeta dijî PDK,  ji bo carek din Birêz Mesûd Barzanî nebe serokê Kurdîstanê, bi yek deng û yek helwestê gotin: “Hilbijartina serokê Kurdistanê, ji alîyî Parlementoyê ne rast e! Divê  gelê Kurdîstanê biryar bide û bi dengê xwe serok hilbijêre!” Parlemento jî ev daxwaz hat qebûl kirin û di yasa serokatîyê de guhertin hat çêkirin.

Piştî bi dawîbûna dema seroktîyê,  gelê Kurdîstanê di 2009 an de, carek din % 70 zêdetir dengê xwe da Birêz Mesûd Barzanî.

Tevgera Goran û rêxistinên îslamî namzedên xwe derxistibûn, lê piranîya gelê Kurd biryara xwe ji bo dahatû û îstîkrara Kurdîstanê bi cî anî.

Îran, Tirkîye, Siûdî û Katar têra xwe ketin nav hewldanên tewlîhevîyê û di warê aborîyê de,  muxalefet fînanse  kirin.

Beşekî YNK, yên ku xeta ŞÎA diparêze ku Adil Murad berdevkê wan e, PKK û alîyên sîyasî piştgirîya namzedên muxalefetê kirin.. Lê birêz Mesûd Barzanî dîsa, % 70 zêdetir deng wergirt û cara duyem bû serokê Kurdîstanê.

Niha jî ew alîyên dijî birêz Mesûd Barzanî dibêjin: Na xêr gel nikare biryar bide, divê parlamento biryar bide!  Armanc û hêvîya wan di parlamentoyê da, piranîya hejmara  parlamentarên hemû partîyan e. Lê belê, yek bi yekî re ne ras tin!

Ger  ji dil bixwestana,  dikaribûn di nav xwe de, li ser namzetekî hevpar, li hev bikirana û derketana hemberî gelê Kurd.

Ew namzetê wan yê hevpar, gava bi armanca projeya  serxwebûna kurdîstanê, derketa holê, ez bawerim  wê gelê Kurdîstanê li gor projeyên berjewendîyên Kurdîstanê deng bida! Lê xuya ye tirsa hemûyan, tirsa dagirkeran e! Serkeftin û serxwebûna Kurdîstanê xewnên wan serûbin dike. Ji ber vê yekê naxwazin Gelê Kurdîstanê mafê dewletbûnê û serxwebûnê bi kar bîne!

Ger ev partî û rêxistinên hanê, bi rastî weke hev difikirin, bila rojek zûtirîn, li ser  namzetîya Noşirwan Mustafa, an li ser namzetîya Alî Bapîr, an li ser namzetîya Adil Murad an li ser namzetîya Mele Bextîyar, an jî  li ser namzetîya yek wek “Duran Kalkan” li hev bikin û derkevin hemberî  gel. Projeyên xwe peşkêşî gel bikin, rexnên xwe û pêşnîyarên xwe bi zimanekî zelal û avakir pêşkeşî gel bikin. Pîvanên demokrasîyê ev in.

Bingeha demokrasîyê hûqûq e! Gava hûn bi darê zorê û bi çavsorî li ser hinekan  desthilatdarîya xwe ferz bikin, ji bîrve nekin, wê hinekî din jî xwe li ser we ferz bike! Gava hûn dûpişkê di bêrîka xwe de bigerînin, wê kengî bi we vede ne dîyar e!

Bi Kurtayî , îro li başûrê Kurdîstanê, hinek der û dor di bin navê pirsgirêka seroktîya Kurdîstanê, dixwazin qeyranên civakî ava bikin. Tifaq û hevalbendîyek gemarî  ji xwe re kirine kar!

Di bin fermandarîya Qasim Suleymanî de, aktorên xirabîyê ketine nav hewldanên nû! Dixwazin destkeftî û desthilatdarîya Kurdîstanê hilweşînin.

Hinek alîyên sîyasî, di kolanan de, li hemberî gelê Kurd  êrîşan organîze dikin. Dijmînê gelê Kurd  DÎIŞ jî, peyamên pîrozkirinê ji wan re dişîne.

Neyarên gelê Kurd, wan  rûreş û rû girtîyên êrîşên hovane dibin ser desthilatdarîya Kurdîstanê,  pîroz dikin. Medya û raya giştî ya dagîrkeran li hember van qeyranên dawî gelek kêfxweş bûne.

Hin kesên girêdayî dagîrkeran, kesên bê edeb û bê şerm rabûne ji Baxdayê daxwaza mudaxela dagîrkerîya Kurdîstanê dikin.

Hinek jê jî dixwazin berpirsîyarîya xwe veşêrin û xwe paqij nîşan bidin.

Em hemû baş zanin ku ev bûyer  û alozîyên demên dawîn, şeş meh berê  li bajarê Silêmanîyê di bin seroktîya Qasim Silêmanî de hatibû plan kirin.

Yên naxwazin  bi rastîyan re rûbirû bibin, bila li arşîvên şeş meh berê binêrin. Wezîrê enfermasîyonê yê URDUNê (yê berê) Salih KALLAB, di rojnameya ŞARK EL ESWED de vê senaryoya dewleta Îranê û hevalbendên Îranê ya wê demê eşkera kiribû. Bûyer û alozîyên di van rojan de qewimîn, nivîsa Salih Kallab rast derxist…

Ger hûn berjewendîyên Kurdîstanê  ji dil û can diparêzin, cîhê çareserîyê ne Ankara, ne Baxda,  ne Şam û ne jî Tehran e!

Cîhê careserîyê, raste rast Kurdîstan e!

Rê û rêbaza çareserîyê, li ser hesabên dagîrkeran ne kuştine, ne şewitandine, ne jî neyartîya nîrxên Kurdîstanê ne!

Yekem rê û rêbaza çareserîyê, rêkeftin û yekgirtina hêzên Kurdîstanê ne.

Tiştekî hûn nikarbin bi hevra par bikin tune ye!

Ji bîr nekin, dagîrker tu carî bi we bawer nabin.

Lewra ew jî dizanin ku yên bi bîrayên xwe re xayintîyê bike, tu carî pê bawerî nabe!

Em baş zanin ku Serxwebûna Kurdîstanê ne tenê dagîrkeran ditirsîne, gelek der û dorên sîyasî yên kurd jî ditirsîne!

Neyartîya bîrêz Mesûd Barzanî  ne şexsî ye! Ev neyartî,  neyartîya dahatûya Kurdîstanê ye!

Neyartîya serxwebûna Kurdîstanê ye!

Neyartîya berjewendîyên netewî ne!

Neyartîya yekîtîya Kurdîstana mezin e!

Divê baş bê zanîn tu hêz, tu partî, tu serok ji Kurdîstanê ne mezintir e!

Hebûna hêz, partî û serokan, yek ji wan encamên rastîya Kurdîstanê ye.

Hemû partî, serok û rewşenbîr, xîzmetkarên Kurdîstanê  ne! 20:10:2015

Cano Amedî

Hinek nivîsên din:

Nerîna te