Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Wednesday, January 23, 2019

ANALÎZEK Di Derbarê Zimanê Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî Ya 9 Partiyan De… 

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Kurd, netewek e û Kurdistan welatek e. Hezar mixabin neteweya kurd û welatê wan Kurdistan, di du qonaxa de parçe bû. Ev parçebûnî, li ser hêjayiyên neteweya kurd, taybetî jî li ser çand, ziman, edebiyata kurdî bandorek û tesîrek negatîf kir û dike.

Bi taybetî jî, gorî siyaseta dewletên kolonyalîst û dagîrker beramberî kurdan, neteweya kurd, tesîra li ser çand, ziman, edebiyata kurdî di derece û giraniyeke cûda bû.

Dewleta kolonyalîst ya Tirk, ji bona ku hebûna neteweya kurd înkar kirîye, xwestîye ku kurdan bikin tirk, bi asîmîlasyonê tunekirina kurdan bibe serî; li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê rewşa çand, ziman, edebiyata kurd gelek xerab bû.

Li cem vê sîyaseta dewleta kolonyalîst ya Tirk a nîjadperest û xerab; rewşenbîr û siyasetvanên Bakûrê Kurdistanê di derbarê zimanê kurdî de xwediyê nerîneke zelal û helwesteke milî nebûn. Bi vê helwesta, me bi xwe texrîbata mezin di zimanê kurdî de çêkir û zirara mezintir da çand, ziman, edebiyata kurdî.

Di van rojên dawî de zimanê kurdî, bi wesîleya Platforma 9 Partiyan, dîsa di rojevê de ye.

Ez jî dixwazim him li ser girîngiya zimanê kurdî, siyaseta dewletê li hemberî zimanê kurdî, helwesta partî û Rêxistinên Kurdistanê li hemberî zimanê kurdî, analîzekê bikim.

ZIMAN NETEWE YE / ZIMANÊ KURDÎ NETEWEYA KURD E…

Dema ku li ser şertên netewebûnê analîz û lêkolînek çê bibe, raste rast ziman derdikeve pêş mirov. Lewra ziman, ji bona neteweyîbûnê hêjayî û aktoreke gelek girîng û stratejîk e.

Hîç şik tune ye, ku aktorên din yên netewe çê dikin jî, girîng û stratejîk in. Welat, ji bona neteweyekî aktorekî ferz û stratejîk û girîng e. Mirov dikare bibêje, ku giraniya welat û ziman wek hev e.

Lê mirov dikare bibêje ku civatek û komeke zimanê wan nebe, ew kom û civat nikare wek netew bê terîf kirin. Civat û komeke heman zimanî diaxivin, bi kar tînin, ji xwe re welatekî çê dikin. Dema ku yek zimanek û yekîtiya zimanekî nebe, welat jî nabe.

Loma ziman li cem hêjayî û hebûnên din yên neteweyan, aktorekî stratejîk yê yekemîn e.

Ev rastîya, bênîqaşe ji bona neteweya kurd jî derbas dibe. Encama vê nerînê ez dibêjim ku, zimanê kurdî neteweya kurd e; neteweya kurd jî ziman e.

Dema ku zimanê kurdî ji holê rabe, neteweya kurd û welatê me kurdistan jî holê radibe.

Divê her kurdek bi vê zanyariyê li zimanê kurdî xwedî derkeve û zimanê xwe pêş bixe û xurt bike. Heta divê kurd mirinê bidin berçav, zimanê xwe biparêzin.

DEWLETA TIRK JI BONA KU DIZANE ZİMAN NETEW E, LOMA NETEWEYA KURD ÎNKAR KIR. XWEST KU ZIMANÊ KURDÎ JI HOLÊ RAKE Û TUNE BIKE. DEMA KU ZİMAN TUNE KIR, NETEWEYA KURD TUNE DIKE Û KURDISTANÊ TUNE DIKE. KÊFXWEŞÎ YE KU BISERNEKET…
Dewleta kolonyalîst ya Tirk, ji bona vê rastîyê dizane, dixwaze ku zimanê kurdî tune bike û ji holê rake. Lewra Kurdistanê wek ax û wek welat nikare ji holê rake. Lewra welat tiştekî maddî ye. Lê ziman hêjayeke manewî ye. Ji holê rakirina wê mimkûn e. Dema ku zimanê kurdî ji holê rabe, welatê me Kurdistan jî tê tune kirin.

Di dema Împeratoriya Osmanî de Kurdistan û neteweya kurd xweser, otonom, federe bû. Loma jî her çiqas dem-dem sînor dihatin danîn jî, kurd bi zimanê xwe perwerde dibûn. Çand, edebiyat û hemû hêjayiyên neteweya xwe pêş dixistin û xurt dikirin.

Kurd, di dema Osmaniyan de, di medreseyan de perwerdeyîya xwe, bi zimanê xwe birêve dibirin.
Dema ku Dewleta Kemalîst ya Tirk ava bû, demek kurt di ser re derbas bû, siyaseta Kemalîstan ya fermî di derbarê kurdan de bi her wateyê felaket bû. Kemalîstan hebûna neteweya kurd red û înkar kirin. Gor nazariya wan ya fermî dîrokî gotin ku “kurd, neteweyeke cûda nîne. Tirk in.” Girêdayî ev nerîna nîjadperest û li dijî hemû maf û azadiyên neteweyî derketin; stratejiya tirkkirina kurdan meşandin.

Hemû mafên milî û hêjayiyên neteweya kurd hatin xesip kirin. Bi zimanê kurdî perwerdeyî bi her awayî hat qedexe kirin. Li dijî medreseyan qampanyeke mezin meşandin. Lewra medrese ciyê perwerdayîya kurdan û zimanê kurdî bû.

Ev siyaseta asîmîlasyonê heta salên 80yî bi awayekî gelek xeter domand.

HEZAR MIXABIN PIŞTÎ SALÊN 80YÎ ASÎMÎLASYON XURT BÛ: LEWRA GUND Û GUNDÎTÎ JI HOLÊ RABÛ, BAJARVANÎ PÊŞVE ÇÛ Û ZIMANÊ KURDÎ KET NAV XETERÊ…

Gor bawerîya min, ev siyaseta nîjadperest bi awayekî gelek xirab domand. Bes di dema desthilatdarıya Ozal (ANAPê) de şikest xwar. Lewra Özal, aşkere dîyar kir ku 12 mîlyon kurd li Tirkiyeyê hene. Ev nerîna Ozal, li dijî nerîna fermî ya dewletê bû. Ew bû sedem ku asîmîlasyon pêş nekeve. Kurd şîyar bin, ji zimanê xwe û ji hemû hêjayîyên xwe yên milî re xwedî derkeve.

Di dema desthilatdariya AK Partiyê de siyaseta dewletê ya stratejîk û fremî ku Kurd red û înkar dikir de facto ji holê rabû. Ev jî bû sedem ku kurd zêdetir zimanê xwe re xwedî derkevin. Nebin qûrbanê asîmîlasyonê. Loma jî di vê merheleyê de gelek rojnamevan, bernameçêkerên telewîzyona yên kurd çê bûn. Mamosteyê zimanê kurdî hatin amadekirin.

Lê di hemandem de, piştî salên 80yî asîmîlasyon ji derveyî îradeya dewletê û kurdan, xurttir bû. Lewra gund û gunditî, di encama şideta Dewletê û PKKê, ji holê rabû. Gundî bi darê zorê ketin bajaran. Bajarvanîyeke nexwezayî dest pê kir.

Di hemandem de pêşketin û hêjmarzêdebûna telewîzyonan, zêdebûna dibistanan li Kurdistanê asîmîlasyon xurt kir. Zimanê kurdî zêdetir ket bin xeterê.

Di qelsbûn û rê li ber vekirina asîmîlasyona zimanê kurdî de, rola siyasetvanên kurd jî mezin e!

HELWESTA SİYASETVAN, PARTÎ Û RÊXISTINÊN KURDISTANÊ LI HEMBERÎ ZIMANÊ KURDÎ ZÊDE ERENÎ NÎNE Û EW ZIRAREKE MEZIN DIDIN ZIMANÊ KURDÎ…

Hîç şik tune ye ku dewleta kolonyalîst û kemalîst ya tirk, ji bona neteweya kurd tune bike, xwest ku zimanê kurdî tune bike û zimanê kurdî ji holê rake. Dema ku kurdan xwestin li ziman û hêjayîyên xwe yên milî xwedî derkevin, wê demê dewletê êrişî wan kir.

Kurdan, li hemberî êrişên dewletê, ji bona ku welat û neteweya xwe biparêzin serhildanên milî li darxistin. Wê demê jî dewletê, ji bona neteweya kurd û zimanê wê tune bike, qetlîamên mezin pêk anî.

Loma jî li Kurdistanê demeke dirêj, bêdengîyek çêbû. Kurd ji derveyî dîrokê û siyasetê man. Lê piştî salên 1959an xwendevan û rewşenbîrên kurd ji bona ku ji mafên xwe yên milî re xwedî derkevin, çand, ziman û edebiyata kurdî pêş bixin, ji bin xetera asîmîlsayonê û tunekirinê xelas bikin, dest bi hewlên nû kirin.

Sîyasetvanên kurd, di destpêkê de bi kurdî xwendin û nivîsandin nedizanîn. Lewra di dibistanên Kemalîstan de perwerdebûna zimanê tirkî ew ji kurdî dûr xistibûn. Loma jî di partiyên Kurdistanê de zimanê kurdî nebû zimanê yekemîn, zimanê tirkî bû zimanê yekemîn. Endam û berpirsîyarên partîyan di jîyana xwe ya rojane de jî kurdî nediaxivîn. Li mala xwe û li dedora xwe kurdî axavtin teşwîk nedikirin. Civînên xwe bi kurdî perwerde nedikirin.

Di destpêkê de ew dihatin fahmkirin, lewra wan kurdî xwendin û nivîsandin nedizanîn. Lê pişt re jî ji bona ku ji wê pirsgirêkê xelas bibin hewil nedan.

Beşek sîyasetvanan bir kurdî rojname, kovar, belavok weşandin jî, ji derd re nebû derman.
Bi taybetî jî îdeolojiya lenînîst û stalînîst dibû sedem ku zimanê kurdî biçûk û girîng nedîtin. Lewra ji bona wan sosyalîzm di ser neteweya kurd û hêjayiyên neteweya kurd re bûn.

Divê siyasetvanên kurd di vê qonaxê de ji vê pirsgirêkê derbas bibin. Di partîyên Kurdistanê de zimanê kurdî bibe zimanê resmî û xebata partîyan.

Berpirsîyar û endamên partîyan divê mitleqe bi xwe û bi malbata xwe ve kurdî biaxivin.
Çapemenîya partîyan kurdî be.

Civînên partîyan bi kurdî bên li dar xistin.

Dema em ceribandin û pratîka 9 partîyan mêze bikin, ji bona 9 partiyan encameke nexweş derdikeve holê.

PLATFORMA 9 PARTIYAN DI DERBARÊ ZIMANÊ KURDÎ DE TÊ ÇI WATEYÊ?

Ji bona vê platformê, divê mirov li ser çend mijarên girîng raweste.
Çend dezgehên kurd û nekurd (PKK/HDP) biryar dane ku ji dewletê û hikûmetê daxwaz bikin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyî.

Ev daxwazeke gelek baş û di cî de ye. Her kurdek û dezgehekî kurd divê ji kurdî re xwedî derkeve, kurdî biparêze, bi kurdî xebata xwe bimeşîne, ji bo zimanê kurdî têkoşîn bide. Hîç şik tune ye ku ev karekî pîroz e û wezîfeke milî ye. Ji bona çarenivîsa neteweya kurd, dewletbûna Kurdistanê jî ew wezîfeke li ser milê kurdperweran û welatevînan e.

Lê divê kurd bînin bîra xwe:
PKKê, li dijî TRT KURDÎ derket. siyasetvan û hunermendên beşdarî bernameyên TRT KURDİ dibûn, xayin îlan kir.

PKKê li dijî beşa ziman û edebiyata kurdî ya li zanîngehan derket. Ew kesên di wan beşan de dixwendin xayin îlan kir.

Li dibistanan, zimanê kurdî bû zimanê bijarte û yê fêrbûnê. PKK li dijî vê jî derket, ji bona ku malbat zarokên xwe neşînin dersa zimanê kurdî ew tehdît kirin.

Karên din yên ji bona zimanê kurdî ketin rojevê jî, ji aliyê PKKê de hat red kirin.

Nûha jî PKK/HDP jî di nav de helwesteke din tê nîşan dan.

Gelo ew daxwazkar, dê ji alıyê hikûmetê ve ji bona helwesta PKKê dê çewa cidî bên qebûl kirin?

Madem ku dezgehên kurd, partî û rêxistinên kurdistanê dixwazın ku karekî baş û li xêra neteweya kurd bikin, bi PKK/HDPê re çima tevgerîyan?

Ew nizanin ku siyaseta hikûmetê li dijî PKK/HDPê çiqas tund e? Ew ji aliyê hikûmetê de terorîst tên nas kirin.

Gelo ev jî helwesta wan bêwate û qels nake?

Heta ew dizanin ku, hebûna PKK/HDPê dê bibe sebeb ku ew ji aliyê hikûmetê de wek mixatab neyên qebûl kirin.

Partî û rêxistinên Kurdistanê baş dizanin, ku zimanê kurdî ji bo PKK/HDPê ne girîng e, ji bona hikûmraniya wan wesîte (arac) ye.

Hilbijartına herêmî nêzik dibe. PKK/HDPê dixwaze ku hemû kurdan li dora xwe bicivîne (wek hilbijartina giştî). Lê dîyar e ku nikare bi rêya sîyasetê wan bicivîne, bi rêya ziman civand!

Ew, dê bikare di tîfaqê de xwe xurt nîşan bide.

Ev jî ji bona zimanê kurdî, li dar xistina tewanekî ye.

Amed, 23. 11. 2018

Nerîna te