Nivîsa ji bo pirtûka “Zarokên kêfxweş yên nifşê ’78 an” û agahdarî! 6

Ez 19 salî bûm ji alîyê hêzên dagîrker ve hatim girtin û demek dirêj di bin îşkence û zulma dijmin de jiyam.

Ez alîgir û dilsozê tevgerê bûm, lê di zîndanê de, postê berpirsîyarî, têkoşer û mîlîtanîyê ket ser milê min! Giranîya kadroyên wê demê, bi rastî egît bûn. Bê tirs û bê hesab bûn; hemû ked û enerjîya xwe dixistin rêya şoreşê.

Ji roja girtinê, heta derketina dervî zîndanê, girtîgeh û zîndanên ez lê mame, çiqas berxwedan, çalakî, hewldanên li dijî desthilatdaran hebûye, min tê de cîh girtîye. Bi serfirazî min berxwedan nîşan daye û tu carî paşve nema me. Ji rojîya mirinê bigire heta ya birçîbûnê, di hemû çalaki û berxwedanan de min cîhê xwe girt. Min tu carî bi heval û hogirên xwe re bêbextî û şaşîtî nekir. Di hemû deman de, min doz û hevalên xwe parastîye; rê nedaye ku zirar bibînin. Ez dikarim bêjim pirî caran min zirar daye xwe, lê hevalên xwe parastîye. Sedemên zîndan kirina min ji wê helwesta min tê. Ehlaq û perwerda me dît, tiştên fêr bûn û weke rêgeha jîyanê me dît ev helwest bû.

Bi tu awayî divê mirov zirar nede doza xwe, gelê xwe û hevalên xwe. Pîvan û şertê ehlaqê şoreşgerî ev bûn. Di heman deman de, parastina berjewendîyên netewî, parastina hûqûqa mirovahîyê û têkoşîna rizgarîya netewa Kurdistan, weke erkek sereke me dît û em wusa fêr bûn.

Di derheqê jîyana zîndanê û çalakîyên berxwedanan de, min li ser navê rêxistinê biryar daye, îmze bikaranîye û nûnertî kirîye. Li gor derfet û qeweta xwe ez li keda xwe, li rêxistin û têkoşîna xwe xwedî derketime û îro jî wan rastîyan, bi hestên şoreşgerî bi helwestek germ diparêzim! Tu carî ji dîroka xwe, ji jiyana xwe, ji derbasbûn, ji mîrate û nîrxên xwe poşmam nebûme û nabim. Zanabûn û fêrbûna min, tecrube û şertên wê demê ewha bûn û em li gor wan pêwîstîyan tevdigerîyan. Em dikarin ji derbasbûn û têkoşîna xwe ders û tecruban bigirin, lê em îro nikarin vegerin salên 1978 an. Pêwist e mirov li gor dema tê de dijî tevbigere û ji bo amadekiria siberojê, divê rêgehek nûjen bê raxistin. Tiştên çû dibe dîrok.

Gava ez ketim zîndanê partîyek min, rêxistinek min tevgerek min hebû, lê gava ez ji zîndanê derketim, tu hêz û rêxistinek min tune bû! Derî hatibû girtin û kilît di destê min de bû! Tu xwedîyek li holê tune bû, ez hesab bidimê, an jî çend pirsan bipirsim! Gava ez derketim derva, wek masîyekî ji bahrê derkeve reşayê, bê taqet, bê hêz û bê derûdor bûm! Ji bilî çend hevalên nêzîk û beşek hevalên dervayî welat, pêwendîyên min bi kesî re tunebû. Hevalên dervayî welat ku pêwendîyên me bi hevra hebûn, ji salên 1990 an virde bi wasîteya name û têkilîyên malbatî didomîya. Piştî ez derketim, pêwendîyên me raste rast dest pê kirin. Bi serê xwe, ji nûve, min ji jiyanê re digot silav!.. Ev rewşa rastîya welatê me bû an encama trajedîyekê bû, îro jî weke pirsekê li holê ye û li benda bersîvek vekirî ye!

Min pir dixwest gava ez derketim derve heval û hogirên min bangî min bikin û bigotana: “Hevalo ji kereme xwe re, ka ji me re behsa xwe û jiyana xwe bike, ked û xebata xwe bi me re par bike!?”

Lê mixabin, gava ez ji zîndanê derketim, di warê sîyasî de rewşek xirab, demsalek tijî mij û dûman bandora xwe li ser civatê hîştibû!

Li welat, ez demek dirêj ji silavek germ bê par mam! Bist sal şûnda, gava ez ketim nava civatê, min dît ku “Di bin pirê re gelek av herikîye!” ne civat civata berê ye, ne dem demên berê ne!

Di bin bandora hêz û qewetê desthilatdar de, di bin çavdêrîya zilma dagîrkeran de, di bin pirsgirekên aborî û malbatî de, di bin sîya jîyanek dorpêçkirî de, min dît ku ez ji zîndana girtî derbasî zîndanek vekirî bûme! Piştî bîst salên dîlgirtî, ev 18 sal e, ez di zîndanek vekirî de me!

Di warê kar û xebatê de, di derheqê derfet û îmkanan de, ez gelek caran rastî astengî û bêbextîyan hatime. Ez baş dizanim ku sedemên van dorpêçkirin û astengîyan ji bo teslîmbûnê ye! Dewleta dagîrker, gava bi darê zorê, bi zîndan û terbîyekirina nefsê, nikaribe mirov teslîm bigire, dest bi fen û fûtan dike…

Hinek kes, weke xulamên ber derîyên dagîrkeran rolên xirabîyê, rolên belavbûnê, rolên hilweşandin û bi serneketinê hilbijartine! Her dem li ser dikê ne û rola xwe ya kambax dileyizin. Hinek jê 60 sal in, xwe di nav refê sîyasetê nîşan didin, lê belê 60 gav pêşve neçûne. Bi çîroka “ez benî” her tim benîştê xwe çûtine û îro jî weke “Beko Ewan” karê xwe yê fesadîyê dikin, li ser dijîtî û neyartîya welatparêzan, li ber derîyan, karê parsekîyê weke karên rêxistinî nîşan didin!

Nifşê ’78 an bawermend bûn, kelecan û xwîngerm bûn, nefs biçûk û rêzdar bûn. Li hemberî nîrxên civatê gelek baldar û rêzdar bûn!

Nifşê ’78 an bû şahidê guhertin û derbasbûna navbera du deman, weke şahidê derbasbûna serdemekê, gelek tişt dît. Guhertinên sîstemî, civatî, sosyolojik û derûnî; guhertinên teknolojî, ragihandin û esmanî. Hilweşandina sîstêmên îdeolojîk, têkçûna dîktator û rejîmên faşist.

Nifşê me, li ber ronîya çira û fanosan mezin bû, bi yek dengî û yek rengîya televîzyonan, li dijî waaz û çîrokên Kemalistan, li doza xwe xwedî derketin. Ji daktîlo û makîneyên teksîran (yên fotokopîyê), pengava derbasbûna computer û telefonên bi aqil û hwd. em dikarin gelek tiştan lê zêde bikin. Nifşê me him bi siûd bû, şahidîya gelek tiştan kirin, lê ji alîyekî ve jî di bin giranî û guhertinên zûtirîn de westîya, êşîya, tadayî dît û kedek mezin da. Sazî û rêxistinên wê demê, di bin bandora wan şertan de paşve man û nebûn bersîva demê, ji armancên xwe dûr ketin. Ji ber wan sedeman, îro “him ji dêrê bûn û him jî ji mizgeftê bûne!”

Nifşê ‘78 an, ji qam û qeweta xwe zêdetir bar girt ser milê xwe û di bin wî barî de ketin!
Nifşê ’78 an bi bawerîyek mezin, bi hêvîyek kûr û paqij, bi kelecanîyek ciwanî xwestin di demek nêzîk de xwe bi rêxistin bikin, dewleta dagîrker ji welatê xwe biqewirîne û mizgînîya serxwebûna dewleta Kurdîstanê bi gelê xwe re par bikin! Lê ji ber kadirên zane, bi tecrûbe û rêxistinîyek netewî ya bi hêz tune bû, em zû bi ber bayê îdeolojîyan û navenda ketin!..

Dewletên dagîrker, li ser navê rastgirî û çepgirî, li ser navê oldarî û Kurdîtîyê kadro amade kirin û di nav rêxistinan de bi cîh kirin. Di bin navê rast-çep-oldar û Kurd de rêxistin ava kirin. Ji bo ciwanan atomîze bike û bera hev de, navendên weke Moskow, Pekîn, Tîran weke qiblegehên pîroz nîşan didan! Kevneşopîyên Îttîhat Terakkî yên Kemalist, di bin kirasê demokrasî, enternasyonalîzm, sosyalîzm û komunîzmê de, rêxistinên Kurd ji rastîya pirsa Kurd û Kurdistanê dûr dixistin.

Armancên nêzîk û yên dûr, li gor berjewendîyên desthilata mêtinkaran dihat eşkerekirin!
Rêxistin û partîyên kurd, ji bo berjewendîyên Pekîn û Moskowa di nav pefçûnekî de bûn.
Xortên Kurdan pirsgirekên welatê xwe ji bîr kiribûn, êdî “erkên” enternasyonalîzmê bi cîh dianîn.

Ez dîsa dubare dikim: nifşê ’78 an îdealist, bawermend, fedakar, jêhatî û ji dil bûn. Derheqê başî û çêyîya wan de, em dikarin gelek tişt binivîsin. Lê belê, rastîyek heye, ew jî, ev nifş nezan, bê tecrube û bê bername bû, weke lehîyên biharê di demek kin de, di bin bandora hêzbûnê de serxweş bûn. Kêmasî û bê asobûna xwe qebûl nekirin. Rastîya civata xwe, pirsgirêkên welatê xwe ji bîr kirin û li ber bayê “sosyalîzma Kemalist û Baasîyan” ketin nav pêşbazîyekê.

Di bin distûra: “Ji bo giştî perçe tê fedakirin(!)” Bi tirkî jê re digotin: “bütün için parça feda edilir(!)” Bi vî mêjî û nêrînê têkilîyên Kurdan û Tirkan wek “Tirk û Kurd weke goşt û nenûk e(!)” bi nav dikirin. Lê ya rastî “goşt” ew bûn, neynûk jî em bûn; neynûk çıqas zêde dibe, wek ser jêkirina me, tê jêkirin! Gelê Kurd kengî ji bo berjewendîyên xwe yên netewî serî hilda ye an ketîye nav hewldanek berxwedanê, bi qetlîam û koçkirinan rê li ber hatîye girtin û rawestandin.

Çepê Tirk, bi giranî li dij rêxistînîya netewî û armanca serxwebûna Kurdistan derketîye. Ji bo berjewendîyên dewlet û netewa xwe biparêze, xwestîye her tim ciwanên Kurd bi çîrokên pûç bixapîne. Lê dîsa jî wê demê, hemû rêxistin û partîyên Kurd, li doza xwe xwedî derketin, daxwaza serxwebûna Kurdistanê, daxwaza federasîyon û yekîtîya çar perçê Kurdistanê dikirin. Di wan deman de, tu hêz û kesayet nikaribû xortên Kurdan ji bo “demokrasiya tirkîyê” bida kuştin! Her çiqas aqilê hinekan ne ji kîsê wan bûya jî dîsa bi zimanekî tûj behsa Kurdistanek serbixwe û yekgirtî dikirin!..

Mixabin, li gorî wê demê zanîn û dîtinên nifşê ’78 an ewqas bûn! Her rêxistin, her kadroyekî pêşketî li gor derfetên xwe, li gor bîr û bawerîya xwe, li gor tecrube û hêza xwe tevdigerîya. Hemû ji bo bi ser bikevin di nav pêşvazîyekî de bûn. Gelek kes li gor dîtin û pêwendîyên xwe di nav refên rêxistinan de cîh digirtin, beşdarî kar û xebatên rêxistinî dibûn. Di wan deman de pîvana durustbûn û ji dilbûnê, kar û xebatên pratîkî bûn.

Belê bayê şoreşgerîyê di nav civata Kurd de, kelecanîyek germ, bereyek sîyasî vekiribû. Gelek kes ji ber xwe ve, ber bayê şoreşgerîyê diketin. Di wan deman de, şoreşgerî weke moda bû, gelek kes li gor berjewendîyên xwe yên şexsî, malbatî û eşîrî bi rêxistinan re pêwendî datanîn. Lewra rêxistin xwedî hêz û qewet bûn, di bin sîwana hêzên wan de berjewendîyên xwe diparastin. Li dijî dijberên xwe, wê qeweta bi kar dianîn. Sedemên gelek kêmasî û şaşîyan jî hewldanên wan derdorên hêzên rêxistinê, ji bo berjewendîyên xwe bi kar dianîn bû. Gelek rêxistin ketin nav wan şaşî û çewtîyan. Ji sedemên wan şaşîyan bedelên giran dan!

Gelek bûyer û kiryarên wê demê, encamên xwe zû bi zû nîşan nedaye. Encamên bûyeran di nav demê de hatine xuyakirin. Rast e, mirov bi berçavkên îro û li gor derfetên îro tevbigere û dest bi şîrovan bike, dikare gelek tişt bibêje, binivîse an mahkûm bike. Lê divê her bûyer li gor dema xwe, li gor mercên wê bê nîrxandin. Gelek hêsane mirov bêje, min/me şaşî kir, ez/em xeletbûn an jî em poşman in. Ev li xwe mikûrhatin, şaşîyên demên bihurî rast nake. Lê belê zanyarî û tecruba wan xebatan ji bo nifşê nû dibe ronahî û rêgehê ronî dike.Tecrube girtina ji demên borî, rê li ber şaşî û xeletîyên nû digire! Ji ber van sedeman divê em ji dîroka xwe ya bihurî dersên zêrîn derxin! Ew mafê me tuneye, em her dem şaşîyan bikin.

Dewam dike!

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir