Nivîsa ji bo pirtûka “Zarokên kêfxweş yên nifşê ’78 an” û agahdarî! 5

Di têkoşîna netewî de, ji dêvla mirov bereya hevalbend û dostan fireh bike, bi têgîna antî me bereya xwe teng dikir! Dagîrker û Kemalîstan, di bin sîwana antî-feoalîzmê de, dixwestin cıvata Kurd berî hev bidin, dev ji doza netewî berdin û Kurd şerê hev bikin. Di navbera xwe de yekîtîya netewî pêk neynin…

Ji dêvla doza netewî, hişê me bi îdeolojî û teorîyên bi kêrî me ne dihat dadigirtin. Em qolonîyek klasîk bûn, armanca me bûbû, pirsgirêkên sosyalîzmê. Mîna ku “Sovyet sosyal emperyalîst e yan Çîn sosyal faşîst e; yan her du jî sosyal emperyalîst in, teorîya Enwer Hoca ya Dunya Sêsêya rast e!?” Ev mîna nexweşîyek ku doza me ya netewî jahrdadayî bike, xistibûn hişê me!

Di bin serkêşîya Doğû Perînçek de, di nav rêxistinên Kurd de propaganda “Teorîya sê dunya” hat kirin. Rêxistina Kawa ji ber wan naqokîyan bu du beş û alîyê teorîya “sê dunya” parast xwe weke “Dengê Kawa” bi nav kir. Di demên propaganda de, gundîyan henekên xwe dikirin û digotin: “Yabo em nikarin pêwîstîyên du dunyayan bicîh bînin, ev dunya sisêya ji ku derket!?”

Nifşê ’78 an di germaya demsala çûdabûna îdeolojîyan de, şûr û mertalên xwe kişandibûn li dijî sîsteman, li dijî beşên civatê, li dijî çîn û tebeqeyên civatê radiwestîyan. Ev ji Efrika bigire heta Emerîka Başûr, ji Rohelat bigire heta Asya Navîn û Dûr di rojevê de bûn. Li kîjan welatî şoreş hebûya em xwedî û alîgerên wan şoreşa bûn! Lê mixabin doza Kurdistan, rêxistinîya netewî mijarek girîng û hesas bû; “paşverû û dijî Enternasyonalîzmê” bû(!) Aqilmend û mamosteyên Tirk ku hemû di dibîstana Îttîhat Terakkî de perwerde bûbûn û nevîyên Enver, Talat û Cemal bûn, ev aqilê dewleta dagîrker ji bo tevgera Kurd ji rêgeha netewî dûr bixe, di bin navê “çepîtî”yê de, gelê Kurd li dijî tevgera netewî bi kar tanîn!..

Bi taybetî ji 1960 an şûnda çepgîr û kemalistên Tirk, li dijî PDK başûr û bi taybetî li dijî Melle Mistefa Berzanî neyartîyek sîstematîk dane meşandin û îro jî ev neyartî û dijîtî, gihîştîye asta herî bilind. Mirov neyartî û nerazîbûna Tirk Ereb û Eceman fam dike. Bi hestên neyartîyê tevdigerin û li dijî Kurd û Kurdistan in, bê minetin! Pêwîstîya neyartî û dagîrkerîya xwe bi cîh tînin, lê belê ew kesên ji xwe re dibêjin Kurd û di bin sîwana Kurdîtîyê de sîyaset dikin, li dij Kurd ku zimanê jahrî bi kar tînin, di nav gel û beşên Kurdistanê de tovê fesadî û neyartîyê direşînin, xulamokên xulamên dijmînê gelê Kurd in. Ev derûdorên misyonertîya neyar dikin, li gor fermana dagîrkeran tevdigerin, armanc û hestên netewî pûç dikin, di nav beşên Kurdistanê û civata Kurd de tovên neyartî û dijmînatîyê direşînin !..

Hemû rêxistin û partîyên Kurdistanê yên nifşê ’78 an cudahîyên navbera xwe bi têgînên îdeolojî îfade dikirin, hevdû bi wateya wan têgînan tawanbar dikirin. Şerê navbera wan li gor destura “têkoşîna îdeolojîk, dostanîya polîtîk bû” Lê belê carnan li ser hesabê Moskow û Pekin pefçûnên giran jî çêdibûn. Rêxistina PKKê, belavoka xwe ya yekem ku “Em di rêya rast bigehîjin (Doǧru Yolu Kavrayalım)”, di manîfesto û kovara serxwebûnê de yekem armanc tesfîyekirina rêxistinên Kurd û feodalizm weke armanc diyar kir. Encama wê bername û stratejîyê şerê Kurd kujîyê derxist holê! Bi eşîretan re, bi rêxistinan re şerên giran li darxistin û ji hemû alîyan gelek zarokên Kurd hatin kuştin. Weke paleyên xirabîyê rola tesfîyekirina tevgera Kurd girtin ser xwe…

Hemû rêxistin û sazî di nav rekabetek germ û “şêrîn” de bûn. Hemûyan digotin: “şoreşgerîya herî sosyalist û welatperwer, ya rêxistina me ye.” Hinekan digotin: “em nûner û hevalbendê yekîtîya Sovyetê ne”, yên din digotin:“Em Nunerê Pekînê ne.” Hinan digotin: na em Tîran herî rast dibînin!” Rekabeta di nav sosyalizma reel de, li seranserê Kurdistanê bandora xwe nîşan dida. Ev rekabet û sîyaseta şaş, rê li ber hevkarîya nav mala Kurd digirt. Rêxistinên me derd û êşên xwe ji bîr dikirin, bi serêşa Moskow û Pekînê ve diketin tayê! Ev jî yek ji wan kêmasî û şaşîyên nifşê ’78 an bû!

Piştî damezrandina komel, rêxistin û partîyên Kurd ku di warê sîyasî, sosyoloji û dêrûnî de, bayê guhertinê li ser cıvata Kurd bandorek erênî çêkir. Hemû rêxistin, weke tov bavêjin nav erda beyar, di demek kin de bûn xwedî hêz; girseyek mezin li dora xwe kom kirin. Berîya 12 îlonê 1980an li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê şaredarî, di bin bandora rêxistinan de bû. Şaredarîyên Dîyarbekir, Agirî, Ruha, Batman, Şirnex, Dêrik û Hîlvan di bin bandora şoreşgeran de bûn. Her rêxistinekî li bajarekî desthilatdar bû.

Li gor bîr û bawerîya min, dewletên dagîrker, piştî hilweşandina komara Kurd ya Mahabadê, di navbera xwe de rêkeftinek taybet çêkirin! Ew rêkeftin di pratîka meşa Mele Mistefa ya mezin û dirêj de destpê kir û hê jî didome. Armanca wê rêketinê ya yekem ew bû ku li her beşekî Kurdistanê rê li ber pêşketin û destxistina mafê gelê Kurd bigirin! Nakokî û şer di navbera dagîrkeran de hebe jî gava pirsa Kurd û kurdistan têkeve rojevê, divê dev ji hemû pirsgirêkan berdin, li dijî gelê Kurd helwestek yekpare nîşan bidin! Ji salên 1946 an bigirin heta îroyin, ev rêkeftin di pratîkê de, di hemû deman de derketîye hemberî doza Kurd. Ew rêkeftin di hemû deman de li dijî gelê Kurd, bi taybetî ji dema Komara Mahabad û meşa mezin bigire heta Şoreşa Îlonê, Şoreşa Gulanê, Enfal, Halepçe, Kerkûk û Efrînê hatîye meşandin!..

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *