ALMANYA- Jin û merek bi tohmeta ‘kolekirina’ 2 keçên Êzidî hatin girtin

Serdozgeriya Giştî ya Almanyayê ragihand, 2 kes bi tohmeta endamtiya DAIŞê, komkujî, sûcê li dijî mirovahiyê û kolekirina 2 keçên Êzidî hatin desteserkirin.

Îro Serdozgeriya Giştî ya Almanyayê di daxuyaniyekê de ragihand, ew her du tohmetbar ku hevjîn in û xelkê Îraqê ne, roja sêşemê li herêma Bavyeryayê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê jî de Serdozgeriya Almanyayê amaje bi wê yekê kir ku yek ji wan keçên hatine kolekirin temenê wê 5 sal û ya din jî 12 sal  bûye.

Tohmetbaran di salên 2015- 2017an li Îraq û Sûriyeyê ew tawan pêk anîne û di Çiriya Paşîn a 2017dan de ew her du keç dane DAIŞê.

Serdozgeriyê da zanîn ku ew dê bi temamî nasnameyên her du tohmetbaran aşkere neke. Lê belê, li gorî zanyariyan navê yek ji wan tohmetbaran Tiwana H.S. ye û ya din jî Asiya R.A. ye û her du jin û mêrên hevdû ne.

Tiwana û Asya ji Herêma Kurdistanê ne. Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Almanyayê, Tiwana destdirêjiya seksî li wan her du keçan kiriye û Asya jî beşdarî destdirêjiya seksî bûye.

Herwiha Tiwana û Asya bi berdewamî bi her du keçên Êzidî karên malê kirine û ew mecbûr kirine ku li zarokên wan binêrin.

Ji xeynî destdirêjiyê Tiwana bi berdewamî li keça mezin a Êzidî xistiye û hevjîna wî Asyayê jî destê keça biçûk a Êzidî di ava kelandî de şewitandiye û cezayên cur bi cur dane wan.

Di beşeke din a daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ew her du keç Êzidî ne û tûndî jî li her du keçan hatiye kirin. Ew kiryarên li hemberî wan Êzidiyan hatine kirin bi armanca jinavbirina baweriya Êzdayetiyê de bûne.”

 Serdozgeriya Almanyayê di meha Tîrmehê jî de bi tohmeta “kolekirin û firotina” keçeke Êzidî  14 sal cezayê zindanê dabû jineke Alman a bi navê Jennifer A.

Roja 3yê Tebaxa 2014an DAIŞê êrişî Şingalê kiribû û bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kiribûn û 6 hezar û 417 jin û keç jî revandibûn. Heta niha 3 hezar û 575 kes hatine rizgarkirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *