Ji BÎRANÎNÊN ZÎNDANA DİYARBEKİR, RÛPELEK (2)

Di wan deman de 10-12 partî û rêxistinên Kurd hebûn û hemû jî li gor qewet û xebata xwe xwedî hêz û bingeh bûn. Hemû partî û grûbên Kurd,  ji rêxistinên Tirk yên çep dûrbûn û têkilîyên wan bi pîvan bûn!. Mafê rêxistinbûnîyek cûda û serxwebûn û dewletbûna Kurdîstanê diparastin.

Di wan deman de,  PKK ji hemû rêkistinên Kurd zêdetir li dijî çepê Tirk bû û şerê wan dikir. Di wan deman de, grûbên weke bi navê “Halkın kurtuluşçuları, halkın gücü, halkın yolu, halkın sesi, devrimci halkın yolu, halkın emeği, ÎGD û hwd” hebûn, bi tundî li dijî mafê rêxistinbûna gelê Kurd bûn û gelê Kurd weke netew nedidîtin. Di nava sînorên “Mîsak-i Mîllî” tevdigerîyan; hinan şoreşa sosyalîst dikirin armanc û hinan daxwaza demokratîkbûna Tirkîyê dikirin.

PKK di wê demê de jî, bi rêxistinên Kurd û tirk re şer dikir. Gellek kes ji hev kuştin û hevdû êşandin. Hinek rêxistinên Tirk ku îro xwe wek hevbendê PKKê nîşan didin, demek dirêj dijîtîya hev kirin. Bi taybetî derûdorên “halkın kurtuluşu, halkın birliği û IGD”ê demek dirêj ev dijîtî domand. Piştre weke ji ezman destûr girtine, bûn şirîkê PKK ê û aqilmendîya gelê Kurd dikin(!)

Baş e, ev elokên ji kadînan derketine, dîtinên wan, daxwazên wan çiqas hatîye guherandin? Ev komunistên hişk û tûj yên tirk ji bo qedera netewa Kurd çi dixwazin? Ji bo Kurdîstanê statuyek çewa pêşnîyar dikin dîyar e û ji bo ku pirê wan bi îdeolojîya Kemalîzmê jahrî bûne û ji serî de wezîfedar in, îro jî desthilatdarên wan çi bêjin ew mecbûrin li gor fermana xwedîyê xwe tevbigerin.

Em baş dizanin ku çepê tirk weke îro, wê demê de jî rolekî gelek xirab û şovenîst dişopand. Li dijî mafê gelê Kurd bendavên sîyasî avadikirin û weke îro li gel biraderên xwe yên Kemalist cîh digirtin bi tundî li dijî tevgera Kurd radiwestîyan. Her tim di nav rêxistinên Kurd de fesadî û alozî derdixistin.

Sî û şeş sal şûnde, gava mirov li wan rojên bîhûrî dinihêre, di  çepê tirk de tu guhertinek çênebûye! Do çi gotine îro jî wî dibêjin!

Yalçin küçük, Doğu Perinçek tiştên îro dibêjin 36 sal berê jî digotin. Di dîtin û sîyaseta wan de misqalek guhertin çênebûye.

Lê belê di hêzbûn û cîh girtina di nav gelê Tirk de, gelek guhertinên mezin çêbûne(!?) Berê digotin marjînal lê belê, îro bûne “mufettîşê umumî.”  Îro ew marjînalên ku malbatên xwe bi rêxistin nekirine, bûne aqilmend û xwedîyê gelê Kurd!

Medyaya PKKê îro dibin bandora û serkêşîya wan de ye. Çiqas stratejîyên perçebûn û dijîtîyê hene, bi rêya dezenformasîyonek profesîyonel li ser civata Kurd diceribînin.

Lê mixabin îro ew alîyê ku li ser navê çepê Tirk bi PKK`ê re şirîkatîyê dikin û li dijî serxwebûna Kurdistanê helwest digirin, dîwarên îdeolojîk û mezhebî di nav perçên Kurdîstanê û di nav gelê Kurd de ava dikin, komserên sîyasî û mufettîşên giştî ne!!!

Ji ber ku weke netew, em zêdetir heyran û rêzgirtê mêvanê xwe ne, demek şûnda mêvanên me dibin mazûban. Em jî di mala xwe de dibin mêvan!

Bêyomîya nav me, her diçe destê  dijmînê me û desthilatdarîya “xwedîyê” me yên serdest xurt dike.

Em li ser birîn û êşên xwe nasekinin lê ji bo dagirker û dewletên desthilatdar dikarin “fedekarîyên” herî mezin bikin! ….. (wê dom bike)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *