3yemîn Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê bi dawî bû

Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê ku li Silêmaniyê bi re ve çû bi dawî bû.

Ji 38 welatan û 14 rêxistinên navneteweyî zêdetirî 2 hezar kesan beşdarî lûtkeyê bûn.

3yemîn Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê ku ji aliyê Encûmena Bilind a Tendirustiyê ya Kurdistanê ve bi serpereştiya Serokkomarê Îraqê hat organîzekirin, 2-4ê Gulana 2024an li Silêmaniyê bi rê ve çû.

Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê bi hevkariya Zanîngeha Silêmaniyê li kampusa nû hat lidarxistin.

Di lûtkeyê de 38 welat, 14 rêxistinên navneteweyî û ji 25 zanîngehên herêmî û navneteweyî pispor amade bûn.

Di lûtkeyê de li ser sîstema tenduristiyê, xizmetên tenduristiyê, tenduristiya gel û bandora guherîna avhewayê ya li ser tenduristiya mirovan a li Kurdistan û cîhanê panel hatin lidarxistin.

Herwiha di lûtkeyê de planên stratejiyê yên demdirêj ên ji bo bilindkirina asta xizmetguzariyên tenduristiyê yên li Kurdistanê û parastina tenduristiya gel hatin gotûbêjkirin.

“Dengê xwe nedin kesên ku xema tenduristiya we naxwin”

Rêvebera Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê Goşan Qeredaxiyê got:

“Ji bo gotûbêja li ser hemû pirsgirêkên ku li Kurdistanê em di warê tenduristiyê de dijîn me mazûvaniya bijîşkên pispor kir.”

Di merasîma girtinê de Serokê Rêveberiyê yê Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê Dr. Aras Biradostî bal kişand ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û da zanîn:

“Kurdistan herêmek e û dengê xwe nedin kesên ku xema tenduristiya we naxwin.”

Rêveberê Nexweşxaneya Silêmaniyê Umêd Mihemed jî anî ziman:

“Ji bo bilindkirina asta nexweşxaneyên bajêr, xebatkarên xwe û nîqaşkirina pirsgirêkan em beşdarî lûtkeyê bûn.

Ez hêvî dikim ku hikûmet pirsgirêkên ku di encama lûtkeyê de hatine diyarkirin çareser bike.”

Civîn bi muzîk û goven û dîlanên Kurdî bi dawî bû.

4emîn Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê ya sala 2025an dê li Dihokê were lidarxistin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *