DI EDEBIYATA KURDÎ Û FOLKLORA KURDÎ DE HUNER

Lokman Polat

Niha min dest bi xwendina pirtûka hêja birêz M. Emîn Bozarslan a bi navê “Di Edebîyata Kurdî û Folklora Kurdî da Huner” kiriye.

Pirtûka lêkolîn, lêgerîn û lênêrînê ye.

Babeta hunera di edebîyata kurdî û folklora kurdî de bi şêweyeke dewlemend di naveroka pirtûkê de hatiye nivîsîn.

Rûpelên pirtûkê bi mînakên cure yên ji edebîyata klasîk a kurdî hatine xemilandin.

Kek M. Emîn Bozarslan di 90 saliya xwe de wekî xortekî jîr xebata xwe ya lêkolînî û nivîsînê didomîne, berhemên hêja diafirîne.

Pirtûk di nav weşanên “DENG”ê de li Amedê derketiye. Pirtûkê bikirin û bixwînin. Min pirtûkê xwend. Naveroka pirtûkê gelek dewlemend e. Mijarên ku di pirtûkê de cih girtine gelek in. Mirov nizane behsa çi bike û çi neke. Lê, ez ê bi kurtahî behsa hinek tiştên ku bala min kişand û dibe ku ji alî hinek xwendevanan ve nayê zanîn, rave bikim, behsa wan bikim. Wek mînak; serçaviya zimanê kurdî çiye? Koka zimanê kurdî û koka zimanê kîjan neteweyan yek in? Zimanê ku herî pir nêzîkê kurdî ne kîjan ziman in? M. Emîn Bozarslan dibêje ”serçaviya zimanên kurdî, Farisî û Belucî Pehlewî ye.” Yanî ev hersê ziman ji zimanê Pehlewî hatine holê. Kok yek e, sê şaxên kokek in. Çawa ku hinek zimanên Ewropiyan ji Latînî hatine, zimanên hersê neteweyên Aryanî jî ji Pehlewî hatiye.

 

  1. Emîn Bozarslan dibêje hinek folklorê tenê reqs û govend fêm dikin, ev şaş e. Ji blî reqs û govendê çîrok û stranên gelêrî, meselok û pêkenok, çîvanok, îdyom û peyvên pêşiyan giş di nav çarçoveya folklorî de ne. Di mijara ferqa edebiyat û folklorê de jî agahdariyên berfereh yên gelek hêja pêşkêşê xwendevanan dike.

 

Di pirtûka giranbiha ya M. Emîn Bozarslan ya li ser hunerê de, di beşa hîn peyvên pêşiyan de hunera di peyvên pêşiya de hatiye şîrove kirin. Wek mînak; li van çend peyvan, peyvên pêşiyên kurdan, çend îdyom û gotinan binêrin. ”Şam şekir e, welat ji Şamê şîrîntir e!” Welatê mirov ji şekirên xelkê şîrîntir e; welatê mirov ji Şam, jî, ji hemî ciyên dî yên biyaniyan jî xweştir e û şîrîntir e.

”Ji milkan aş, ji hacetan simteraş, ji dostan dostê ne li pêşû paş.” Di heqê dostan û giringiya dostaniyê da bi kar tê anîn û bi karanîna wê, tê ragihandin ku di dostaniyê da durustî pêwîst e û giring e; kesên dost, divê ku bi hevra tim durust bin….”Binêr rûpel / 41/42

 

Di pirtûkê de peyvên pêşiyan gelek in. Mesaj û naveroka peyvên pêşiyan hatiye qal kirin. Beşeke pirtûkê jî li ser salixdan û şibandinên pilebilind ên hunerî ne. M. Emîn Bozarslan dibêje; ”Hozanê me yê gewre Melayê Cizîrî jî di gelek helbestên xwe da bi hostatî û hunermendiyeka pirr pirr mezin, hunera ”salixdan û şibandinên pilebilind” afirandiye, çêkiriye û gihandiye destên xwendevanên Kurd.”

 

  1. Emîn Bozarslan ji bo Feqiyê Teyran jî dibêje ”Divê ev jî bê zanîn ku, Feqiyê Teyran hem hozan bûye, hem jî bîrewer bûye, yanî fîlozof bûye û ne ku di tevahiya helbestên xwe da tenê qala derdê xwe yê evînê kiriye; lê wek bîrewerek, wek fîlozofek, di hin helbestên xwe da qala hin rewş û hin tiştên dî yên pir balkêş jî kiriye.” Rûpel – 78.

 

Di vê pirtûka ku wek deryayê tê de zanîna hunerî heye, divê ji alî hunermendan, nivîskaran, rewşenbîr û siyasetmedaran ve were xwendin. Di klasîkên kurdî de, di berhemên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Siyahpuş, Pertew begê Hekarî, Şêx Evdirehmanê Axtepeyî, Evdirehîm Rehmiyê Hekarî û hwd de huner ango hunera ku di berhemên wan de ye hatiye şîrove kirin. Û herweha di stranên gelî de, di çîvanokên gelî de hunera ku heye hatiye qal kirin.

 

Di dawiya pirtûkê de ferhengok heye.  Di ferhengokê de bi sedan peyv hatiye şîrove kirin. Temenê Mamoste Bozarslan li ser 90î ye û hêj jî weke xortekî 19 salî kar û xebata xwe, lêkolînên xwe didomîne, diafirîne. Niha jî li ser îdyom û gotinên pêşiyan yên bav û kalan, ango li ser peyvên pêşiyan ên kurdî xebata xwe didomîne.

 

Têbinî / Dema min xwendina pirtûkê qedand û vê gotarê nivîsî, di înternetê/facebookê de daxuyaniya weşanên Dengê derket ku pirtûka M. E. Bozarsla ya bi navê ”ÎDYOMÊN KURDΔnû derketiye.

Di daxuyaniyê de weha tê gotin:

” Pirtûka M.Emin Bozarslan a bi navê İDYOMÊN KURDİ Cıldê Pêşin derket.

Ev xebat berhema kedekê bi rumet e û xezînekê mezin e ji bo pirtukxaneya Kurdî.

Bila dest û mejîyê Seyda Bozarslan sax be.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *