Hewcedarîya karên kollektif (rêxistinî)

Çend rûpel ji partîyên kurdî û pêwistîya ronayîbûnê   

  1. Hewcedarîya karên kollektif (rêxistinî)

Di dîroka mirovatîyê da mêjedema rêxistinbûnê ango bi tabîreka dî karên kollektif, heta pêvajoya Civata Komunal a Kevnar (primîtîf) ber bi paşve diçe. Mirovên serdema Civata Komunalî li hemberî xwezayê (tabîetê) qels bûn û di rewşeke bêparastin da bûn. Di wê serdemê da mirov hê li cîyeke dîyarkirî û bi awayeke daîmî ango cîuwarbûyî nedijîyan. Bi awayek xwezayî mirov tiştên didîtin dixwarin û her tim cîyên xwe diguherandin. Wan bi vî awayî jîyana xwe didomandin. Wek xwendoxên hêja texmîn dikin, em behsa demeke kevnar dikin ku hê mirov heywan kedî nekirine, hîn nebûne ku darên mêweyan biçênin û wd. Di wê demê da keda civatî, kollektif (ortaxî-şirîkatî) bû. Belam aletên (alavên) kar, gelek paştamayî bûn, zehmetîyên jîyanê gelek dijwar bûn û wd.; van tiştan mirov mecbûr dikir ku her kes digel hev bixebitin û keda xwe bi ortaxî xerc bikin. Mîsal; li hemberî êrîşên heywanên bejî (nekedîkirî) û li hemberî xeterên/ tofanên xwezayî, mirov dixebitîn ku digel hev wan hembêz bikin û bi vî awayî bikaribin bijîn. Bi heman awayî ew digel hev nêçîrvanîyê jî pêk dianîn.

Ev rewşa ku me behs kir, di dîrokê da bû sedemê bingehê rêxistinkirina digel hev karkirinê. Ev hewildana ortaxî ya însên di dîroka mirovatîyê da ji jîyana mirovan ya berbiçav peyda bûbû û bûbû sedemên rewşa civakê ku digel hev bikevin nav hewildanan ku rêxistinên ortaxî çêkin. Ev rêxistina ku mebesta gotinê ye, di heman demê da rêxistina ewilîn e ku ew rêxistina xwezayî jî tê binavkirin. Yanî însên, bi zanatî û di nav çarçoveyeka bernameyek (programek) da neketibûn nav hewildanê û wê rêxistinê ava nekiribû. Di pêvajoya pêşedemê da însên êdî ji koçberîyê derbasî qonaxa jîyana cîuwarbûnê bûn.

Lê di nav pêvajoyê da di aletên çêkirinê da pêşveçûn çêbûn û guhartinên çêbûyî; bûn sedem ku însên hê pêştatir û bi zanatî tevbigerin û digel hev têkevin nav hewildanan ku rêxistinên nû avabikin. Peydakirina (an îcada) tîr û kevan û agir, di jîyana mirovan da bûn alîkarîyên gelek giring, bi awayeke tevayî bûn sedemê guhartinên civakî ku wek şoreşa civakî jî tê binavkirin. Bi navê Gensê rêxistineke hê bilindtir ango mezintir peyda bû. Di vê pêvajoya dîrokê da zireet û xwedîkirina heywanan (ajaldarî) ji hev cîyê bûn ku ev bû sedemê parvekirina kar ya civakî jibo cara ewilîn di dîrokê da. Pêşveçûnên paşê jî bûn sedem ku zanaatkarî derkeve holê (meydanê) ku bi xwe ra parvekirina kar û bar ya civakî ya duyemîn bîne meydanê.

Pêşveçûnên ku di aletên çêkirinê da hatin dîtin, bi gotineka dî dema çêkirina kedê giha qonaxeka (merhaleyeka) bilindtir; êdî derket holê ku ji pêdivîyên rojane zêdetir jibo civakê îmkanên çêkirinê zêde derket holê. Ew rewşa nû jibo jîyanê, bû sedem ku hin kes ji xwe ra hin alavên ku zêde çêbûne, bike malê xwe yê şexsî. Ev jî bi xwezayî bû semedê (sedemê) ku zayîna (çêbûna) mulkê şexsî (an taybetî). Mulkîyeta kesayetîyê, bingehek çêkir ku di dîroka mirovan da cara ewil çînên (sinifên) cuda çêbin. Loma di wê qonaxê da êdî dawî li parvekirina alawan ku bi awayê xwezayî di çarçoveyeka wekhevîyê da pêkdihat, temenê xwe tije kir. Êdî di qonaxa nû da çîna ku bûbû xwedîyê aletên çêkirinê, ew bû çîna serdest ango bi tabîreka rasteqîn bû çîna koledar û di alîyê dî da jî çîna bindest çêbû ku ji aletên çêkirinê bêpar bûn û piranîya nufûsê pêkdianîn ku jê ra çîna koleyan jî hatîye binavkirin. Di encama vê qonaxê da dezgaheka teze jî hat meydanê ku jê ra dewlet hat gotin. Rêxistina dewletê bi xwe ra rêxistinên orduyê, adlîyeyê (dadgehê), zindanê (hepisxane), huquqê û dîn û wd. anîn.

Di çarçoveya jorîn da ku bi kurtayî me raxist pêşberî we hêjayan; em dikarin bi xetên qalind wek encam weha girêbidin: Mirov, wek kesayetek rastê gelek şolan (pirs- problem) tê ku nikare bi serê xwe wan çareser bike. Ev jî dibe sedem ku kesek jibo çareserkirina pirsan lazimîya wî/wê bi kesên dî jî heye ku divê ew hêz û zîrekîyên xwe bigihînin hev û di nav hunandinek da wan bi rêvebibin. Di dîroka mirovatîyê da ev bû bingehê têkoşîna bi rêxistinî.

Jibo keç û xortên kurd ez dixwazim çend rûpelên ji dîroka me ya rêxistinî bi xetên qalind raxînim meydanê. Wek resim ez dixwazim 120 sal berê çend rûpelan nîşan bidim. Ewil ez dixwazim ji qelema  Seydayê M. Emîn Bozarslan ku jibo Kovara Jîn û Rojnama Kurdistan û Mem û Zîn, wek danasîn û pêşkêşî haydarîyan pêşberî xwendoxên kurd kirîye, ji we hêjayan ra pêşkêş bikim û paşê wek berdewamî li ser pêvajoya 60-70 salên dawîyê rawestim. Lê berîya despêkirina vê nivîsara dirêj, wek anekdotek ez dixwazim çend hevokên Frantz Fanon deyn bikim ku wî li ser civata cezayîrîyan nivîsîye ku wan li dijê kolonyalizmê şerê rizgarîyê pêkanîbûn. Di navbera van gotinên Fanon û rojên îroyî da 60 sal derbas bibe jî jibo civata me kurdan jî pêdivî pê heye ku mirov li ser raweste. Xort û keçên me jî eger mecal bibînin, divê pirtûkên Fanon bixwînin û bi gotina Jean-Paul Sartre; ”Fanon bixwînin…hun dê însanê ku hişê wî/wê hatîye serî, bibînin.” yanî hun dê xwe bi xwe bibînin ku ew weha dibêje:

”Vatinîya herî mezin ya dema pêşîya me, bi timî em têbigihîşin ku li welatê me çi qewimîye. Divê em rihê ku rewşa istisnayê ye teşwîq nekin, li qehremanek an serokek negerin. Divê em însanan hişyar bikin, têgihîştina wan xurt û qewî bikin, di warê fikirandinê da wan bikemilînin, ku bi her awayî em wan bikin însên…” (Frantz Fanon)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *