Wefayî (1844-1902)

Amadekirin û nivîsandin bi tîpê latînî: Ednan Bedreddin

Wefayî (Mîrza Ebdulrehîm Sablaxî), li sala 1844an li bajarê Mehabadê ji dayik bûye. Ew helbestvanekî navdar ê kurd e ku bi zîrekbûna xwe di warê helbest û zimanê kurdî de tê nasîn. Perwerdeya xwe ya seretayî di zanistên ayîna islamê û zimanê erebî de li Mehabadê bidawî kiriye, li wir jî bawername “îcazetnama” melayetiyê wergirtiye. Lê belê, ew bi taybetî wek helbestvan hatiye naskirin, gelek caran bi tenê weke “Mirza” hatiye binavkirin.

Wefayî çend caran dilxwaz an jî ji bêçarî cihê jiyana xwe guhestiye. Ew demekê li silêmanî maye. Demeka dirêj jî li ba rêberê siyasî û olî yê naskirî Şêx Ubeydullah Nehrî maye û weke sekreterê wî xebitiye. Serokê kurd ê navdar yek ji evîndarên berhemên Wefaî bûye û cihekî teybet di dîwana xwe de jibo wî terxan kiriy.

Wefayî sê caran çûye Hecê û tê bawerkirin cara dawî li gel çend kesayetiyên kurd ên navdar ku yek ji wan helbestvan û rewşenbîrê kurd Pîremerd bûye. Her di vê serdanê de, ku dibe di sala 1902 an de rûdabe, Wefayî jiyana xwe bi sedema nexewşiya “kolêra” ji dest daye.

Di Helbestên wî de babetên bêrîkirin, evîn, pesindana ciwaniya xwezaya welat û kul û derdên moirovan û xebata wan jibo başkirina jiyanê hene. Wefayî yek ji navên diyar yên helbest û tora kurdî ye û bandora wî li ser helbestavên ku piştî wî ala çanda kurdan bilnd hiştin û bi taybetî mamosteyê helbestê yê mezin Hejar Mukriyanî heye.

Wefayî yek ji sîmbolên helbesta kurdan e û ew dê her stêreka geş di azman û tora kurdî de bimîne.

 

Şîrîn Teşî Derêsê

Tayekî rîşeyî dil be nûkî xemze dada

Destekî bo sema bird rûbendî mahî lada

Nafey gulî e’yan bû e’trî be dem seba da

Barîk û lûs û nasik, du zulfî xawî bada

Wek şaxî gul be lada, şîrîn teşî derêsê.

 

Be e’îşwe zulfî lada, le ser e’izar û zarî

Dugmey yexey tiraza, bizût hewrî beharî

Ke şew beyanî berda, gul û wenewşe barî

Selay le aşiqan da, baxî gul û henarî

Dunya be intîzarî, şîrîn teşî derêsê

 

Ke kewte çerx û gerdîş teşî be destî rengîn

Hewday le lêw û dem da, xurşîdî sîne nesrîn

Semay be “Zûzeneb” da, “Keffulxezîb” î şêrîn

Girtî xetî “medarat”, şefeq be “e’qdî Perwîn”

Sêhrêka bo dil û dîn, şîrîn teşî derêsê.

 

Le banî nareqî reşt le pêkenînî zarî

Be xende xunce gul bû, gulawî lê debarî

Wutim: Berfrmû bo ser du çawî min be yarî

Ba çawî min bibînin, Tilêsm û sêher karî

Ke serûyî coybarî, şîrîn teşî derêsê.

 

Ke zulfî kewte ser rû, hemû xetay be çîn da

Xeramî tawusaney beserwy nazenîn da

Spêdeyî beyanî be baxî yasemîn da

Fenayî pir beqa bû, demî le pêkenîn da

Sed afetî le dîn da, şîrîn teşî derêsê.

 

Nûkî teşî be gerdîş, qutbêke çerxî pêwe

“Mecerre” bû be dawî ke çerxî kewte nêwe

Wek “Zuhre” destî kêşa ke bendî qewsî Zêwe

Estêre mahî dagirt sabit kira be pêwe

Nareq be rû be rêwe, şîrîn teşî derêsê.

 

Yexey krasî laçû pişkût be herdu lêwan

Gul û şeker debarî le kuçebaxî sêwan

Zulfî ke lada, kulmî wederkewt le nêwan

Şems û qemer helatin dwênê be nwêjî şêwan

Aşiq dekewtne kêwan, şîrîn teşî derêsê.

 

Ke destî bird û hêna, be dulberî be tada

Weçerxî xist û cêray be ranî safî dada

E’yan bû penceyî roj be “Xettî Îstwa” da

Be subhî sadiq nengot “Zeneb” le nêw sema da

Heyret le “ma sîwa” da, şîrîn teşî derêsê.

 

Dilêyî le nîweşew de spêdeyî beyane

Qedî gul û demî gul, du memkî qûtî giyane

Le baxî yasemîn de şikoveyî gulane

Beharî bê xezane, şîrîn teşî derêsê.

 

Ke kewte çerx û gerdîş teşî be ranî lûsî

Dekewte baybûsî du zulfî abnûsî

“Zeneb” le mangeşew de dehate çaplûsî

Le ban beyazî gerden be xettî xoş nûsî:

Mehtabe paybûsî, şîrîn teşî derêsê.

 

Du zulfî çîn be çîn kird, ke nafeyî xetaye

Du memkî xiste ser liq, henarî dilgûşaye

Be xende çerxî pêda ke şewq û neş’e waye

Be nukte pê nîşan dam, sema le ser hewaye

Hemû işare waye, şîrîn teşî derêsê.

 

Şikova wa helista, le zêr û zêw hûbabî

Le kewserî beheştê, derûnî pir kirabî

Xir û letîf î nasik, bilûrî xûdnûmabî

Be curmî nukî derzî, le nîwî derzî dabî

Diyare serwî wabê, şîrîn teşî derêsê.

 

Qûtûyî lu’liyane le zêwî darjawe

Be terzî dirzî derzî le xowe dirzî dawe

Le ber nezaketî roj, rewaqî dadrawe

Lebaleba le hikmet, le şehdî helkrawe

Be mey e’yan kirawe, şîrîn teşî derêsê.

 

Be daûdil ke sosin le xuncegul yereq bu

Be hatûçoy semawe gulî wereq werq bû

Şeqayêqekî şeq bû, şeqayêqê ke şeq bû

Be e’areqî e’rûqî ke serxoşî ereq bû

Be mey çi mustheq bû, şîrîn teşî derêsê.

 

Şîfay cerahatî dil nebû ke teşî restî

Şesperî xawî xoy bû, wa deperî le destî

Hetîwî keleşeq zû, be dawî hîle bestî

Le tawî hatûçoda, be lêwî xunce kestî

Be roh û dil, be qestî, şîrîn teşî derêsê.

 

Demî le bîrexewde cemalî wim be dil dî

Du çawî mest û kalim wekû xezalî sil dî

Egerçî newbeharim be rengî baxî gul dî

Henarî newresîdem şikaw û xaw û bil dî

Gulim le xak û gul dî, şîrîn teşî derêsê.

 

Wutim: Çi bû nemamim! Be xal û xet nemawî?

Wekû behar û sunbul belaw û têkşikawî

Wutî: Gulaw pîsbûwe, şikovegul, gulawî

Be gerdîş û semawe, sitareyî semawî

Be serçû çawirawî, şîrîn teşî derêsê.

 

Meken men’î “Wefayî” ke xaw û dil belawe

Be daûdil, dilî xoy be dawî zulfî dawe

Serêke mestî naze, dilêke boy nemawe

Dilim heqî be deste, fetway serim dirawe

Ebem xezale çawe, şîrîn teşî derêsê.

 

Çawrêyî Mujdeyî Nesîmim, Ta Le Gulşen Dêtewe

 

Çawrêyî mujdeyî nesîmim, ta le gulşen dêtewe

Belke fermayiş bike gul, bulbulum ba bêtewe

 

Wa we’îdî befrî zistane û fîraqim kewte dil

Mer be bay we’dî wîsalit kêwî dil reş bêtewe

 

Mîrwehî zulfit le dewrî awirî rût bê çilon

Awirî e’şqit be awî çawî min dekujêtewe

 

Sûçî zulfit bû ke perwaney dilim rûy kirde rût

Agirî weslî şem û perwane şew dekrêtewe

 

Xettî mihr û zulf û xalî huccetî mulkî dile

Neqşî ew muhre be awî “Xurxure” naçêtewe

 

Kêwî hicret xiste ser şan û dilim pêxistiwe

Ta nega destî be zulfit zehmete hestîtewe

 

Sed keret xistmete gêjî mehlekî behrî fîraq

Axirî qullabî mûjganit derim dênêtewe

 

Mezree’y mîhr û mehebbet tuxmî weslî şîn nekird

Gul be şadî wa deçênim, xarî xem dertêtewe

 

Xot dezanî muddetêke ser û pamalî cefam

Key wekû neqşî qedem ser ême zêrî bêtewe

 

Dil ewe kewtûte zîndanî xem û qurbantim

Tayêkî zulfit binêre belke bom derbêtewe?!

 

To Xuda takey le tarîkî şewî hicranî to

Dest û ejno dabinîşim, Rebbi key roj bêtewe?!

 

Bê îşarey “hikmuhul e’înû” şîfat naye şîfam

Xot dezanî zamî dûrî sextet xoş nabêtewe

Fikrî min çunke deqîqî e’aşiqî qeddî ewe

Mû le mû gîrawe, çi bkem lêk cûy nabêtewe

 

Naxoş û Mestî Du Çawî Kalim

 

Naxoş û mestî du çawî kalim

Heqem be deste eger binalim

Be xemzey çawit be xendey zarit

Birdiyan be xaret xew û xeyalim

Fermût çilonî çi blêm ezîzim

Dûr le zulfî to, kafir be halim

Seba dexîlim heta ku mawim

Bilê be zarî biro bexalim

Demêkî ba bê daway dilim ke

Be çawakanî gelê bêhalim

“Wefayî” çî dît le ser bigêrê

Nema le ser to ne ser na malim

 

Ta Badî Xezan Daye Gul û Bergî Rezanim

 

Ta badî xezan daye gul û bergî rezanim

Sed çê weku bulbul le cege daxî xezanim

 

Wek bergî gulim dî ke be ba çû be esîrî

Kir kewtim û şêtbûm, hepasbûm, lal bû zubanim

 

Qumrî were heta demrîn pêkewe bigrîn

Tu serwî rewanet çûwe , min rohî rewanim

 

Bulbul were ta rohî min û toye binalîn

To baxî gulanet çû, emin daxî dilanim

 

Ke min sirrî dem û e’şqî miyanî nedezanî

Eşkim bûye xemmazî hemû razî nîhanim

 

Işim hemû nalîne le îşî dilî rêşim

Karim hemû giryane le ber derdî giranim

 

Bo gerdenî to bûme esîrî serî zulfit

Min morxî şebawêzim û e’aşiq be beyanim

 

Can bexşe delên maçî demit wextî tebessum

Ta key bimrim mue’cîzey em sirre nezanim

 

Cezbey nîgehit nehêştim – be biroy to –

Qiblem çûwe ta mestî meyî pîrî moxanim

 

Fermûyî: Le gel hatim eto roh bide, çawim

Sa saqî, de camê ke herwa nîgeranim

 

Çawit be nîgehkirdin û zarit be tebessum

Hatin be temay e’ql û dil û canim

 

Ew deste siwarêke, emîş taze beharê

Ew raw û şikarêke, minîş kas û nezanim

 

Kêw hate seda û nale be hawarî “Wefayî”

Carêkî le to karî nekird, ah û fuxanim

 

Sendt fra E-post for Windows

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *