Hemû Parçeyên Kurdistanê Divê Ji Hiqûqa Hevdû Re Rêz Bigrin…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Hiqûq, roja ku însanetî qewimî, jîyana bi hev re û civakî dest pê kiriye, ket nav jîyana însana. Loma jî dîroka hiqûqê gelek kevn e.

Mirov dikare gelek terîfên hiqûqê bike. Gelek vekiriye ku dema civat nebe, însan bi hev re nejîn, ji hiqûqê nayê qal kirin. Loma jî hiqûqa her civatekê heye û cûda ye. Gor şertên civatan, gor efkar, naveroka jiyana wan civatan, hiqûq çê dibe; gora şertên nû pêş dikeve, kamil û realîza dibe û sîstematîkekê qezenç dike.

Loma jî, ji hiqûqa dewletan, ji hiqûqa eşîretan, ji hiqûqa miletan, ji hiqûqa neteweyî û navneyteweyî, ji hiqûqa partîyên siyasî, ji hiqûqa weqfan, ji hiqûqa ticarî/şîrketan, ji hiqûqa jinan û mêran, ji hiqûqa medenî, û.w.d qal tê kirin.

Di hemandem de dema mirov ji hiqûqê qal bike: Ji hiqûqa nivîskî qal nake. Lewra hiqûq bes bi niviskî çê nabe..

Mirov dikare ji du kategorîyên hiqûqê qal bike. Kategorîyeke hiqûqê, hiqûqa niviskî ye. Kategorîya duyemîn ya hiqûqê jî, hiqûqa xwezayî û ne niviskî ye.

Hiqûqa nivîskî, berê li Împaratoriya Romayê çêbûye. Hemû dewlet û împeratoriyên din yên li dinyayê jî, ji wan model wergirtine.

Lê hiqûqa devkî, her civatek, di nav meş û pêwendiyên civakî û hewcedarîya civatê çê dike..

Heger miletek xwedî dewlet be, bi giranî hiqûqa niviskî derbas dibe. Ciyê ku hiqûqa niviskî bersîv nede, wê demê serî li hiqûqa devkî û civakî tê xistin.

Neteweya kurd, xwediyê dewleta xwe nîne. Ji bona vê jî li Kurdistanê hiqûqa niviskî, hiqûqa dagîrker û kolonyalîstan e.

Lê ji derveyî hiqûqa kolonyalîstan, di nav miletê kurd de hiqûqa civakî û devkî û edetî heye û gelek jî xurt e.

Bes li Başûrê Kurdistanê hiqûqa niviskî û devkî û civakî û edetî bi hev re dimeşe.

Loma gelek aşkere ye ku, ji bona kesekî, malbatekê, cîrantiyê, çîn û tebeqeyan, eşîretekê, miletekî, dewletekê hiqûq gelek girîng e. Heta bi wateyeke din, însan, malbat, cîrantî, eşîret, millet, dewlet hiqûq e.

Dema însanek, malbatek, cîranek, eşîretek, çîn û tebeqeyek, milet, dewlet xwedîyê hiqûq nebe, li wir tevlıhevî û anarşî dibe. Wê demê rêzgirtin, hak û hiqûq parastin mimkun nabe. Bêhiqûqî dibe sedema nakokî, pêwendîyên nexweş û şer.

Ew jî di heman dem de xeter dibe, zirar dide.

Loma jî hiqûq, pêkvejîyan e. Pêkvejîyeneke aram û wekhev û bi edalet e.

Wek tê zanîn Kurdistan ji aliyê dewletên kolonyalîst de hatîye dagîrkirin û parçe kirin. Loma jî hiqûqa di navbeyna hemû parçeyan de û di rêxistinên hemû parçeyan de bi hev re û di nav xwe de gelek girîng e. Pêwîst e ku dema em ji hiqûqa nevxwe re rêz negirin, dewletên kolonyalîst gelek bi hêsanî dikarin di nav me de provokasyonan û şerê navxwe û dijîtîyê li dar xin.

Divê her parçeyeke Kurdistanê ji hiqûqa parçeyên din re, her rêxistineke Kurdistanê ji rêxistina Kurdistanê û rêxistinên parçeyên din re rêzgirtî bin. Dema ev hiqûqa bimeşe, wê demê di navbeyna her parçeyên Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê de biratî, hevkarî, aramî, wekhevî, edalet pêk tê.

Ceribandina Kuırdistanê jî vê yekê nîşan dide.

Jİ HİQÛQA PARÇEYAN RE RÊZGİRTİN TÊ Çİ WATE YÊ…

Divê her parçeyek Kurdistanê, destwerdana îradeya parçeyên din neke. Rê û rêbaza ji aliyê parçeyekê de hatiye diyar kirin, divê ji aliyê parçeyên din yên Kurdistanê ve bê rêzgirtin.

Divê hemû partîyên Kurdistanê, serokên Kurdistanê, sîstem û pergela Kurdistanê rewa bipejirînin!

Partî û rêxistineke Kurdistanê, divê ji derveyî parçeyê xwe, li parçeyên din yên Kurdistanê, çi bi dizî û çi jî vekirî xwe bi rêxistin neke!

Partiyên Kurdistanê ji hevûdu re alîkar û piştgir bin. Gor hiqûqa biratî di nav peywendîyê de bin û bi hev re tifaq bikin.

Partîeyek Kurdistanê, divê bi dewleteke dagîrker re, li dijî parçeyê din nekeve nav pêwendîyan.

Di pratîka Başûrê Kurdistanê de jî, divê ji Serok, Hikûmet, Meclîs, hiqûqa wan re rêzgirtî bin.. Hiqûqa wan binpê neke.

LİDEWLETA KURDİSTAN A MEHABADÊ MÎNAKEK BAŞ YA HİQÛQÊ Dİ NAVBEYNA ÇAR PARÇEYÊN KURDİSTANÊ DE…

Dewleta Kurdistan ya Mehabadê, dewleteke kurdistanî bû. Temsîla hemû parçeyên Kurdistanê dikir. Lewra berpirsîyarên her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî avakirina dewletê bûn. Hemû rêxistin û hemwelatîyên Kurdistanê jî Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê wek dewleta xwe nas kirin. Jê re îteat kirin û jê re piştgirî kirin.

Bi taybetî jî Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, di damezrandina dewletê de xwedîyê giranî û berpirsîyarî û temsîleke giran bûn. Hêza çekdar ya dewletê, hêza serok Mele Mistefa Barzanî bû. Loma jî bû wezîrê bergirî û serleşkerê dewletê.

Dema ku berpirsîyar, rêxistinên Kurdistanê ji dewleta Kurdistanê re piştgirî kirin û bi berpirsîyarî beşdarî dewletê bûn, ji hiqûq, makezagona, pergel û rejîma dewletê re rêzgirtî bûn. Bê qeyd û şert ji Meclîs û hikûmeta Kurdistan û serokdewlet Pêşewa Qazî Mihemed re îteat kirin. Hiqûqa dewletê nas kirin.

Bi taybetî helwesta Serok Mele Mistefa Barzanî ya hiqûqî, di dewleta Kurdistanê de dersdar, ibretî, balkêş, hewcedarî rêzgirtinê ye. Serok Barzanî her çiqas xwediyê hêza çekdar bû jî, bê qeyd û şert serokatîya Pêşawa Qazî Mihemed, PDK Îranê, Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê pejirand. Hemû biryarên dewletê û Pêşawa Qazî Mihemed pêk anî. Bê hiqûqî nekir.

Dİ VÊ MİJARÊ DE PİRSGİRÊK PKK YE…

Hezar mixabin di vê mijara bingehî de, kurd bi PKKê re xwediyê problemeke mezin in. Ev problema li hemû beşên Kurdistanê heye. Bi taybetî jî di vê merheleyê de li Başurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê hebûna PKKê, xetereke mezin teşkîl dike.

Sedema vê yekê jî PKK rêxistineke Kurdistanê nîne. Rêxistina dewletên kolonyalîst e, an jî bi wateyeke din, di bin xizmeta dewletên kolonyalîst de ye. Lê li derûdora xwe kurd civandine.

Loma ji hiqûq û îradeya her parçeyekê re rêzgirtî nîne. Hiqûqa her parçeyeke Kurdistanê binpê dike. Li hemû parçeyên Kurdistanê partî û rêxistinên Kurdistanê, serokên Kurdistanê rewa nabîne. Bi şidet û bi çek, ji bona ku wan tasfiye bike êriş dike.

Li her parçeyekî Kurdistanê, li ser navê xwe rêxistin ava dike. Di aleyhê neteweya kurd û Kurdistanê, bi dewletên kolonyalîst re pêwendî çê dike, li ser navê wan êriş dike. Ceribandina Kurdistanê tijî êrîşên PKKê ne.

PKK, rejîm û pergal, hikûmet û meclîsa Başûrê Kurdistanê nas nake, rewa nabîne. Rêxistinên Kurdistanê dijmin îlan dike.

Gund îşgal kiriye. Gundîyan binçav dike. Ji gundîyan bac/xeracê bi zorê digre. Di navbeyna gundan de mûrakebeyê çê dike, nahêle ku gundî bi rehetî biçin gundên xwe. Nêzikî gundan beregehan ava dike, ew jî dibe sedema êrişên dewleta Tirk.

Girîngtirîn mijar ew e ku Şengal dagîr kiriye!

DİVÊ HİKÛMETA KURDİSTANÊ PÊŞÎYA VÊ XETERÊ BİGİRE Û PKK Jİ KURDİSTANÊ DERXE…

Min gelek caran li ser vê mijara girîng analîz kirin, rexne anîn ser zimên, ji bona çareserî pêşniyar pêşkêş kirin. Hezar mixabin di van rojên dawî de bûyerên li Başûrê Kurdistanê carek din acîlîyeta vê pirsê derxist holê.

Şêladizê çi bû em di Kurdistan24an de bibînin.

“Piştî ku li nahiya Şêladizê ya ser bi qeza Amêdîyê ve xwepêşandanek ji bo şermezarkirina kuştina welatîyên sivîl û daxwazkirin ji Sûpayê Tirkiye û hêzên PKK, ku ji navçeyên wan dûrkevin û şerê xwe bibin derveyî navçeyên wan, êdî xelkê sivîl ê navçeyê nebe qurbanî hatibû rêkxistin, hejmarek ji xwepêşanderan arasteya xwepîşandanê guhert û çûn e ser binkeyek serbazî ya Sûpayê Tirkiye û hin otombêlên serbazî şewitandin.

Xelkê navçeyê li dema xwepêşandanê daxwaz ji Sûpayê Tirkiye û hêzên PKK kir, navçeyên wan vala bikin û meydana şerê xwe ji xelkê sivîl dûr bikin û êdî xelkê navçeyê nekene qurbanî wan hevrikîyan.
Çendîn sal in xelkê navçeyên sînorî yên devera Amêdîyê bi sedema bombebarana balefirên şer ên Tirkiyê û hebûna PKK rastî rewşeke xerab bûn e. Ew jî bi sedema şehîd bûn û brîndarbûna welatiyên sivîl bi sedema topbaran û bombebaranên Tirkiyê û şewitandina rez û baxên wan. Herweha girtin û revandina runiştvanên gundên navçeyê ji aliyê hêzên PKK û bê behirkirina wan, ji jiyan û dahatê navçeyên xwe.”
Ev bûyera gelek xeter e. Di pêşeroj de ji provokasyonên nû re dibe bingeh. Berpirsîyarîya vê provokasyonê jî PKKê ye.

Hikûmeta Kurdistanê divê bi piştgirîya partîyên Kurdistanê û Hikûmeta Federal pêşîya vê xeterîyê bigre. Ev jî bi derxistina PKKê ji Başurê Kurdistanê dibe.

Amed, 01. 02. 2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *