Federasyonên FNDK- FKKB peyama serxweşiyê belav kirin

Federasyona Navneteweyî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) û Federasyona Komalen Kurd li Beneluxê (FKКB) serxweşîyê didine malbata mîrê êzdîyan Mîr Tehsîn Beg, hemû êzdîyên cihanê û tevaya gelê kurd bo kirasguhastina wî serekê dînê êzdîtîyê.

Di peyama serxweşiyê ya FNDKê û FKKBê de wiha ye:

Qedera wî bi êş û azaran, bi xemgînîyan û nexweşîyan, bi hêvîşikestinê û bawerîyên bo rojên pêş va, herwiha bi girêdana esil û koka xwe va, bi ruhanîya xwe ya kûr, qedirgirtin û bêhesab pir hezkirina miletê xwe û wê rola mezin va dagirtî bû, ku herdem jî bûbû bingeh û çavkanîya jîyana wî.

Esil û esasê min /noblesse oblige/ rêberîya min dike ku ez di jîyanê da herdem xizmetkarê gelê xwe bim, bi xem û xeyalên wî va bijîm

Lê di bîranîna me, bîranîna gelê me û wan kesan da ku bi dînê xwe va êzdî ne, kê ku miletê xweyî dilrehm, helal, carina jî dilsax û nazik, berbihêr û mêrxas hiz dike, navê Mîr Tehsîn Sehîd Beg û bîranîna wî a geş û bedew wê heta hetayê di dil û sewdayê wan da bimîne.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *