Nivîsa ji bo pirtûka “Zarokên kêfxweş yên nifşê ’78 an” û agahdarî! 9

ÇEND TÊBİNÎ Lİ SER DÎROKA PDKT/KUK Ê 2

Di salên 1977-1980-81, li Bakurê Kurdistanê tevgera netewî bi lez geş dibû û girseyan himbêz dikir. Di seranserê vê heyamê de PDKT/KUK, li Bakurê Kurdistanê, bi ajotina xebatên di nava beşên karker, gundî, esnaf, ciwan û rewşenbîran de bû tevgerek girseyî. PDKT/KUK, di qada xebata demokratîk jî hinek gavên girîng avêt: li gelek cîyan di xebatên sendîkal û demokratîk de serfîrazîyên girîng bi dest xist. Li Bakurê Kurdistanê, bi hêzên netewî yên demokratîk re pêwendîyên nêztir û dostanî danî, ji bo nêzîkbûna hêzên welatperwer girîngîyek taybet rê da. Di encama van hewldanan de, di dawîya 1979 an de, bi DDKD û Rêya Azadî re “Yekhêzîya Demokratîk a Netewî” (YDN) ava bû. Lê YDN ji ber hin pirsgirêkan serfiraz nebû. Li Turkîye, bi gelek rêxistinên çep yên pêşverû re pêwendîyên nêz hat pêşxistin.

Piştî Kongreya 1977 an PDKT/KUK, giranî da pêwendîyên dervî welat jî. Li perçê Kurdistanê yên din û Rojhilatanavîn bi gelek rêxistinên pêşverû û partîyan re têkilîyên germ danî, bi wan hêzan re alîkarî û hevkarîyên beranber pêşde xist. Giranî da ser xebata nava karker, xwendekar û penaberên li Ewropa û li wir di demek kin de gavên girîng avêt. Li hinek welatên Ewropa komel û komete hatin avakirin, bi Kurdî-Tirkî weşanên çandî û demokratîk ku derxistîye bi rêzê kovarên bi navê PALE, KULÎLK, QÊRÎN û NIŞTÎMAN e.
Piştî derba leşkerî-faşîst ya 12 Îlon 1980 yî, ji bo tevgera şoreşgêr ya Turkîye û Kurdistana Bakur heyamek nuh û zahmed dest pêkir. Mîna hemû rêxistinên din, rêxistina KUK jî ji ber mercên giran yên wê heyamê, bi arîşeyên nuh re rû bi rû ma. KUK, bi ketina vê heyama nuh re, ji bo çareserkirina arîşeyên xwe yên giran dibûn û li gorî mercên heyamê ji bo destnîşankirina şêweyê xebatek nuh, ket amadehîya civandina Kongre/Konferansek berfireh. Lê mixabin ji wan hewldan û konferansan jî encamek ber bi çav derneket holê.
KUK, hinek tezên PKYS (Partîya Komunîst a Yekîtîya Sovyetê), wek tezên revîzyonîst didît û xetek ku sîyaseta Yekîtîya Sovyetê ya hundir û der rexne dikir dajot. Komek ku xeta PKYS û sîyaseta Yekîtîya Sovyetê rast didît, wek eger “qetandina îdeolojîk” rêdan, piştî 12 Îlonê mercên perçebûna PDKT/KUK`ê yê pêşî afirand. Ev komika ku di Kanûn`a 1982 an ji rêxistinê qetîya, piştre navê KUK-Meyla Sosyalîst wergirt.

Bêşik, egera bûyera dabeşbûnê/veqatindinê ne ev tenê bû. Pirsgirêkên girîng yên rêxistinê ku ji wesfê wê çêdibûn hebû. Di heyama nuh ku bi 12`ê Îlonê destpêkir, tevlî arîşeyên binyadî hin arîşeyên rojane jî lê zêde bûn. Tevlî vêna, rewşa bawermendîya nava rêxistinê û faktorên mîna nakokîyên kesan jî di vê bûyera veqatandinê de rolekî girîng sitendibû. Encamên wan nakokî û pirsgirekan bixwe re rîzîbûn, bêbawerî û têkçûn anî. Ew kesên rê li ber têkçûnê vekirin îro weke tu tiştekî nekiribin dixwazin xwe bi “heft qalibê sabûnê” paqij bikin. Li mixabin em bixwazin an nexwazin dîrok başî û nebaşîyê, qencî û xirabîye, çêkir û xirab karan yek bi yek dinivîsîne!

Bi kurtasî û bi taybetî ez dixwazim rastîyek radestî dîrokê û xwendevana bikim, di dîroka PDKT de, du demên zêrîn û çalak heye. Kî çi dibêje bila bibêje lê rastî her dem li holê ye. Dema yekem ya zêrîn kar û xebatên di bin serokatîya gorbuihûşt Seîd Elçî hatîye meşandine. Ev xebat û hewldanên wê demê, ji bo bingeh û geşbûna rêxistinkirina tevgera Kurd gelek rolek mezin û girîng lîstiye. Dilsozî û israrbûna Seîd Elçî, tirs û xofekî mezin bi dagîrkeran re çêkirîye. Sekin û helwestên wî yên dadgeha Antalya him bi giştî dagîrker, him jî Kemalist tirsandine. Ji wan sedeman e hinek derûdor bi piştgirîya dagîrkeran dijîtî û neyartîya têkoşîna wî kirine. Hinek heval û alîgerên wî bixwe durûtî kirine, xençera jahrî bi kar anîne!

Di dîroka PDKT de dema duyem ya zêrîn jî di navbera salên 1977-1980 an de ye. Rêxistbûn, girsayî, têkoşîn û hêzbûn di nav wan salan de çêbûye. Partî di wan deman de, şaxên rêxistinê li hemû bajar û navçan saz kirîye, xebata veşartî û vekirî, li gor şertên demê meşand û amedekarîya têkoşînek mezin kir. Lê mixabin pirsgirekên navxwo û problemên rêveberîyê û êrîşên dagîrkeran rê li ber geşbûnê girt.

Xebata di nav sê salan de ji alîyê PDKT/KUK ê ve hat meşandin cihê serbilindî û kêfxweşîyê ye. Her çiqas ev kar û xebat weke kelemek ketibe pêsîra hinek xêrnexwazan jî dîsa jî ev bingeha welatparêz her tim helwestên netewî nîşan daye û li ber bayê desthilatdaran nereqisîye. Kêmasî, şaşî û xeletîyên xwe tu carî înkar nekirîye û her dem li gor paşerojê xwestîye hêvîyên netewî xurt bike. Lê belê di hemû deman de hinek xêrnexwazên xwedî êş, rê li ber wê bingehê girtîne û dijîtî kirîne. Weke Beko Ewan fesadî û bêbextî ji xwe re kirine kar. Ev jî rastîyek jiyana me ye, min xwest radestî dîrokê bikim.

Ez dixwazim weke têbinîyekî agahdarîyekî bi xwendevanan re par bikim. Ji bo tomarkirina ked û xebata me ya hevpar min xwest pirtûkek amade bikim û di wê pirtûkê de berpirs û kadroyên sereke rexne û xwerexnên xwe, dîtin û şîrovên xwe, pêşnîyar û nîrxandinên xwe, tecrube û zanyarîn xwe bi nîfşên nû re par bikin. Ked û xebatên me yên hevpar weke belgeyek radestî dîrokê bikin. Lê mixabin heta niha ez negihîştim wê armanca xwe. Min di meha heftan 2014an de nameyek ji hemû berpirsên PDKT/KUKê ku di navbera salên 1977-1996 an rêvebirî kiribûn şand. Min daxwaz ji wan kir ku keda xwe pêşkêşî dîrokê û nifşên nû bikin!. Bi pêwendîyên rûbirû û telefonî, giranîya wan, bi germî li proja min nihêrîn. Naveroka nameya min ji 72 pirsan pêk dihat û min dixwest bersîva wan pirsan bi şêweyek objektîf bê dayîn, lê belê ev du sal derbas bû, tu bersîvek negihîşt destê min. Ez rabûm carek din di 31-05-2016 an de, min nameya duyem şand û pirsên xwe dubare kir.

Bi giranî dîsa bêdengîyek mezin derket holê. Du kesan vekirî gotin: “em naxwazin bersîv bidin!” Biraderekî jî 20 rûpel nivîsîbû, lê bi kurtayî di hemû bersîvên xwe de digot: “Ez wê demê ne berpirs bûm, haya min ji wê mijarê tune ye!” Ev tabloya hanê jî wêneyek radixe ber çavan. Bandora têkçûn û paşveketinê, tesîrek giran li ser kadroyên sereke kirîye û êdî naxwazin an newêrin bi xwe re rûbirû bibin!. Ev rewş û rastîya hanê jî encamên sîyaseta serneketî nîşanî me dide. Bi ya min divê lêkolîner û civatnas li ser vê mijarê bisekin û serê bi êşînin. Sedemên têkçûnê û bi serneketbûnê çibûn?

Cano AMEDÎ

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *