Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Tuesday, March 19, 2019

Rengên Mêrdînê zindî dibin 

Li Mêrdînê Dêra Protestan vebû

Tekoşîn Kew

BasNews – 

Beriya 160 salan Protestanên ku hatibûn Mêrdînê ji xwe re xaniyek kiribûn dêr û ayînên xwe di vî xaniyî de pêk dihanîn. Piştî ji ber hin sedeman mesîhî ji Merdînê barkirin dêr bê xwedî û bê cemaet ma. Ew dêr di salên 1960’an de ji ayînan re hate girtin. Beriya 2 salan civata Protestanan ya Amedê xwest ku li Mêrdînê civatê û dêrê bi zindî bikin. Ji bo zindîkirina civatê jî ji Amedê Pastorek tayîn kirin. Di vekirina dêrê de Parlamenter, serokşaredar û Keşîşên dêrên din jî bêşdar bibûn.

Piştî xebatek baş dêr vebû

Pastorê Dêra Protestan a Mêrdînê Ender Peker, kurdekî ji navçeya Licê ya Amedê ye. Ji zaroktî ta ciwaniya xwe li Amedê jiya ye û xwendin û perwerdehiya xwe ya olî li Amedê temam kirî ye. Dêra Protestan a Amedê, beriya 2 salan biryar da ku li Batmanê civata xwe zindî bikin. Lê belê paşê vê biryarê dihuherîne û biryareke nû dide ku di şûna Batmanê li Mêrdînê dêrê veke. Pastor Ender Peker di derbarê van biryaran de wiha axivî:  “Em ji bo Batmanê dixebitîn û me niyaz dikir ku ew biryara me pêk bê, lê biryar guherî. Tayînkirina me bi niyaz, xwestina me û civata me pêk tê. Piştî biryar hat stendin, ez û malbata xwe em 2 sal berê hatin li Mêrdîn bi cîh bûn. Min dest bi restorekirina dêrê kir. Wek hûn jî dizanin ji ber ku derfetên mezin ên aborî û demek dirêj pêwîste, dema ku mirov bêje em ê dêrê vekin jî venabe. Li gel van derfetan destûra vekirinê û civat pêwîst e.” Peker da zanîn ku dema ew nû hatiye Mêrdînê, dêr talankirîbûye, berî her tişti wan hosteyan girtiye, kevirên dêrê paqijkirine, derdora keviran vekirine û axa navbera kevira nû kirine Peker wiha dom kir:

“Roj bi roj em xebitîn û me restorasyona dêrê qedand. Paşê me ji dêr û civatên Protestan ên din re nameyan nivîsand. Me ji wan re got ku em li Mêrdînê dêra xwe vedikin, lê belê dêra me di rewşeke xerab de ye û me daxwaza alîkariyê ji wan kir. Mala wan ava, ji protestanên her aliyê Tirkiyeyê ji bo me alîkarî hat. Ji bilî yên Tirkiyeyê ji yên Ewropa û Amerîkayê jî alîkarî ji me re hate şandin. Ji ber ku civata me li vir kêm bû, me nikaribû bi serê xwe vî karî pêk bihaniya. Em spasdarên ew kes û dêrên ku alîkariya me kirine. Beriya hefteyekê jî me dêra xwe vekir. Êdî dêra me amadeye ji bo perestiyê û li Mêrdînê bûye dêra duyem ku her roj wê vekirî bi. Em protestan deriyê dêrên xwe perestiyê xwe ji her kesî re vedikin. Her kes kare were li me guhdar û temaşe bikin. Protestan, keldan, bê bawerî, misilman û suryaniyê katolîk an jî ortodoks kî bixwaze kare tevlî me bibe.”

Li Mêrdînê dîroka Protestanan

Suryan, misilman, keldan û protestan beriya 160 salî li Mêrdînê bihevre dijiyan. Lê ji ber sedemên civakî û zextên dewletê 60 sal berê civatên mesîhî ji welêt dûrketin û piranî êdî li Emerîka û li Ewropa dijîn. Pastor Ender Peker behsa bîranîneke xwe dema restorekirina dêrê dike. Peker, “di dema restorasyonê de gelek kes hatin dêrê lê yek ji wan kesan hebû navê wî Îmmanuel bû ket hundir û got ev dêr dêra meye hûn kî ne hûn li vir çidikin. Min jî jêre got apo hele were tu kî ye û apo destpêkir got: “Ev dêr ya me ye em li vir diman  cıvata me jî li vir bûn. Di sala 1960 an de me ji vir koç kiriye û niha em li Emerika dijîn. Min jî jê pirsî ciqas civat hebû? Îmmanuel jî got 75 malbat hebûn û malbat bi malbat û nav bi nav jiminre hejimart û min jî li gel xwe nivîsand . Ez bawerim ku hejmara protestana zêdetire. Ji ber ku li Mêrdînê nexweşxaneya protestana û koleja wan jî hebû û ez ji kîjan kalî dipirsim dibêjin ev der yê protestana ye ew tax ya protestana ye ewder goristana wane ez bawerim ku hejmara wan ji 75 malbatan zêdetir e.”

Di çîroka Mêrdînê de xweşbînî

Wek tê zanîn ku bajarê Mêrdînê bi cudabûna ol a, baweriya û nijada tê naskirin. Ji Mêrdînê re bajarê xweşbînî yê tê gotin û Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê jî li ser vî bajarî bi giringayî disekkine. Ev xweşbînî ji hemû ol, bawerî an jî nijada tê xuyakirin an nayê xuyakirin nayê zanîn le Pastor Ender Peker li ser vê mijarê nerazîbûna xwe bi van gotina tîne ziman, “Di salên 1960’î de dewlet gelek zilm û zext li mesîhîya kir û civatên van baweriyan ji welatê xwe koç kirin. Gelek sedemê koç kirina wan heye wek darbeya leşkerî û kesên derdorê yên ne mesîhî ku zext li wan dikirin. Her çiqas niha bêjin Mêrdîn cîhê xweşbînîya bawerî û ol an e. Lê belê ev tişt tenê ji bo turîsta ya ger bi rastî hebûya çima ewqsa kes ji vir koç kir û welatê xwe valakirin. Gellek  caran ez bi hina re diaxivim dibêjin xweşbînî li vî bajarî heta tu bes heye û em edî kesî nakujin. Xweşbînî ya wan ev e ku me nekujin bi xweşbînî nin. Ev ramana DAEŞ’ê ye dema ku em di televîzyonan dibînin ku DAEŞ’yekî bindest nakuje em dibêjin ew jî bi xweşbînî nin. Ma wisa dibe.”

Zimanê ayînan

Ender Peker anî ziman ku li Bakurê Kurdistanê ziman, ji bo mesîhîyan pirsgirêkek mezin e û hê jî ev pirsgirêka wan didome. Qedexekirina zimanê wan û zextên li ser çand û hunera wan ew di hundirê dêran de asê kiribin jî, li dêra wan perwerdehiya zimanê wan heye û li derve jî bêtir kîjan ziman bê axaftin, bi wî zamanî diaxivin û di xwînin. Ender Peker ji bo zimanê ayînên xwe wiha axivî: “Dema me dêra xwe vekir ez fikirîm  gelo ez bi çi zimanî vexwendname yê xwe bi nivîsînim. Ger ez bi aramî bi nivîsim, nabe ez kurd im. Ez bi zimanê din bi nivîsim cîh namîne di vexwendnamê de. Min got ya baş zimanê tirkî û kurdî ye ji ber ku bi piranî her dû ziman tê axaftin û min jî kurdî û tirkî nivîsand. Ez baweri m ku ji ber kurdî di vexwendnamê de hebû  walî û gerînendehiya hêzên ewlehiyê ne hatin vekirinê. Şerme ger tu nayê peyamekê bişîne, qevzegulekê bişîne an jî lêborîna xwe bixwaze. Ka we behsa xweşbînî yê dikir. Ew  ji bo di milê aborî de xwe pêşxin naskirina xwe bi giştî li ser dêran û mesîhiyan dikin û ew dibêjin Mêrdînê cîhê dêra, baweriya û xweşbîniye ye. Ji xwe kesên ku tên Mêrdîn ji bo dêra tê, ne ji bo mizgefta. Dibêjin cîhê ola û baweriya ma çend ol û bawerî heye ? ji xwe dû ol heye ne sed ol, mesîhî û misilman tenê ne. Lê  ji ber di vexwendnamê zimanê kurdî heye dêr vedibe hûn nayên ger xweşbînî ne derew be werin. Ji bo Mêrdîn tiştekî pir şerm e.  Ne li Mêrdîn tenê tiştekî wisa heye, cihê ku protestan le hebe her dever wisa ye. Li Hatayê perestî bi zimanê erebî, li Amedê bi kurdî û rojavaya tirkiyeyê jî bi tirkî perestî tê kirin. Ger civat bi piranî bi zamanî bi axive em ê jî bi wî zimanî perestiyên xwe bînin cîh. Di nav gelek astengî û bê derfetiya de beriya hefteyekê me dêra xwe vekir. Êdî dêra me amadeye ji bo perestiyê. Em protestan deriyê dêrên xwe û perestiyê xwe jî ji her kesî re vedikin. Her kes kare were li me guhdar û temaşe bike. Em dibêjin mal mala xwedê ye û xwedê dibejê hûn birayê hevin. Protestan, keldan, bê bawerî, misilman û suryaniyê katolîk an jî ortodoks kî bixwaze kare tevlî me bibe.”

http://www.basnews.com/index.php/kr/culture-arts/248897

Nerîna te