Li Herême Federe ya Kurdistanê divê hilbijartin dereng nekeve…

Îbrahîm GUÇLU

Wek tê zanîn beriya Dewleta Iraqê di sala 2005an de encama referanduma makezagona nû bibe dewleta federal, li Herêma Azad ya Kurdistanê biryara dewleta federal û demokrasiyê hatibû wergirtin. Li Kurdistanê gorî sîstema federal avabûnê dest pêkir. Rêvebiriya Herêma Azad ya Kurdistanê jî, bi rêya Meclîsa Kurdistanê hat meşandin. Loma jî hilbijartina giştî ji bona Meclîsê û serokê Herêma Azad ya Kurdistanê hat li darxistin.

Sîstema federal û demokratik ya li Herêma Azad ya Kurdistanê ji bona sîstema federal ya Iraqê jî bû bingeh. Piştî ku di sala 2005an de Dewleta Iraqê bû dewleteke federal, li Iraqê Meclîsa Federal û li Kurdistanê jî Meclîsa Federe ji bona rêvebirina Iraqê û Kurdistan, Serokê Meclîsê, Hikûmet, serokên xwe hilbijartin.

Meclîs Dewleta Federal, encama hilbijartina giştî li Iraqa federal û li Kurdistanê tê ava kirin. Meclîsa Kurdistanê jî, encama hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê tê ava kirin.

Hezar mixabin girêdayî şertên taybet yên Iraqê û Kurdistanê hilbijartrin, di wexta xwe da nayên li darxistin. Loma jî li Dewleta Federal ya Iraqê hilbijartina dawî gelek dereng hat li darxistin. Piştî hilbijartinê jî Hikûmeta Dewleta Federal piştî 10 mehan ava bû.
Hezar mixabin heman pirsgirêk li Kurdistanê jî heye. Demekî dirêj e ku li Kurdistanê hilbijartina giştî nehatiye li darxistin.

Ev yeka jî di xebata Meclîsê û Hikkûmetê de dibe sedemên nexweş yên girîng. Wek tê zanîn demeke dirêje ku YNKê beşdarî xebatên Meclîsê û Hikûmetê nabe. Ev rewşa jî dibe sedem ku pirsgirêk zêde bibin û çareser nebin. Dejenerasyoneke ne demokratîk derkeve holê û sîstema demokratik bikeve nav zeafeke mezin.

Pêwendiyên partiyan xirab dibin û pirsgirêkên di nav wan de bi riyeke demokratik çareser nabin, çareseriyên ji derveyî demokrasiyê derdikevin holê.

Ew jî, ji bona pêşketina siyasî, civakî, aborî ya Herêma Federal ya Kurdistanê astengî çê dike. Herêma Federa ya Kurdistanê û Hikûmeta wê li hemberî ereban, li hemberî Hikûmeta Federal ya Iraqê bê hêz dixe. Ew jî dibe sedem ku pirsgirêkên dualî çareser nebin û an jî dereng çareser bibin.

Wek tê zanîn ku zêdetir pirsgirêk jî di mijara darayî (bütçeye) de derdikeve holê. YNKê û Goran vê rewşê îstîsmar dikin û dikevin nav tevgerên gelek xeter, ji bona Sileymaniyeyê butçeyeke taybet dixwazin. Ew qewimandina jî, ji bona parçebûn û qelsbûna Herêma Federe ya Kurdistanê şertan amade dike.

Wek tê zanîn PDKê serî li Komîteya Bilind ya Hilbijartinê xistiyê ku li Herêma Federe ya Kurdistanê hilbijartin bê li darxistin.

PDK, di hemandem de jî, ji partiyên Kurdistanê daxwaz kiriye ku ew jî di mijara hilbijartina giştî de çalak û xîretkar bin. Hezar mixabin YNKê û Goran di vê mijarê de jî erka xwe cîbicî nakin. Pêşiya hilbijartina giştî digrin. YNKê, ji aliyekî de jî, ji bona hilbijartina parêzgehî li Dewleta Federal ya Iraqê bi hêzên tarî re û bi taybetî jî bi PKKê re dixwaze tîfaqan çê bike. Şik tune ye ew helwestek û tevgereke gelek xeter e.
Loma jî, ji bona ku li Herêma Federe Ya Kurdistanê rewş xirabtir nebe, hilbijartina giştî divê zêde dereng nayê xistin.

Ji bona ku Herêma Federa ya Kurdistanê pêş bikeve, divê her partiyeke Kurdistanê bi berpirsiyarî tevbigerin. Lewra jiyan û avayî ya Herêma Federe ya Kurdistanê ji bona hemû kurdên dinyayê û kurdên çar parçeyên Kurdistanê girîng e û pêşeroja kurdan e. Pêşeroja kurdan dê li ser bingeha Herêma Federe ya Kurdistanê ava bibe.

Li Herêma Federa ya Kurdistanê hilbijartin, ji bona ku demokrasi li Kurdistanê pêş bikeve û kamil bibe jî pêwîst e.

Hilbijartin pêşiya dejenerasyona berpirsiyaran jî digre û berpirsiyaran nûjen dike û diguherîne..

Berpirsiyarên bi hilbijartinê bên tespit kirin, zêdetir ji Kurdistaniyan re baştir xizmet dikin. Di avabûna Herêma Federa ya Kurdistanê de aktiftir dibin.

Hilbijartin, di heman demê de hesab pirsîn û hesab dayina partiyên siyasî û berpirsiyaran û Hikûmatê ye.

Partiyên ji gel re xizmet dikin qezenç dikin, partiyên ji gel re xizmet nakin wenda dikin. Ew jî, ji bona nûjenbûna partiyên siyasî dibe mekanîzmake û disîplîneke girîng.

Divê baş bê zanîn ku heger li welatakî hilbijrtinên azad nebin, demokrasi jî nabe. Partiyên li dijî hilbijartinan bin, demokrat nabin. Ev rastiya ji bona kesan û berpirsiyaran jî derbas dibe.

Tatwan, 22.07.2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *