12 ÎLONÊ 1980 destpêka şikandin û têkçûnê ye. (10)

Cano AMEDÎ

Di ser 12 Îlonê re 40 sal derbas bû. 40 sal berê, em bi erdhêjek giran ve rû bi rû bûn. Qesir û avahîyên me, serobin bûn. Ked û xebatên me, di bin wî kavilî de tarû mar bû. Nivşek zêrîn, fedakâr û xwedî şopek berhemdar, di wê gerînokê de 40 sal e ber xwe dide, doza xwe dişopîne!

Ez di 18 salîya xwe de, dîl ketim û îro temenê min gihîştîye 59 an. Ez ji derbasbûyûna xwe tu poşmanîyek nabînim û serfiraz, serbilindim ku hêjî bi hestên germaya xortanîyê li dijî dijmînê xwe radiwestim.

Ez di wê bawerîyê de me ku bi hestên tolhildanê rawestandina li hemberî neyarê hov, yek ji wan erkên netewîbûnê ye. Heta ku welatê min perçekirî û dagîrkirî be, wê ev hest bi min re jîndar be!

Pirs û bersîvên doza Kurdistanê hê jî nehatine guhertin. Ji ber vê yekê ez bi serê xwe bimînin jî, ez li dijî dijmînê dagîrker xwedî helwestim û tu carî stûyê xwe li ber wan xwar nakim.

12 Îlonê, weke aşekî bê pîvan bû, ked, xebat, civat, sîyaset, aborî, nîrxên mirovahîyê wêran kir! Ew kadro û mexdûrên 12 Îlonê, ew rêxistin û partîyên wan salan heta îro, ji dijmînê hov tu hesabek nepirsîn;  li pey tu hesabekî neketin; çibû, çi qewimî bi zelalî hesabek nehat kirin û hesabek nedan raya giştî!

Sîstema dagîrker, li gor vê rehetî û aramîyê, cîh li xwe fireh kir. Eger mexdûr û kadroyên wê demê, salê carekê jî derketina kolanan û hesap bipirsîyana, ez bawerim wê rewşa me cuda bûya!

Bi kêmasî, dikaribûn sazîyek hevpar û sivîl ava bikirina. Dikaribûn, dezgehek “bîranînê” ya civakî ava bikirana. Dikaribûn, bi alîkarîya hinek sazî û dezgehên xêrwaz, “Bîrxistina Arşîva Pêvajoya 12 Îlonê” ava bikirina. Ji bo zîndana Amedê weqfek, muzeyek, komelek an jî dezgehek din bihata damezrandin, wêne, bîranîn, belge, pirtûk, serpêhatî û roportaj bihatina kirin. Ew kesên di wan deman de, di zîndanê de mabûn, yek bi yek bihata tespît kirin, komisyon bihatina avakirin.

Di ser derba 12 îlonê 40 sal derbas bû. 20 salên min di zîndanê de, 20 salên din jî li derva, di zîndana vekirî de derbas bû û didome. Gava paşve dizivirim û diponijim, bi rastî ez gelek acis dibim!

Lewra, ew potansîyela hebû, çi pêhat?

Ew rêxistinên bi nav û deng, çi pirêze li pişt xwe hîştin?

Ew kesên di çerxa zîndan û îşkencan de derbas bûn, çima ketin nav bêdengîyek kûr!?

Ew heval û dostên ji bo doza hevpar mirin himbêz dikirin, çima ji hev dûr ketin?

Çima çîrokên xwe li ser gilî û gazinan honandin?

Çima derî li ser hev girtin?

Bersîva van pirsan, bi mirov re hestên xemgînîyê çê dike!

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir