Tahir Silêman di sala 1954’ê li Komara Ermenistanê, nehiya Vêdiyê,li gundê Xalîsê ji dayîk bûye. Piştî xitimkirina Dibistana Navîn li Paytexta Azerbaycanê Bakûyê, li zanîngeha Pêdagojiyê da wekî xwendevan bi zimanê azerî tê pejirandinê û zanîngehê di sala 1980’an diqedînê. Piştî xitimkirina zanîngehê vedigere Ermenistanê, nahiya Vêdiyê alana Develiyê, dibistana navîn da cara yekemîn wekî mamostayê zimanê kurdî û azerî dest bi mamostatiyê dike. Usa jî, derbarê kurd û Kurdistanê da agahiyan dide gelê kurd, kasetên dengbêjên kurdan lihev zêde û belav dike, ji Ewropayê rojnama û kovaran distîne û digihîjîne gel, karekî millî û neteweyî dimeşîne, bi giştî dibe fedaiyê gelê xwe. Ji Sûriyayî, Îraqê, Turkiyeyê ûEwropayê welatparêz mêvan têne mala wî, bona van pêwendiyan gellek caran KGB’ya Ermenistan, Azerbaycan, Kazakîstan û Soviy