Biryarên derbarê Doza Kobanî de hatin xwendin

Di Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 kes jê tên darizandin de biryar tê eşkerekirin. Kesên li eywanê ji eywanê derdikevin. Nûçegihana Kanal8ê Sîdar Basut di rûniştinê de amade ye.

Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de i nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin, tê lidarxistin. Danişîna dozê li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Danişîn, piştî navbera nîvro dîsa berdewam kir. 

Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere dike. Bi destpêkirina eşkerekirina biryarê re kesên li eywanê li maseyan xistin. Dema biryar dihat ragihandin bi dirûşm û çepikan hate protestokirin. Di protestoyan de dirûşma “Bijî berxwedana HDP’ê” tê berzkirin. Parêzer ji eywanê derdikevin. 

Biryarên dadgehê ragihandî wha ne:

Ahmet Turk: Ji “endamtiya rêxistinê” 10 sal cezayê girtîgehê hate birîn.

Alî Urkut: Cezayê muebbeta giran daxistin 16 sal cezayê girtîgehê. Ji ber helwesta di dema darizandinê de ev ceza daxistin 13 sal û 4 mehan. Biryara rewşa domandina rewşa girtî hate dayîn. 

Alp Altinors: Bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 18 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Her wiha bi îdiaya “Sorkirina ji bo sûc” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. 

Altan Tan: Ji CMK’ê 223’yan biryara girtîgehê hate dayîn.

Ayhan Bîlgen: Hem ji 302’yê û hem jî ji “endamtiya rêxistinê” biryara girtîgehê hate dayîn.

Ayla Akat Ata: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 6 meh cezayê girtgehê hate dayîn. Bi zêdekirin û daxistinê re 9 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn. Dema pêvajoya girtîmayînê dayîn berçav, biryara tehliyeyê hate dayîn. 

Aynur Aşan: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Bi hinceta gumana revê, biryar hate dayîn ku rewşa wê ya girtî bidome.

Aysel Tugluk:  Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara berdanê hate dayîn.

Ayşe Yagci: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Rewşa wê ya girtî dan ber çavan û biryara tehliyeyê hate dayîn. 

Bulent Parmaksiz: 16 sal ceza hate dayîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Bi îdiaya “Ji bo sûc bê kirin sor kiriye” 2 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Ceza piştre derxistin 4 sal û 6 mehan. 

Dîlek Yagli: 16 ceza lê hate birîn. Bi îdiaya yıl ceza verildi. Bi îdiaya “Ji bo sûc bê kirin sor kiriye” 2 sal ceza hate birîn. Ev ceza hate zêdekirin û derxistin 4 sal û 6 mehan. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. 

Beyza Ustun: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara berdanê hate dayîn. Tevdîra kontrola edlî hate rakirin. 

Fîgen Yuksekdag: 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn û ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Ji hêla “endamtiya rêxistinê û birêvebirina rêxistinê” ceza nehat dayîn. Bi îdiaya “tehrîkkirinê” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn. 

Gulfer Akkaya: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn. Şertê kontrola edlî hate rakirin. 

Gultan Kişanak: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal ceza hate birîn. Nîviya ceza hate zêdekirin û derxist 12 salan. Biryara tehliyeyê hate dayîn. 

Gunay Kubîlay: 16 sal cezayê hefsê hate birîn û biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Bi îdiaya “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. 

Îsmaîl Şengul: 16 sal cezayê hefsê hate birîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. 

Mesut Bagcik: 9 sal ceza hate birîn. Tevdîra kontrola edlî hate rakirin. 

Nazmî Gur: Cezayê muebbeta giran hate dayîn, ceza daxistin 18 salan. Bi îdiaya “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. 

Pervîn Oduncu: Cezayê muebbeta giran hate dayîn, ceza daxistin 18 salan. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. 

Sebahat Tuncel: Ji ber îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal ceza hate dayîn. Ceza derxistin 12 salan. Dema girtîmayînê hate destgirtin û biryara tehliyeyê hate dayîn. 

Selahattîn Demîrtaş: Bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 43 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hate dayîn, bi îdiaya “Ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” jî 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. 

CH8

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *