Qetlîama Helepçeyê / Newroz / Roja li Dijî nîjadperestiyê

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Wek min di nivîsa xwe ya hefteya din de jî diyar kiribû ku meha adarê ji bona neteweya kurd û Kurdistanê meheke gelek girîng e. Di vê mehê de neteweya kurd û Kurdistanê rojên xweş û nexweş jiyaye. Îsal jî li Kurdistanê vîrusa kronayê zêde bû. Lê em kurd fêr bûne ku bi felaketan re bi hev re bijîn. Lewra felakete mirovatî muwaqet e û ya me kurdan domdar e. Lewra mirovatî di peryodan de felaketan û qeresetan dijîn. Lê em kurd 200 sal û zêdetir e ku qeresatan dijîn. Ew qeresatên me jî dom dike. Ew jî qetlîam û kûştinên neteweya kurd in. Sedemên vîrûsên mirovatiyê ne diyar in. Lê sedemên vîrûsa kurdan diyar e. Di vê qonaxê de jî çar dewletên kolonyalkîst in.. Di demên bihûrî de du împeratorî bûn. Loma em dê vê feleketa vîrusê jî derbas bikin. Divê em morala xwe xirab nekin. Em baş li xwe binêrin.

HÎROŞÎMAYA KURD Û KURDİSTANÊ: QETLÎAMA HELEBÇEYÊ…

Beriya 32 salan (16ê Adara 1988an) li Başurê Kurdistanê bajarê Helebçeyê bombayên kîmyewî û jahrî li ser gelê me hatin barandin. Ew roja, roja kurdan ya tarî û reş bû; dawîya dîrokê bû. Li bajarê Helebçeyê, li deşta Şerêzorê û li sînorê Rojhelatê û Başûrê Kurdistanê bi destên du dewletan İran û Iraqê  qetlîameke mezin çêbû.

Wek tê zanîn di sala 1974an de di navbeyna kurdan û Rejîma Seddam de ji bona Kerkukê şer dest pê kir. Wê demê Iraq, kolonîya Yekîtiya Sovyetan bû. Emerîka jî bi riya Îranê piştgirîya kurdan û Otonomiya Kurdistanê dikir. Rejîma Baasê di şer de di zehmetiyê de bû. Kurdan zora rejîma baasê dibir. Rejîma Baasê ji bona ku zora kurdan bibe, bi Îranê re li hev kir. Ji bona ku Îran piştgiriya kurdan neke, perçek erdê xwe da Îranê. Di encamê de Peymana Cezayîrê pêk hat. Serok Barzanî ji bona dît ku li hemberî wî û neteweya kurd xiyaneteke navneteweyî heye û qetlîameke mezin dê ji aliyê Rejîmê de pêk bê, şer da rawestandin. Ew jî bû sedem ku Otonomiya Kurdistanê bê hilweşandin.

Iraq û Rejîma Baasê dema ku xwe xurt dît, dît ku Emerîka û Ewrûpa jî li dijî İranê ne, ji bona ku erdên xwe ji bin bandor û desthilatdariya Îranê derxe, dest bi şer kir.

Di wan şertan de Îranê xwest ku kurdan li hemberî Rejîmê, Iraqê jî xwest ku kurdan li hemberî Îranê bi kar bîne. Lewra wê demê rêxistinên Kurdistanê bi herdu dewletan ve xwediyê pêwendî bûn. Di wê siyasetê de Îran di derbarê YNKê de serkeftî bû. YNKê li hemberî Rejîma Baasê li cem Îranê şer kir. Bû sedem ku Îran Helebçeyê dagîr bike. Iraqê wê demê çekên kîmyevî li Helebçeyê bi kar anî, qetlîameke mezin çêkir.

Qetlîama Helebçeyê bi pişgiriya Yekîtiya Sovyetan, Emerîka û Ewrûpayê çê bû. Lewra di qetlîamê de teyyareyên Yekîtiya Sovyetan bi kar hatin. Emerîka û Ewrûpa jî, piştî ku Rejîma Îslamî li İranê ava bû, bûn dijminên İranê. Ji Iraqê re piştgirî kirin.

Yekîtiya Sovyetan, dinya manîpulê kir ku li Helebçeyê Qetlîam nebûye.

Emerîka û Ewrûpa jî bêdeng ma.

Hemû welatên sosyalîst, Kuba, sosyalîstên dinyayê û tirkan, beşek sovyetparêzên kurd jî piştgiriya Rejîma Iraqê kirin ku Rejîma Iraqê sosyalîst e û li dijî emperyalîzmê ye. Di eslê xwe de Iraqê, ji emperyalîzmê, ji çepan piştgirî digirt.

Kurdan bi her awayî ji Têkoşîn û Doza Filistînîyan re piştgirî kirin. Hezar mixabin Rêxistinên Filîstînê û serokatiya wan jî, ji Rejîma Baasê re piştgirî kir. Li hemberî jenosîda Helebçeyê bêdeng man.

Dewletên Îslamî jî li hemberî Qetlîama Helebçeyê bêdeng man. Îslamparêzên kurd jî hemen tewan kirin. Piştgirîya Seddam kirin.

Halepçe, berdewamîya hemû qetlîamên li Kurdistanê û Enfalê ye.

Ji bona ku jenosîda berdewam ya li dijî neteweya kurd, li Neteweyên Yekgirtî bê pejirandin, Helebçê, dikare bibe bûyereke û qetlîameke dîrokî.

Divê hemû kurd, dezgeh û partîyên kurdan ji bona vê xebat bikin.

CEJNA NETEWEYA KURD YA MILÎ NEWROZ Û SALA NÛ YA KURDAN …

Newroz, cejna neteweyî ye.

Sembola azadîyê û serxwebûnê ye.

Rênîşana şerê neteweya kurd e li dijî zûlm û zordarîyê.

Newroz sersala kurdan e.

Di Newrozê de (21ê Adarê) de rojek û demsaleke nû ji bo kurdan û mirovatîyê dest pê dike.

Neweroz, roja vejînê û têkoşîn û afirandinê ye.

Newroz, ji bona dewlet û hêzên dagîrker û kolonyalîst û nîjadperest, roja tirs û hejandina sîstem û pergala wan e.

Rojên beriya Newrozê, keç û bûk, kal û pîr, jin û mêr, zarok û ciwan, karker û gundî, rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê ji bona ku li Başur-Rojhialat-Rojava-Bakurê Kurdistanê Newrozê pîroz bikin, bi heyecaneke mezin, bi hestekî paqij û bi azadî xwe amade dikin.

Ji bona stranan bibêjin, govendê bigrin, gotarên naverok dagîrtî pêşkêş bikin; kirinên dewletên kolonyalîst mehkûm bikin; li çiya û deştan, li gund û bajaran ji bona ku dengên xwe ji bona azadîyê û serxwebûnê bilind bikin, xew nakin û hemû karên xwe betal dikin.

Hezar mixabin, îsal vîrusa kronoyê pêşiya pîrozbayîya Newrozê girt. Kurdan ji bona Newrozê amadeyeke gelemperî pêk neanî. Biryar girtin ku civat dernekeve qadên Newrozê. Lewra ew ji bona tenduristîya Kurdistanîyan biparêzin pêwîst dîtin. Her çiqas kurd ji qetlîaman jî netirsîyane Newroz pîroz kirine. Lê felakete xwezayî pêşîya kurdan girt. Lewra di vê felaketê de xeterîyeke giştî heye.

Lê dîsa jî bila Neweroza miletê me pîroz be.

Newroza sala 2020an jî, ji serxwebûn û azadîya neteweya Kurd û Kurdistanê re derfetên nû çê bike.

Kurd di vê Newrozê de ji xeterîyên hûndir û derve rizgar bibin.

ROJA LI DIJÎ NÎJADPERESTÎYÊ…

Nîjadperestî dijminê neteweya kurd û mirovatîyê ye.

Neteweya kurd, di bin êrîşa nijadperestîya Tirk, Ereb, Fars de ne. Loma têkoşîna neteweya kurd ya milî di hemandem de li dijî nîıjadperestîyê ye.

Wek tê zanîn di 21ê Adara 1960yî de polîsên Efrîqa Başûr li dijî xwepêşandana reşikan ya li dijî nîjadperestî êrişek kirin; gelek reşik hatin kûştin. Neteweya Yekgirtî ji bona ku vê roja rûreş û protesto bike: Di sala 1966an de 21ê Adarê kir, “Roja Têkoşînê Ya Li Dijî Nîjadperestî” ye.

Divê em kurd vê rojê ji bîra nekin. Di têkoşîna xwe ya milî de bikin çekekê.

Diyarbekîr, 20. 03. 2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir