Lİ HALEBÇÊ BÎHNA SÊVAN TÊ!

                  “Dayê bîhna sêvan tê!”

16 Adarê 1988 an de, gava ji asîman de mirin di barîya ser bajarê Halepçê, keçeke Kurd bi dengekî melûl bangî dayîka xwe dikir û digot: “Dayê bîhna sêvan tê”! Dayîka reben bi dengekî kelegirî bersîva keça xwe dida: “Dayik heyran, keça mina delal, ev bîhna sêvan, gume guma dengên topan, gure gura balafiran û şingîna dengê şûran, ne ji îro ve ye, sed sal zêdetir e bav û bapîrên me dîtine, jîyane! Xuyaye îro dor  dora me ye!..”

Erdnegarîya em li ser dijîn, ev cîh û warên me, bihûşta xewn û xeyalên me,  welatê me yê şêrîn, Kurdistana zêrîn ji destpêka salan 1900an vir de, bîhna sêvan jê kêm nebûye.

Cara yekem balafirên Birîtanya, li ser asîmanê Kurdistanê mirin barandin! Weke teyrên berata, weke qeflên keftaran, li ser gelê Kurd mirin reşandin! Dûre li deşta Amedê, Pîran Çewlik û Alezîzê Şêx Seîdê kal bûbû şahidê wan rojan, Li Agirî îhsan Nûrî paşa û hevalên xwe, li Dersimê Seyîd Riza û hevalên xwe, li Koçgirî Elî Şêr û hevalên xwe bûn şahidên “bîhna sêvan”! Ew bîhn hê jî di qunçikên şikeftên Dêrsimê de veşartîye! Li qada Çarçira`yê, li Mahabad`ê Pêşewa Qazî Muhamed û hevalên xwe, li bajarê Silêmanî`yê şêx Mehmûdê Berzencî û hevalên xwe, li seranserê Kurdîstanê Mele Mustafa Barzanî û hevalên xwe çendî car bûn şahidên wan rojên reş û tarî! Gelê Kurd, çendî car bûn şahid û kurbanîyên wan rojan! Çendî car “bîhna sêvan” û cureyên mirinê dîtin, îro jî yek ji wan rojan e Kurdistana min a delal!

Di hemû deman de, gelê Kurd bi ked û xebatên xwe di nav deryayên mirinê re  derbasbû û tekoşîna xwe domandîye. Jenosayda Enfalê, di dîroka nêzîk de pêngava herî bi êş û mirin e. Enfal, bi sîstematîk plana wendakirin, komkujî û tunekirina gelê Kurd e. Li gor plansazî û fermandarîya desthilata Baas`a Iraq, bi şirîkatîya çar dewletên dagîrker û bi alîkarîya xwînmijên dewletên emperyal ku çek û jahra kîmyawî dan van kujeran, pêvajoya Enfalê destpêkir û hat meşandin.  ji devera Germîyan bigire heta devera Barzan, seranserê Başûrê Kurdistanê li gor wê plansazîyê qetlîam, komkujî û jenosaydek bê pîvan dest pêkir!

ENFAL, navê wê tevgera jenosayd û komkujîyê ye! Enfal, navê ayeta Quranê ye. Enfal, di nav demê de, li gor plansazî û projeyek sîtematîk li seranserê başûrê Kurdistanê, ji aliyê dewleta Iraqê û hevalbêndên wê hatîye pêkanîn. Enfal kuştin e, Enfal mirin e, Enfal zulum û tunekirin e. Enfal fermana qirkirina gelê kurd e!

Wek operasyonek ji tevgera Enfal`ê, balafirên şer yên artêşa Iraqê, di 16’ê Adara 1988‘an de, bombeyên kîmyewî li ser bajarê Helebçeyê barandin. Di nava çend saetan de, li Helebçe û derdora wê, ji 5000 an zêdetir ji zarokên pêçekê heta kalên heftê-heyştê salî, şêniyên Kurd tevlî heywanan tev kuştin û bi 10 hezaran jî jahrdadayî bûn. Di nav çend seetan de li bajarê Helepçe jîyan hat temirandin! Raya giştî ya cîhanê, ji komkujîyê piştî çend rojan agahdar bû.

Rojnemevan Remezan Ozturk, piştî komkujîyê çû Helebceyê û wêneyên ku li Helebceyê kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdar kir. Di wêneyekê de, kesekî bi navê Elî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji dest dabûn! Wêneyê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola komkujîya Helebceyê! Îro jî dema ku qala komkujîya Helebceyê tê kirin, Elî Hawar û zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirov.

Bandora bombeyên kîmyewî, tenê bi mirina pênc hezar kurdan û seqet mayîna bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr didome. Jîngeh jî bi jahr kir û ajal jî tev kuştin.

Li gorî raporên Netewên Yekbûyî, ji sedemên bombeyên kîmyawî li Helebce û derdora wê, di navbera salên 1991 û 1994’an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 800 zêde bûye.

Herwiha ji ber bombeyên kîmyawî, nexweşîyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên gewrîkezebpoz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahîyan, hê jî bandora bombeyên kîmyawî, li ser zarokên nû tên dunyayê tehdîtek mezin e.

Komkujîya Halebçê, beşekî stratejîya jenosîdê ya ENFALê bû. Weke hûn jî dizanin, armanca plansazîya operasîyonên Enfalê, li ser bingeha qirkirin û tune kirina gelê Kurd e. Di dîroka nêzîk de, navê Saddam Huseyn û Elî Hesen Ebdulmecîd (Elî Kîmyawî) bi navê Helebçê tê bi kar anîn. Saddam Huseyn, di sala 2006 an de, Elî Kîmyawî jî di sala 2010 ande bi cezayê darvekirinê hatin daleqandin.

Şehîd Halepçe, di sala 2014 an de, bi biryara parlementoya Kurdistanê bû parêzgeh. Lê belê şagirt û xulamên Saddam Huseyn bi salan e rê li ber pesandina parêzgehîya Halepçe girtine û pêvajo xetimandine. Parlamentoya Baxdayê ketîye bin bandora Ayettullahan û xwe spartîye Îranê.

Ev çar dem in ku serok komarê Iraqê Kurd in û li ser kontenjana gelê Kurd tên hilbijartin. Lê derheqê vê mijarê de, rojekî serê xwe ne êşandine û berpirsîyarîyên xwe bi cîh neanîne! Ev rewş bixwe cîhê pirsê ye, çima gelo!?

Dîplamasî û dîyaspora Kurdistanê, li dijî tawanbar û alîgerên wan çi kirin, çi helwest girtin ne dîyar e? Belge û dokumanên derketine holê, nîşan dide ku tacirên Hollandî û Almanî bi şirîkatîya şîrketên Tirk maddeyên Kimyasal firotine Iraqê. Tevlî ku rêvebirên şîrketa Hollandî ceza xwarin jî lê berpirs û karmendên Irakî, çiqas jê eşkera bûn û hatin dadgehkirin?

Ji bo nasandin û pesandina jenosayda ENFALê çi hat kirin, divê mirov bipirse û xwe bigehîne her bersîvekî. Piştî bersîvê, divê sûçdar tev bên tesbîtkirin, li tevan doz bên vekirin û li sazîyên pêwendîdar û biryardar encam bên bi destxistin.

Ger em bê deng bimînin, neyarên Kurdan, wê ayetên quranê yek bi yek ji bo qirkirin û komkujîya Kurdan bi karbînin. Do Enfal bû, îro ayeta Fetîhê ye! Sibê wê kîjan ayet be ne dîyar e! 16-03-2020 Amed

Cano Amedî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *