“PİRSÊN BÊ BERSÎV Û ERKA NETEWÎ!”


Cano AMEDÎ

Ka em dest bi pirsan bikin: dibe ku bersîv ji ûjdanên paqij û dilsoz biherikin; derîyekî çareserîyê radestî nifşê nû bikin!

Dibe ku em li hevdû gohdar bikin û bi hevra ji birîn û êşên xwe re dermanekî peyda bikin. Tecrube, zanyarî, têgihiştin û temenê me ji bo vê êşê têr dike. Ji bo wî jî, divê em bawerî û yekînîyek resen bidin hev û ji hestên heyf sitendinê dûr bikevin!..

Divê em bi bîr bînin ku yên welatê me dagîr kirine û bapîrên me qir kirine, em hestên tolhildanê li dijî wan tûj bikin, ne li hemberî birayên xwe yê Kurd!

Bi salan e, ew alîyên xwe li ser xeta netewî bi nav dikin,  li ser dijatî û rexnegerîyê sîyaset dikin; gelo çima bi serneketine!? Ev çil sal e ku mirov şitlek fêkî deyne, wê çendî car ber bida? Mirov zarokekî xwedî bikira, niha xwedî nebîyan bû?  Mirov salê darek bi çanda niha xwedî daristanek bû? Tenê dijberên me gunehkarin(?)

Sedem û sebebên têkçûnê bi giranî çi bûn, bandora dînamîkên hûndur û yên devre çi bûn?

Gelo ev dînamîk û enerjîya cîwanên gelê kurd, çima ket bin desthilatdarîya nijdevanên Îttîhat Terakkî, Baasî û Ayettullahan!

Gelo hemû guneh û qebhet yên alîyên dijberên me ne, an jî ew alîyên erkên xwe bicîh ne anîne?

Kê rê li ber rûbar û çeman girt, kê hêz û qewetên xwe belavkir? Kî dînamîk û hêzên xwe perçe kir?

Kî bi gilî û gazinên pûç, bi çîrokên bê wate, talîmatên nijdevanên kemalîstan bi cîh anî?

Kê li ser rêya Enqera, Şam, Tehran û Bexdayê çîrokên bêhêvîtîyê li hev zêde kirin?

Kê tovên bêhêvîtî û bêbawerîyê di nav refên xwe de, li zevî û bingeha xwe çand?

Ew şekirê ŞAM`ê çi bû, hûn hemû li wir civîyan û dûvre bi hevketin! Kê berê we da Şamê? Ew kîjan hêz û qewt bû, ew kîjan ba û bahoz bû we ji hev perçe perçe kir.

Hûn çima ji hev dûr ketin û tarûmar bûn! Hemû guneh û sedem yên dijberê we bûn an bi giranî yên we bû?

Gelo we rojekê ji dil û can vê pirsa ji xwe û ji ûjdanê xwe pirsîye?

Bi qasî ez têgihîştime û min dîtîye, heta îro, wêneyek dilpaqijîyê derneketîye holê. Hinek kesên di hemû deman de bi serneketine û berpirsîyarîya xwe bi cîh ne anîne, îro weke mirovên heşê xwe hunda kiribin keda xwe, xebatên xwe binpê dikin! Çima?  

Bi rastî, mirov bi van helwest û bertekên bê wate di êşê! Heyfa ked û xebatên wan rojan, îro hinek rabûne binpê dikin! Mirov çiqas bi dilsozî û dilpaqijî nêzîk dibe ewqas pê di êşê!  Weke bapîran gotîye çîroka wan tê wateya “keçelo navê min li te, kumê min li serê te!” Ma qet dilê mirov bi keda mirov naşewite?

Qet nebe ked û qîymeta xwe bin pê nekin! Hûn qebûl bikin an nekin, gunehê we bi qasî qeweta bingeha we heye!  Bi qasî cîh û berpirsîyarîya we mesûlîyeta we heye!

Qet nebe li mala xwe rûnên û carek bibêjin “BİBORİN” ji min – ji me ew hat! Bi rastî wê civat jî bingeha we ya doyin jî we fam bike û tevlî kêmasî û şaşîyên we, wê cîhê we, qîymeta we zanibe. Lewra barê welatekî dagîrkirî û perçekirî bi nifşekî an du nifşan çareser nabe!

Em di beşekî maratona serxwebûna welatê xwe de, weke neferên dilsoz û paqij, weke rizgarîxwazên netewa Kurdistan, em di destpêkê de rastî êrîşên hovane û kemînên mar û dûpişkan hatin. Ji ber van sedeman, gava em defterên rojên borî wekin, divê li ser mêzîna heq û hûqûqek rasteqîn, li ser mêzîna ûjdan û rastîya demê tevbigerin.

Divê em kêmasî, şaşî, xirabî û neheqîyên çêbûne bi zimanek zelal û bi rexnegerîyek çêkir pêşkêşî hev bikin. Piştî çil salî şûnde tiştên em bidin hev an ji hev bigirin tecrube û aqilekî hevpar e! Divê em baş bizanibin rêz girtina hûqûqek berê ya hevpar û xatirê rojên borî, rê li ber bêhûqûqîyê û bê ûjdanîyê digire!

Di têkçûn û belavbûnê de hûn jî berpirsîyarin.  Ji ber ku we berpirsîyarîya xwe bi cîh ne anîye, gunehkarîya hinekan ji we zêdetir e, ev encam we paqij û bê guneh nake!

Ew rûbar û çemên cûda cûda, ku her yekî jê, xwedî hêzek dînamîk û çalakbûn, ji ber ku we hemûyan berpirsîyarîya xwe bi cîh ne anî ev rûbarên hanê weke lehîyên biharê,  ji rêgeh û şopa xwe derketin, ber bi bendava (gola) entergasîyonê ve herikîn.

Ew girse, bi alîkarî û piştgirîya zarokên “teşkîlatî mahsûsan“ ketin bin kontrola xêrnexwazan! We rê li ber herikandina rûbaran venekiribe jî, tu hewldanên rêgirtinê, pînekirin û nûjenkirina rêgehê çênebû.

Hûn bixwazin an nexwazin wê dîrok, van xalan û van pirsan derxe pêşîya we/me. Divê li hemberî van pirsan bersîvek me hebe!

Ez wek dostekî we, weke birayekî we, weke kedkarê hêvî û bîrdozîya me ya pîroz, cardin ji we daxwaz dikim, ji vê seetê şûnde weke rûsipîyekî zana û têgihiştî tevbigerin, şîret û gotinên baş bikin. Rexneyên çêkir û û fikrên nûjen pêşkêşî nifşên îroyin bikin. Derî li bêbawerî û bêhêvîtîyê bigirin, rê li ber hêlînên nûjen, rê li ber rûbarên vejîn vekin!

Em hemû bi hevre vê rewşa kambax û bê asoyî dibînin û pê diêşîn! Neyar û dagîrkerên hov, dixwazin di demek nêzîk de,  têkçûn û tunekirina gelê Kurd ragihînin!

Dijmînên me dixwazin bi hêvî û dilsozîyek germ vê pêvajoya şewba koronayê li diijî gelê me û li dijî destkeftîyên me bikar bîne. Ji bo berjewendîyên netewî û giştî, divê em jî bi coş û hêvîyek mezin, bi dilsozîyek germ rê li dijmînên xwe bigirin û bi hişmendîyek netewî tevbigerin.

Di vê pêvajoya vayrosa koronayê de, ez ji hemû Kurdistanîyan re sihet, selametî û tenduristîyek baş dixwazim û silavên germ pêşkêş dikim!

Her tim serkeftî, şad û bextewar bin!                                               

Cano Amedî   25-04-2020  AMED

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir