Xiyaneta Kerkûkê, Şengalê, M. Selîmî, Mûçeyê…

İbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmailcom)

Hezar mixabin li Dewleta Federe ya Kurdistanê xiyaneta Kerkûkê, Şengalê, Mistefa Selîmî, bi xiyaneta Mûçeyê dom dike…

Hîç şik tune ye ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ji bona hemû beşên Kurdistanê û kurdên li dinyayê xwedîyê giringî û mîsyoneke mezin e. Lewra Kurd bes li Başûrê Kurdistanê desthilatdar û serwer in. Mafên xwe yên milî bi her awayî dimeşînin û pêş dixin.

Ez dikarim bibêjim ku ji bona kêmanêyên neteweyî û dînî û mezhebî jî mafparêz e. Kêmanî bi hemû rengan li Kurdistanê mafên xwe bi kar tînin. Xwedîyê partîyên xwe ne. Xwedîyê telewîzyon û radyoyên xwe ne. Di haman dem de bi partîyên xwe yên sîyasî berpirsên xwe yên parlamentoyê hildibijêrin. Di Hikûmeta Kurdistanê de xwedîyê cîyekî girîng in. Bi zimanê xwe perwerde dibin. Zimanê kemneteweyan, zimanê fermî ye. Ol û mezhebên ne îslamî qasî ol û mezhebên îslamî xwedîyê maf in.

Dewleta Federe ya Kurdistanê, ji bona herêmê û Iraqê jî gelek girîng e.

Ji bona Iraqê girîng e, bes bi piştgirîya Kurdistanê li Iraqê hikûmet dikare ava bibe. Bi mehan e ku serokwezîrê Dewleta Federe ya Iraqê dest ji postê xwe berdaye, hîn li Iraqê hikûmet ava nebûye. Li Iraqê aramî tune ye û bi mehan serhildanên sivîl domand û bi sedan kes hatin kûştin. Ereban berê xwe dan Kurdistanê li Kurdistanê bi cî bûn û ji bona xwe jîyaneke aram pêk anîn.

Dewleta Federe ya Kurdistanê ji bona Rojhilata Navîn jî ciyekî aram e. Heger Dewleta  Federe ya Kurdistanê nebe li Iraqê têkçûn û tevlihevîyeke gelek mezin çê dibe. Ew ji bona dewletên dagîrker yên cîran û dewletên din dê bibe pirsgirêkeke ewlewî û aramîyê.

Dewleta Federe ya Kurdistanê, ji bona dinyayê jî gelek girîng e. Ji bona dewletên dinyayê yên mezin Emerîka, Fransa, Îngilîstan, Îtalya, Siûdî Erebîstan, Urdun, Tirkiyê jî gelek girîng e. Ji bona konsolosxaneyê wan  û ji bona balyozxaneyên wan û ji bona leşkerên wan, Kurdistan ciyê ewlewî û aram e.

Gelek dewletan konsolos û balyozxaneyên xwe, ji Bexdayê û Mûsilê anîne li serekbajarê (payîtexta) Kurdistanê li Hewlêrê bi cî kirine.

Dewletên mezin yên dinyayê di danûstandinên xwe de ji Dewleta Federe ya Kurdistanê re mûameleya dewleta serbixwe dikin. Qiymeta Dewleta Federe ya Kurdistanê ji Dewleta Federal ya Iraqê zêdetir e.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Dewleta Federe yê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li dinyayê xwedîyê prestîjeke mezin û qedr bilind û girîng in.

Ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê di sewîya dewleta serbixwe de mûamele dibîne û ciyê aramîyê ye û ji bona hemû kurdan hêvîyeke mezin e, dewletên dagîrker bi xwe û bi destê PKKê êrişên mezin kirin ku desthilatdarîya Kurdistanê têk bibin.

Belê dem-dem zirareke mezin ya aborî û sîyasî û leşkerî  gîhandin Dewleta Federe ya Kurdistanê. Lê dibin pêşengîya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de ev êrîşeye şikestin. Dewleta Federe ya Kurdistanê hat parastin. Kurdistan ji her alî ve pêşket.

Bi taybetî jî di wê qonaxê de kiryarên PKKê gelek xeter bûn. Ew xeteriyan daketin nav bajaran. Encama wan êrişan gelek gundên kurd vala bûn û gelek gund jî ketin bin zûlm û zordarî û dîktatoriya PKKê.

Pişt re jî Şengal û gelek deverên din yên Kurdistanê jî, bi piştgirîya dewletên kolonyalîst ya Îranê û Iraqê ji aliyê PKKê de hatin îşgal kirin.

Di Ilona 2017an de piştî Referandûma Serxwebûna Kurdisrtanê ku encam ji sedî 93 derket kû neteweya kurd û Kurdistanî dewleta serbixwe dixwaze, wê demê lîstikên Dewleta Navendî ya Iraqê, Dewleta Îran û Tirkî dest pê kir.

Encama ew plan û êrîşên bi piştgirîya gurûba xayîn a YNKê û PKKê û gelek terefên din yên li dijî dewleta serbixwe ya Kurdistanê, Kerkûk hat îşgal kirin. Hêza Îranê ya Haşdî Şabî li Kerkûkê bû desthilatdar. Hemû hêjayî û dezgehên kurdewar û Kurdistanê ji holê rakir.

Di van rojên dawî de, li Dewleta Federe ya Kurdistanê, li dijî hiqûq û serwerîya Kurdistanê îxaneta Mistefa Selîmî hat rojevê. Berpirsiyarên YNKê Mistefa Selîmî teslîmî Îrana Barbar kirin, Îranê bi lez ew darva kir. PKKê jî ji bona berjewendya Îranê, piştgirîya biryara Mistefa Selîmî ya YNKê kir.

Di heman rojan û li heman herêmê de xiyanete Zina Wertê derket holê. PKK û xayinên YNKê li dijî serwerîya Kurdistanê tevgerîyan.

Nûha jî xiyaneteke din pêk tînin. Hewl didin ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê mûçe nede Kurdistanê.

Gor makezagona Dewleta Federe ya Iraqê statuya mûçeyê zelal e û para Kurdistanê diyar e. Heqê Hikûmeta Navendî ya Iraqê tune ku mûçeyê Kurdistanê nedane.

Di derbarê vê pirsê de parlamenterekî Gorran Behar Mehmûd wûsa dibêje: ‘‘Bexda nikare mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê bibire.‘‘

“Ragirtina budceya herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve karekî wisa asan nîne û li gor destûra Iraqê, rêkeftin hatiye kirin û pêwîst e hikûmeta herêmê û Bexda bi wê rêkeftinê ve pêbend bin.

“Eger hikûmeta herêma Kurdistanê rojane ew nefta ku hatiye diyar kirin, henarde bike û radestî Iraqê bike, ‘’Bêguman hikûmeta Iraqê nikare beşa budceya herêma Kurdistanê bibire. Ya din jî hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê rêkeftin dikin û Bexda jî budceya herêma Kurdistanê nabire.’’ (Basnews)

Lê Parlamenterekî kurd ê piştevanê xiyaneta 16ê cotmehê dibêje ku “Baş bû ku Bexdayê mûçe birî.”

 Parlamenterê kurd ê Şebek, ku yek ji piştevanê xiyaneta 16ê cotmehê ye Henîn Qedo di civîneke çapemeniyê de ragehand, “biryara encûmena wezîrên Iraqê derbarê ragirtina şandina mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê ‘’Pêngavekî zerûrî  û giring bû, herçend dereng jî ew biryar hatibe dayîn.’’ ( Basnew)

Ev helwesta jî xiyanetek mezin e li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê..

Edî zelal bû ku xiyanetên berpirsiyar û parlamenterên YNKê dê di qonaxa nû de dom bikin.

Divê Hikûmeta Dewleta Federe ya Kurdistanê, bi piştgirya gel, pêşîya van xiyanetan bigre. Ew kesên xiyanet kirin, ji bona dadgeh bibin û siza bibin, derfet çê bike.

Divê ev xebata bi lez bê kirin.

Dûr nîne ku xeterî mezintir bibe û destwerdana dewlatan zêdetir bibe, xeterîyên mezin çê bibin.

Diyarbekîr, 01. 05. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *