Zindana Sednaya ya Şamê di rojeva Cîhanê de ye: Hovîtîya nayê vegotin!

Zîndana Sedanaya ku cihê herî xeternak ê rejîma Sûriyê ya hilweşiyayî bû, bi çîrokên dilsot û diltezîn ketiye rojeva cîhanê. Li gorî dîmen û çîrokên malbatên girtiyan, li wê zîndanê ji ber şert û mercên nemirovane û hovîtiya dihat kirin, mirineke aram jî bi dest nediket.

Xizmên girtiyan bendewariya hêviyê didomînin

Piştî ku hêzên opozîsyonê Şam xistin kontrola xwe, lêgerîna girtiyên Zîndana Sednayayê yên di binê erdê de hê jî didome. Xizmên girtiyan li dorûbera wê zîndana binerdî ya herî xeternak kom bûne û ji bo dîtina nasên xwe li hêviyekê digerin.

Zîndana Sednayayê 30 kîlometreyan li bakurê Şamê ye û heta niha ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ve bi deh hezaran kes di bin îşkenceyên giran û rewşên nemirovî de tê de hatine girtin.

Her cûre kiryarên dijmirovî pêk hatine

Di wê zîndanê de beşên binerdî yên wisa dijmirovî derdikevin rûyê erdê ku di dîroka cîhanê de jî cihekî wisa xeternak û zalimane nehatiye dîtin.

Yên hatine rizgarkirin navê xwe jî nizanin

Heta niha hejmarek girtîyên sax mane hatine azadkirin ku piraniya wan dîn bûne û heta navê xwe jî nizanin, ji ber tenê kodên wan li wê zîndanê hebûn.

Li gorî hin dîmenên di encama lêgerînê derketine, girtiyên ku piştî îşkence û şert û mercên giran hatine ber mirinê yan jî di îşkenceyan de can dane, bi mekîneyên mengeneyê cendekên wan hatine dewisandin wekî pakêtên biçûk di heman zindanê de hatine binaxkirin.

Hovîtiya rejîma Beas derket pêş çavan

Li Zîndana Sor a Sedanayayê hovîtiyên gelekî xedar pêk hatine ku di lêgerînan de ew yek li ber çavan tê raxistin.

Li gorî çavkaniyên Sûriyê, piştî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyeyê ji sala 2011an heta 2021ê bêhtirî 30 hezar girtî hatine îdamkirin.

Biryara efûya giştî karmendên wê zindanê li xwe nagire

Dema Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Şam xist kontrola xwe û rejîma Beasê hilweşand, ragihandibû ku ew dê hemû hêzên ewlehiyê û karmendên dewletê efû bike. Lê piştî derketina dîmên Zîndana Sedanayayê HTŞê nêrîna xwe guhert û biryar hat dayîn ku efûya giştî karmend û hêzên ewlehiyê yên Zîndana Sednayayê li xwe nagirin.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *