
Zimanê me remz û sembola jiyana me ye!
Zimanê me stûna hişmendîya netewî ye!
Ziman netew e, ziman ax e, ziman welat e!
Ziman hêz û qeweta desthilatdarîyê ye!
Ziman li dijî dagirkerî û sîstema mêtinkarîyê pergala têkoşîn û berxwedanê ye!
Bi zimanê xwe bipeyivin, bi zimanê xwe bixwînin, bi zimanê xwe binivîsin, bi zimanê xwe biponijin, bi zimanê xwe bifikirin, bi zimanê xwe xewnan bibînin, bi zimanê xwe sohbetan bikin, bi zimanê xwe şer bikin, bi zimanê xwe çêran bikin, bi zimanê xwe bikenin, bi zimanê xwe bigirîn, bi zimanên xwe jiyanê hibmêz bikin. Bi zimanê xwe di kolan û sûkan de, bi serbilindî bimeşin, bipeyivin û qadên bazirganî û bazaran bi dengê xwe bilerizînin!

Me ji şeqama “Gevran” dest bi meşa xwe kir û li hêlên çep û rastê kolanê, me belavokên xwe belav kir û di derbarê girîngîya ziman de kurte axaftin kir. Ji caddeya Gevranê, em derbasî caddeya Ofîsê ya Yaşar Kemal bûn. Bi piştgirî û germaya gelê xwe, bi nasname û tîşortên xwe, bi qêrîn û propaganda girîngîya zimanê Kurdî got û me berê xwe da Derê Çîyê (Dağkapı) qada Şêx Seîd. Em di ber parêzgehê de derbasî hûndûrê Sûrê bûn. Li hemberî Postexana mezin, em di du derîyên bedenê re ketin hundirê Sûrê. Em li beranberê Bedenê, bi hişmendî û giranîya dîroka xwe, bi rûhê pakrewan û hevalbendîya wan, ber bi Mizgefta mezin meşîyan. Li ber Mizgefta Mezin, me silavek germî da Şêx Seîd û hevalên wî, Dr Fûad, Bavê Tûjo, Salih Begê Hênê û Fehmîyê Bîlal. Em ji wir ber bi derîyê Merdînê ve meşîyan. Li ber Minara Çarling, me silavek germî da welatparêzê hêja Tahir Elçi û wî bîbîr anî.

Pişt re me berê xwe da Mala DENGBÊJAN û me serdana wan kir. Bi çepik û dilsozîyek germî pêşwazîya me kirin. Me spasîya xwe pêşkêşî dengbêjan kir. Demekî xweş, me li dengbêjinî xwe gohdar kir. Piştî xatir xwestinê, me berê xwe da taxa Îskender Paşa û di derîyê pasaja Kıbrısê re, em derbasî nav kolanên teng û dirêj bûn. Di kolana ku Hafiz Akdemîr hatibû şehîd kirin, bi xemgînî em derbas bûn û me di kûrahîya dilê xwe de bi germî bibîr anî.
