Zelenskyy alaya spî li beranberî Trump bilind kir

Serokê Ukraynayê dibêje, “Em şerekî bêdawî naxwazin û em tekez dikin ku Ukrayna aştiyê dixwaze.” Herwesa dibêje, “Em amade ne ku ji bo bidawîanîna şerî bi lez kar bikin.”

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îro (Sêşem, 04.03.2025) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Ji bo berqerarkirina aştiyê, em amade ne li jêr serkirdetiya Trump kar bikin. Herwesa çi yek ji me şerekî bêdawî naxwaze.”

Volodymyr Zelenskyy amaje jî da, “Ukrayna amade ye bi zûtirîn dem ji bo berqerakirina aştiyeke berdewam bê ser maseya danûstandinan, herwesa em amade ne ji bo bidawîanîna şerê Ukrayna û Rûsyayê bi lez kar bikin.”

Navbirî tekez jî kir, “Wekî qonaxa yekê ya aştiya navbera me, em dikarin bi ragehandina agirbestê û lihevguhertina êxisîran dest pê bikin. Paşî em dixwazin di qonaxên bê de gelek bi lez bi Amerîkayê re ji bo merema îmzakirina lihevkirina dawiyê kar bikin.”

Serokê Ukraynayê ron jî kir, “Me rêzeke zêde ji bo Amerîkayê heye ku gelek bi dilgermî ji bo alîkarîkirin û parastina serweriya Ukraynayê kar kiriye. Em spasiya Serok Trump dikin.”

Zelenskyy di derheqa civîna xwe ya bi Trump re got, “Civîna me ya li Koçka Spî bi wî arasteyî neçû ku me li ser wê li hev kiribû, ya ku qewimî cihê daxê ye, lewma dem hatiye ku em tiştan rast bikin. Me pê xweş e ku alîkarî û peywendiyên paşerojê avaker bin.”

Navbirî behsa lihevkirina kanzayên kêmpeyda bi Waşintonê re kir û tekez jî kir, “Ukrayna amade ye di her demekê de be wê lihevkirinê bi Waşintonê re îmza bike.” Herwesa got, “Em wê lihevkirinê wekî pêngavekê ber bi zêdetir ewlehî û gerentiya ewlehiyê ji bo welatê xwe dibînin.” (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *