Îbrahîm GUÇLU
Di destpêkê gelek vekirî dibêjim ku doza Neteweya Kurd, dozeke rewa, dozeke dîrokî, doza dewletbûn, doza serxwebûnê ye. Doza neteweya kurd, doza her kurdekî ye. Doza begên, serok eşîrên, axayên, şêxên, gundiyên, bûrjûwayên, karkerên, xwendavanên, jinên, mêrên, ciwanên Kurdistanê ne. Ji bona ku Doza neteweya kurd bigihîje armanca xwe, yekîtîya kurdan, yekîtîya temsîlkarên kurdan yên rasteqîn pêwîst e. Loma jî her kurdek vê yekê dixwaze û ji yekîtîya kurdan re piştgir dibe.
Li cem vê yekê ew rêxistinên dixwazin yekîtî ava bikin, kurdan temsîl dikin an nakin ew di yekîtîya kurdan de girîng e.
AQILEKÎ RASYONAL Û ANALÎTÎK PÊWÎST E…
Di van rojên dawî de jî li Rojavayê Kurdistanê jî yekîtîya kurdan, yekîtîya ENKSê û PYDê tê minaqeşe kirin. Gavên di vê mijarê de hatine avêtin tên analîz kirin û şirove kirin.
Wek tê zanîn berîya vê çend salan jî encama Peymana Hewlêrê û Duhokê (2 caran) jî li Rojavayê Kurdistanê ev mijara kete rojevê. Gelek kesî jî bi niyeta baş ji wê pêvajoyê re piştgirî kirin, lê di encamê de rastîyan li ser pêvajoyê tayînkirî bûn. PKK/PYD peyman xirab kir. Yekîtîya kurdan jî û yekîtîya ENKSê û PYDê jî ava nebû.
Loma jî dema em îro jî li yekîtîya ENKSê û PYD û li yekîtîya kurdan li Rojavayê Kurdistanê, divê bi awayekî reş an jî spî nenêrin. Bi aqilekî rasyonal û bi helwesteke analîtîk li mijarê binêrin. Dogmatîk li merselê nenêrin. Em berîya ku bigihîjin encamê, divê rewşê baş fahm bikin.
DIVÊ KURD BI XWE PİRSÊN XWE ÇARESER BIKIN…
Her dewletek û neteweyek ji bona berjewendîya xwe li mijaran dinêre û çareserîyê jî gorî berjewendîya xwe pêk tîne. Heger dewletek midaxeleyî mijareke dewletek û neteweyek din dike, bi awayekî erênî jî midaxele bike, divê bê zanîn ku mitleqe di midaxelya erênî de jî berjewendîyeke wî/wê heye.
Loma divê her neteweyek bi îradeya xwe û bi dezgehê û rêxistinên xwe pirsên xwe çareser bike. Neteweya Kurd jî divê pirsgirêkên xwe bi îradeya xwe çareser bike. Lê ji derve alîkarî bigrin. Wê demê di berjewendîya terefan de lihevkirinek dibe. Heger wusa nebe, ew dewleta derve, zêdetir dibe xwedîyê berjewendîyê.
Ji bona vê jî divê em hîn bi balkêşî li ser mijara yekîtîya ENKS-PYDê rawestin ku çima destên derve di pirsgirêkên wan de derdikeve pêş û ew bi xwe pirsgirêkên xwe çareser nakin.
LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ HÎN ENIYEK ÎLAN NEBÛYE…
Li Rojavayê Kurdistanê bi navbeynçitiya, Serokê Kurdistanê û Emerîıka-Fransayê ENKS-PYDê hatine cem hev, gor hatiye diyar kirin, di çarçeweke siyasî de lihevkirinek heye. Lê ji çarçewa siyasî girîngtir, mijar û pirsgirêkên din hene. Diyar e ku di wan mijar û pirsgirêkan de minaqeşe dom dikin. Ew minaqeşeyan dê li ku rawestin hîn pirr ne diyar e.
Loma min nivîsand got ku `li Rojavayê Kurdistanê eniyek tune ye`. Heta nûha jî hîn eniyek nehatiye îlan kir. Dema ku ENKSê û PYDê bi hev re yekîtî îlan kirin, wek enîyek, tîfaqa siyasî û leşkerî, hevkarîyek an jî koalîsyonek ava kirin, wê demê mijar tê qonaxeke din. Li wir mijar û pirsên bên niqaşe kirin qerektereke din qezenç dike.
DIVÊ KURD REALÎST BIN. KARÊN DIKIN Û TÊN KIRIN GOR PÎVANÊN ÎLIM Û RASTÎYÊ BI NAV BIKIN: LOMA EZ DIBÊJIM KU KARÊ TÊ KIRIN, NE YEKÎTİYEKE KURD/KURDÎ YE; YEKÎTÎYA ENKS Û PYD-Ê YE…
Yekîtîya kurdan, bi rêxistinên kurd û Kurdistanê ava dibe. PYDê dema ava bû, wek rêxistineke kurd û Kurdistanê ava nebû. Loma jî di navê wê de têgeha “Kurd” û “Kurdistan” jî tune ye. Navê wê, “Partiya Yekîtîya Demokrat” e. Yanî xwedîyê nasnameya kurd û Kurdistanê nîne.
PYD, gor ev qerektera xwe jî tevgerîya. Nexwest ku Rejîma Baasê têk biçe. Navê welatê me Kurdistan jî guhert, kir “Bakura Sûriyeyê.” Got ku “axa em li ser, ne axa Kurdan e. Axa kurdan, ereban û kêmneteweyên din e.”
Dema li ser navê Rejîma Baasê Dîktatorî li Kurdistanê ava kirin û rêvebirî li Kurdistanê damezrandin, gorî vê tevgerîyan.
PYD piştî re jî li Suriyeyê bi navê “Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê” tevgerîya.
Li dijî statuya federal bû û li dijî vê statuyê şer kir.
PYD, rêxistina PKKê ye. PKKê jî rêxistina Kurdên Rojavayê Kurdistanê nîne.
PYDê di hefteyekî û an jî di mehekê de jî nayê guhertin, wê demê gorî qerektera xwe dikare yekîtî jî ava bike.
Wê demê Yekîtîya ENKS û PYD, nabe yekîtîya kurd û Kurdistanê. Loma ez dibêjim ku rastîrîn navê yekîtîya wan, Yekîtîya ENKS-PYDê ye.
Heger rewşa herdu terefan jî bê analîz kirin, diyar e du teref hene, lê 42 partî û rêxistin hene. Ev yeka jî bi serê xwe pirsgirêkeke mezin e.
RASTÎEYEKE DIN: LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BIRYARA YEKÎTÎYÊ, KURDÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DÊ BIDIN…
Kurdistan welatê kurdan e. Lê rastîyeke kurdan û welatê wan heye ku Kurdistan welatê wan bûye çar parçe. Loma jî kurdên hemû beşan xwedîyê maf in ku pirsên xwe, bi xwe çareser bikin û di derbarê xwe de biryar bidin.
Kurdên her beşekê jî divê ji hevûdu re bibin alîkar. Lêbelê divê li ser jiyana wan nebin biryardar. Midaxeleyî jiyana wan ya siyasî, civakî, hiqûqî, desthilatdarî û serwerî nekin.
Loma jî em hemû kurd bi giştî di derbarê Rojavayê Kurdistanê de û bi taybetî jî di derbarê yekîtîya kurdan, PYD-ENKSê de bîrûrey û pêşniyarên xwe dikarin pêşkêş bikin. Lê esil biryarê, Kurdên Rojavayê Kurdistanê dê bidin.
DIVÊ SÛRIYE Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ GELEK BAŞ BÊ NAS KIRIN…
Dema ku li Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêkek û mijarek bê qise kirin û şirove kirin, divê rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê baş bê nas kirin. Lewra rewşa Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê gelek bi lez tê guhertin.
Li Sûriyeyê rewşeke gelek li hev şidiyayî û di nav hevûdu de û tevlihev û wediyê gelek denkleman heye.
Divê gelek baş bê zanîn ku xwedîyê Suriyeyê, him ne diyar in û him jî her dem tê guhertin.
Rejîma Baasê, Rusya, Îran, Dewleta Tirk, Emerîka û 56 tîfakarên wê, Siûdî Erebîstan, Dûbaî, YEE (Yekîtîya Emîrên Ereban), Hizbûllaha Lûbnanê, gelek rêxistin, dibêjin ku em xwedîyê Suriyeyê ne. Lê ji wan tu yek jî bi serê xwe li ser qedera Suriyeyê desthilatdar nîn in.
Loma dema tiştek ji aliyê terefekî de çê bibe, aliyê din gelek bi hêsanî xirab dike. Loma jî her tiştek li Suriyeyê xwedîyê potansiyala guhertine ye. Loma jî tiştekî îro qewîmîye, sibê dom nake.
Divê mirov gor vê rastîyê, analîz û şiroveyên xwe bike, helwesta xwe nîşan bide.
Ev rastîya, ji bona yekîtîya kurdan û yekîtîya ENKSê-PYDê jî derbas dibe.
Loma divê bi xwînsarî li mijaran û pirsgirêkan bê mêze kirin.
LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DEMA PEYMANA HEWLÊR Û DUHOKÊ ÎRO FERQEKE MEZIN HEYE…
Dema ku Peymana Hewlêr û Dûhokê çê bû, rewşa Rojavayê Kurdistanê gelek baş bû. Kurdistan parçe nebibû. Kurdistan neketibû bin kontrola Dewleta Tirk û Rûsyayê.
Li Kurdistanê Erebbûn ewqas pêş neketibû. Nûha li navenda Kurdistanê li Qamişloyê hejmara ereban ji ya kurdan derbas bûye.
Di navbeyna kurdan de nekokî evqas zêde nebibû. Kurd bi destên PYDê ewqas nehatibûn kûştin û nehatibûn girtin û li wan êşkence nehatibû kirin. Di nav kurdan de veqetandinek psîkolojîk ya zêde nehatibû rojevê.
Ciwanên kurd nebibûn leşkerên Emerîkayê û li Raqeyê bi hezaran ciwanên kurd nehatibûn kûştin.
Navê Kurdistanê nehatibû guhertin, Kurdistan hîn nebibû “Bakûrê Sûriyeyê”.
Loma jî JI ALIYÊ YEKÎTÎYÊ DE, REWŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ WEK HEVÛDU NÎN E. Dema ku di navbeya PDK û YNKê de yekîtî pêk hat, Li Başûrê Kurdistanê sînorên Kurdistanê gelek aşkere diyar bibûn. Herêm azad û federe bû.
Dema yekîtî ava bû, rewş gelek vekirî bû. Hemû hêzan digotin “em kurd in û Kurdistanî ne.” Hemû rêxistinan armanceke mişterek didomandin. Ew jî federalbûna Iraqê û federebûna Kurdistanê bû.
Hezar mixabin, dema ku di vê qonaxê de mijarên girêdayî Rojavayê Kurdistanê û pirsa yekîtî li Rojavayê Kurdistanê şirove û analîz bikî, divê em rewşa Rojavayê Kurdistanê bidin ber çav.
JI BONA YEKÎTÎYA ENKS-PYD ÇÊ BIBE, ŞERTÊN PÊWÎST…
Ji bona herdu terefan, armanceke hevbeş pêwîst e. Lewra nûha armanceke mişterek tûne ye. ENKSê, li Sûriyeyê federalîzmê diparêze. PYDê Kurdistanê beşek û herêmek ji ereban dizane.
Divê ku di pirsa Rejîma Baasê de, nêrîneke hevbeş çê bibe. ENKSê dibêje ku divê Rejîma Baasê ji holê rabe. Rejîmeke demokratîk, pirr partî û parlamenrterî ya federalî ava bibe. PYDê li dijî rûxandina Rejîma Baasê ye.
PYD nûha wek rêxistineke Rojavayê Kurdistanê tevnagere. Bi PKKê re girêdayî ye. Ji aliyê kurdên Bakûr ve tê birêvebirin. Divê PYDê ji PKK veqete û ji bin bandora PKKê derkeve. Kurdên Bakûr di siyaseta Rojavayê Kurdistanê xwedîye rol û mîsyonekê nebin.
PYD, bi destê Rejîma Baasê li Kurdistanê dîktatorîyek ava kirîye. Divê di yekîtîya nû d,e ev dîktatoriya tasfiye bibe û bê guhertin.
PYDê qebûl bike ku li Sûriyeyê Kurdistan heye û ew jî welatê Kurdan e. Li Kurdistanê kêm netewe jî hene.
Di rêvebiriye de, hêzeke çekdar û hêzeke neçekdar dê çewa wekhevî çê bikin, evv pirsgirêkek mezin e. Divê ev pirsgirêke çareser bibe.
Gelo pêşmergeyên Roj dê bên Rojavaya Kurdistanê, wek hêzekî otonom tevbigerin an na? Ew jî ji bona yekîtîya ENKS û PYDê gelek girîng e.
SİYASETA EMERÎKAYÊ YA BIHÛRÎ DÊ ÇEWA YEKÎTÎYA KURDAN ÇÊ BIKE?
Her çiqas hemû kurd gelek bi hêvî ne ku Emerîka dikare yekîtîya ENKS û PYDê ava bike û PYDê ji PKKê dûr bixe, sîyaseta Emerîka bi xwe jî, ji bona yekîtîya kurdan û çareseriya Pirsa Kurd û Kurdistanê bû asteng.
Divê bê zanîn ku Emerîka Li Sûriyeyê di derbarê neteweya kurd û pirsa Kurd de xwedîyê bernameyekê nebû. Nûha jî bernameyeke wê tune ye.
Eemerîka çi kir?
Efrîn dema ji aliyê Dewleta Tirk de hat dagîrkirin, rê ji wan re vekir, got ku “Efrîn ji derveyî tax û desthilata min e.”
Dewleta Tirk, dema Serêkaniyê û Grê Spî dagîr kir, Emerîkayê midaxele nekir, leşkerên xwe ji Kurdistanê kişand.
Kobanî teslîmî Rûsyayê û Rejîma Baasê kir.
Li hemû Kurdistanê encama mutabaqeta Emerîka û Rûsyayê PYD ji sînor 30 kîlometreyî hat dûr xistin. Kontrola Rusyayê û Dewleta Tirk li tevaya Kurdistanê ava kir.
Gelo ev sîyaseta Emerîkayê ya şaş dê li Kurdistanê çi ava bike?
Ewê li dijî dagîrkerîya Rejîmê, Dewleta Tirk, Rûsyayê dê şer bikin?
Diyarbekîr, 26. 06. 2020