Yekîtiya Ewropayê ji Hewlêr û Bexdayê xwest ku Peymana Şingalê bi cih bikin

Yekîtiya Ewropayê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê xwest ku çareseriyeke ji rewşa Şingalê bibînin û  bingehîn ji rewşa Şingalê re bibîne û Peymana Şingalê bi cih bikin.

Ofîsa Polîtikayên Karên Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê bangî Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku çareseriyeke bingehîn ji rewşa Şingalê re bibînin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Xelkê  Êzidî yê li Îraqê hîn jî bi kêşeyên mezin re rû bi rû ye. Astengiyên li pêşiya vegera koçberan li Şingalê, fikarên ewlehiyê û nebûna xizmetguzariyên bingehîn ên civakî hîn berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de Yekîtiya Ewropayê bangî hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê kir ku Peymana Şingalê bicih bikin.

Yekîtiya Ewropayê herwiha ji Hewlêr û Bexdayê xwest ku şert û mercên jiyanê li Şingalê baştir bikin û vegera Kurdên Êzidî hêsan bikin.

Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku ew “hewlên hikûmeta Îraqê yên ji bo parastina Êzidiyan”  û başkirina bilind dinirxîne û got:

“Em bi taybetî spasiya hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku alîkariya koçberên ji ber tundî û şer û pevçûnan koçber bûne dike.”

Li aliyê din Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê Thomas Zeiler îro bi boneya 10 saliya jenosîda Êzdiyan peyamek belav kir û got:

“Di van salên dawî de xizmetên pêwîst, wek elektirîk, perwerde û xizmetên din ji Êzidiyan re nehatine kirin.”

Hinek ji Êzdiyan vegeriyane Şingalê lê em hemû dizanin ku rewşa Şingalê bi tevahî ne aram e.

Ez bangî her du hikûmetan û bi taybet hikûmeta Bexdayê dikim ku kar ji bo aramî û avedankirina Şingalê û navçeyên derdora wê bikin.

Ez hestên erênî li ser hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de dikim lê mixabin heta niha ew nearamî bi dawî nebûne.

Çareseriyên hatine dîtin çareseriyên demkurt in, pêwîst e çareseriyên demdirêj bên kirin û rê bidin koçberên Şingalê û hemû şêniyê deverê vegerin.”

Peymana Şingalê 2020îan di navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatibû îmzekirin lê heta niha nehatiye bicihkirin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *