Yasaya parêzgehbûna Helebceyê di Rojnameya Fermî ya Îraqê de hat weşandin: Helebce êdî parêzgeh e

Yasaya Parêzgehbûna Helebceyê li Rojnameya Fermî ya Îraqê de hat weşandin.

Wezîrê Dadê yê ÃŽraqê Xalid Åžiwanî got, “Ji îro ve yasa ketiye warê bicihkirinê û her îro dê ji bo serokkomarî û parlamentoyê were ÅŸandin.”

Yasaya Parêzgehbûna Helebceyê ya Hejmara 7an 2025an li Rojnameya Fermî ya Îraqê de îro hat weşandin.

Xalid Åžiwanî di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand, “Ji îro ve yasa dê bikeve warê bicihkirinê û Parêzgeha Helebceyê bi fermî û yasayî wekî 19emîn parêzgeha ÃŽraqê de hat nasandin.

Her îro em dê yasayê ji bo serokkomarî, parlamento û aliyên têkildar ên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişînin ku divê fermana komarî jê re derbikeve û ferman dê carekî din di Rojnameya Fermî ya Îraqê de bê weşandin.

Bi vê yekê re hemû rêkarên yasayî û rêvebirî yên parêzgehbûna Helebceyê bi dawî dibe.”

14ê Nîsana 2025an endamên Parlamentoya Îraqê deng dan Yasaya Parêzgehbûna Helebceyê û 29ê Nîsanê jî Serokkomarê Îraqê Dr. Letîf Reşîd yasaya parêzgehkirinê Helebceyê îmze kir.

Helebce 4emîn parêzgeha Herêma Kurdistanê ye. Navenda wê bajarê Helebceyê ye û yek ji kevintirîn bajarên Kurdan e.

Di serdema Osmaniyan de û beriya damezrandina dewleta Îraqê di sala 1889an bûye navçe û Osman Paşayê Caf ê hevjînê Adîle Xanimê yekem qaymaqamê navçeyê bûye.

Hejmara niştecihên Helebceyê nêzîkî 120 hezar kes e. Parêzgeh ji du navçeyan û 3 nahyeyan pêk tê; navçeya navendî ya Helebceyê û navçeya Xurmal û nahiyeyên Biyare, Bemo û Sîrwanê. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *