Xwedîderketina li dîrokê, cejna Nûrojê wekî mînak

Ne tenê welatê Kurdan hatiye dagirkirin, ne tenê serwet û samanên sererd û binerd ên axa wan hatine dizîn lê belê dîrok, ziman, çand, ol, boneyên neteweyî û nîştimanî û tewra awaz û stranên wan jî hatine dizîn.

Çawa pêwîst û rewa ye ku Kurd ji bo rizgarkirina welatê xwe bixebitin û têbikoşin, divê her wiha ji bo wergirtina wan tiştên din jî ku ji wan hatine dizîn û zeftkirin bixebitin û têbikoşin.

Yek ji diziyên herî berbiçav û mezin ku li Kurdan hatine kirin, cejna Nûrojê ye. Nû tê wateya taze, em niha jî dibêjin nûber û nûmal lê bi darijandina efsaneyeke xapînok a Farsan, dîroka vê cejna pîroz a Kurdan çelexwarî kirine.

Xwedêgiravî li ser milên padîşahê Medan mar û ejderha şîn hatine û rojane pêdiviya wan bi xwîn û serê xortekî hebû. Gelên bindest û çewisandî rastî wan mar û ejderhayên padîşahê Medan hatine û bûne xwarina wan.

Heta hesinkarekî Fars bi çakûçê destê xwe serê padîşah pehn kiriye û azadî ji bo gelên di bin desthilata Medan de aniye û tava rojeke nû bi serkirdatiya Farsan li herêmê hilatiye. Newroz wekî bîranîna vê efsaneyê bi cih kirine.

Di demekê de ku dîroka Kurdan li herêmê deh hezar salan beriya Farsan e, Nûroj jî ji 10 hezar salan beriya peydabûna Farsan li vê herêmê, wekî sembol û hêmaya rojeke nû û zindîbûnê bilind hatiye ragirtin lê ji ber ku dewleta Kurdan nebû ku van bone û bîranînan wekî biryara dewletê bi cih bikin, wekî çîrokeke dewletxwaziya xwe xwe kirine xwediyên wê û Nûroja Kurdan kirine Newroz û wekî cejn û boneyeke Îranî di dîroka nû de tomar kirine.

Sedan sal e, ev beyt û çîroka nelojîkî û xapînok wekî efsaneyekê li ser Nûroja Kurdan hatiye danîn û wekî sembola serkeftina Farsên qurbanî li ser Kurdên stemkar tê belavkirin.

Di dirêjahiya sedsalên piştî dewleta Medî de, hemû împerator û dewletên ku Kurdistan dagir kirine û hikumdariya herêmên Kurdî kirine, eger bi awayekî fermî ev cejn qedexe nekiribin jî, rê nedane bi fermî wekî bone û cejneke neteweyî ya gelê Kurd bê bibîranîn.

Mil bi milê vê pêvajoya zeftkirina Nûrojê (Newroz) ji aliyê Farsan ve, li gel peydabûna ola Îslamê û hatina Ereban ji bo herêmên Kurdî, birayên misilman ên Ereb jî cejna Newrozê wekî agirperestî, xafilbûn û dûrketina ji Xwedê, daye zanîn. Heta ji wan jî hatiye, hewl dane Kurdan ji vê cejnê dûr bixin.

Tirkan jî heta van salên dawî, di her boneya Nûrojê de girtîgehên xwe bi ciwanên Kurd ên ku ev cejn pîroz dikirin dadigirt lê ji ber ku Kurdan hezaran sal berê ji bav û kalên xwe ‘Somerî’ nifş bi nifş, ev cejn wekî sembola zindîbûn û rojeke nû bi xwe re anîne, loma tevî hemû hewldanên dewletan bona veqetandina Kurdan ji vê cejnê, hewl bê encam bûn.

Ev bîranîn ji Kurdan re wekî mijareke ruhî û pîroziyeke ku têkiliya wê bi hebûn û mana wan re heye, bi vî rengî berevanî lê hatiye kirin, ji ber vê yekê jî bi dirêjahiya hezaran salan maye.

Tiştê ku niha cihê baldariyê ye û gelekî cihê kêfxweşiyê ye, çêbûna hesta xwedîderketina li vê bone û bîranînê ji aliyê beşa herî zêde ya yek bi yekê neteweya Kurd e, çi li ser axa Kurdistanê bijî yan li dereke din a cîhanê be, vê boneyê wekî cejneke Kurdan bi bîr tîne. Tewra eger li hundirê mala xwe jî be û bi pêxistina mûmekê jî be.

Ahengên mezin ên salane yên Amed, Mehabad, Qamişlo û Akrê, Kurdên diyasporayê li Ewropa û Amerîka û tewra li Efrîqayê jî, xaleke girîng a serdema bêdewletiya Kurdan piştrast dikin ku ev gel bi awayekî xwezayî li dû xaleke hevgirtinê digere.

Gelê Kurd ji ber sedan sal berdewamiya dagirkariyê axa wî, ji ber dabeşbûna wî li ser gelek dewletên neteweyî yên cuda, her wiha ji ber ku dewletên dagirker jî hertim li ser wê yekê kar kirine ku sînorên di navbera yekbûna Kurdan de xurt bikin û wan zêdetir û bêtir ji hev dûr bixin, roj bi roj xalên hevpar û bihevvegirêdana Kurdan lawaztir dibû lê vêga ew hesta xwedîderketina li dîrokê ku di Nûrojê de tê dîtin, hemû sînor têk birine û şikandine.

Bi taybetî li diyasporayê ku ji bilî beşdariya Kurdên beşên cuda cuda yên Kurdistanê, di heman demê de Kurdên Xorasan û Azerbaycan û Ermenistan û Gurcistan û Rûsya û Krwatya û tewra Kurdên Îsraîlê jî bi hev re vê bîranînê pîroz dikin.

Ev hesta pêkvebûnê ya zikmakî ji bo dema niha ya bêdewletiya Kurdan, gelekî gelekî girîng e. Vê yekê selimand ku îradeya Kurdan ji îrade û şiyana dewletan zêdetir e.

Tiştê ku dewleta Îranê bi pileya yekê û paşê Tirk û Ereban kiribûn ji bo zeftkirin û jêstandina mafê xwedîtiya Kurdan li ser Newrozê, keda wan a sed salêan wek berfa li ber tavê heliya.

Kurd bi vî awayî li ser xwedîderketina li vê boneyê berdewam bin, demeke zêde naçe gava tevahiya mirovahiyê bizanibe ku Newroz cejna Kurdan e.

Ev hesta hişyarbûnê divê berfirehtir bibe û tenê girêdayî hesta xwedîderketina li Nûrojê (Newroz) nebe. Divê Kurd xwe bikin xwediyê wê dîroka veşartî û jêzeftkirî ku dayika şaristaniya îroja mirovahiyê ye, Somerî.

Fars 10 hezar sal û Ereb 11 hezar sal û Tirk 12 hezar salan piştî me Kurdan, hatine vê herêmê. Şerm nakin dîrok û mîrateya me dagir bikin û xwe bikin nevî û mîratgirên Someriyan, lê Kurd ku her li cihê jiyana xwe li ser ax û erdnîgariya xwe wek neviyên Someriyan mane û ziman û çand û dabûnêrîtên xwe yên wê serdemê ji bo niha û mirovahiyê veguhastine, wek şerm dibîne vê nasnameya xwe ya rastîn biparêzin û ketine bin bandora dîroka xapîner û çîroka dewletên neteweyên dagirker ên herêmê.

Divê ev hesta xwedîderketina li Newrozê ku hesteke zikmakî ya Kurdane ye, rê û zemînxweşker be ku me bibe ber bi xwedîderketina li dîrokê, lê pêwîstiya vê yekê bi saziyên zanistî û hêzeke rêkxistî ya dewletî heye. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek pêkhateyeke neteweyî ya Kurdî, vê erkê bigire ser milê xwe. (Rûdaw)

Arif Qurbanî

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *