Xuyaye ev hevîr wê gellek av bigire…

Serokkomarê Tirkîye ErdoÄŸan li Rusya/ KAZANê bi PUTÃŽN re hevdînenên endametîya Tirkîye ya BRICSê dike. NATO û BRICS dijberê hevin…weke stratejîk ji endametîya dewletek bi her dû alîyan re ne mumkin e! Gelo wê, ev zevaca bi herdû alîyan re çiqas mumkin be, wê dem nîşan bide.

Di heman demê de li Enqerê navça KAZANê (Kahraman KAZAN) êrîşek çekdarî li hemberî TUSAŞê pêk hat… Êrîşek stratejîk, êrîşek bi peyam û êrîşek girîng…

Di video û dîmenên cîhê êrîşê de wêneyên êrîşkaran xuya dike, li cihêkî du kes xuya dikin, di weneyekî de sê kes xuya dikin, di wêneyekî de kesek xuya dike. Hinek çavkanîyên çapamenî yê qala 5 êrîşkaran dikin û dibejin hejmara mirî û birîndaran zêdeye…
Hemû NexweÅŸxaneyên Enqera di asta herî bilind xistine teyaqûzê/ an alarmê…

Di siyaset û ticaretê de pirî caran bi Tirkî qala formula ” Birlikte KAZAN KAZAN”ê dikin. ( Bi hevre qezenç qezenç kirin) Gelo ev civîna li KAZANa Rusya û têqîna li KAZANa Enqara çi peyaman dide? Dem û pêvajo tesadufî ye an jî amedekarîya listokek nû ye?

Pirs pirsan tîne, nirxand û şiroveyên cuda rê li bersivan vedike.

Gelo ew grûbên çekdar yên girêdayî Tirkiyê, li Libya, Surî û Rojava tevdigerin, têkilîyên wan bi Sadatê re çi ye? Kî li ser navê kê îhalan digire? Kî li ser navê kê çekan bi kar tîne? Åžerê wekalet, grubên mîsyoner û nakokiyên di nav baskên dewletê rê li ber pirsan vedike…

Ji bîr nekin di demên qeyran û alozîyan de alîyên dijber ji bo destê xwe bilind bikin carnan hamleyên xeterdar dikin. Ji ber wê yekê dive em pêvajoyê bi aqlê selim bişopînin û li gorî berjewedîyên milletê Kurdistanê tevbigerin.

Pêvajoyên dîl girtinê, dorpeçkirina destkeftiyên milletê kurd; şerê Îran û Îsraîlê, Projeyên dîzayn kirina heremê bi serê xwe cihê nîqaşê û şiroveyên cuda ye.

Dewleta terorîst ÃŽran li heremê desthilatdarê û dixwaze pêlên êrîşên ser xwe sivik bike, an jî wan êrîşan li dervayê sînorê bigre. Ji ber wê yekê aparat û alîyên girêdayî xwe dikare di demên kinde mobîlîze bike. Di derbarê dijminatiya milletê kurd e, dewleta Tirk û ya ÃŽranê mutefîkin/ ÅŸirîkin, lê di qadên din du dewletên dijberê hevin. Ji ber wê yekê herdem destê wan di berîka hevda ye…

Li Tirkîye siyaset li ser teoriyên komloyan tê meÅŸandin. Lê divê em kodên avakirina dewleta TIRK û plansaziya “Sê tarzê siyasetê” baÅŸ bizanibin û felsefa ÃŽttîhad Terakkî jî tu carî ji bîr nekin. Ji bîr nekin hemû nakokî û pirsgirêkên nav wan, gava mijar dibe Kurd û Kurdistan hemû dibin yek. Bila kes xewna nebîne û xwe ne xapîne, bapîrên me bîla sev negotine: Bextê Romê tune ye…

Ev sed sale, dewleta Tirk bi sîyaseta xapînok li gorî berjewedîyên xwe, demsalên “hêvî” yê bi nav dike, lê di heman deman de demsalên dijwar, demsalên dîl girtinê li ser civatê di ceribîne. Fînalên wan pêvajoyan her tim komkujî û provakasyonên mezin bûye. Mînaka her dawî Åžerê Xendekan e. Divê em ji tecrubeyên borî dersan vebigirin û li gorî berjewedîyên netewî tevbigerin. Divê em baÅŸ bizanibin problema, problema mafên milletbûnê ye.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *