Xurs

Mehmet ErbeyMehmet Erbey

mehmeterbey4747@gmail.com

 

Merheba ji wer canik û camêrno. Weke hûn zanin dibistan hatin girtin. Berî ku dibistan bêne girtin dibistana ku ez lê dixebitim em û şagirtan birin Xursê seyranê. Demeke dûdirej bû ku ez neçûbûm Xursê. Îja berî ku ez qala seyrana me bikim dixwazim Xursê bi we bidim nasîn.

Havînî her kes xwe Xurs li digre. Li Mêrdînê cihekî taybet û balkêş e. Di nav çiyayên serserqot û taht û latan de cihekî bi dahl, rez û seranser şênahî ye. Kesên Mêrdîn dîtine û dizanin. Çiyayê Merdînê serserqot e. Ti dar û ber lê tune ye. Tevahî taht û lat in. Çiyayên Xursê jî bi vî hawî ne. Lê gava tu xwe ji van taht û latan bera newala Xursê didî lê bavo tu çi bibînî. Seranser dahl û daristane. Ev taybetmendiya wê ji çemê wê tê. Ji kaniyên wê sal duwazdeh meh av diherike. Çemê wê digihê heta deşta Qoserê. Li çep û rasta çem bîst û du gund hatiye avakirin. Û gundiyan çi darê fêkiyan hebe lê danîne. Ne tenê dar û daristan ji bîstan bigrin heta tutinê radikin û datînin. Debara gundiyên Xursê jî li ser van fêkiyên bax û baxçeyan e. Û ne îro ji ewil de wiha ye. Hîn ez zarok bûm kesên ji Xursê, fêkiyên xwe li ker û hêstiran dikirin û danîn deşta Qoserê difirotin.

Ji ber ku li deşta Qoserê tenê genim û ceh dihat çandin ji van pêve tu tişt tunebû. Îja gava çavê me bi fêkiyan wan diket, me baz dida malê û di tasa de me ceh û genim danî û dida kesên ji Xursê hatine û wan jî ji tûrikê ker û hêstiran hêjîr û mişmiş û hwd. derdixistin û didan me. Li ser fêkiyên Xursiyan gelek mesele jî hene. Yek jê li ser hêjîra ye. Dibên kesên ku ji deşta Qoserê diçûn Xursê mêvandariyê, Xursiyan mevanê xwe bera nav dahlên xwe didan. Rebenê Qoseriya ji ber ku fêkî nedîbûn dadidan hêjîran. Zikê bîrçî bi hêjîran têr dikirin. Go îja Xursiyan ji hev du dipirsîn û digotin, gelo mêvanê me hêjîr qeşart an na. Kesên ku hêjîran diqeşartin û dixwarin bo wan digotin, temam e wa mevanê me têr bûn hewca nake em ji wan re şîvê çêkin. Qoserî jî ji ber vê yekê ji Xursiyan dibên, bo ku şîveke bi goşt nedin mêvanê xwe, çikûsiya dikin berî ku şîvê bi mêvana din wan dibin bax û bexçeyên xwe û mêvanê xwe bi fêkiyan têr dikin. Û herî dawîn ev gotin li dû Xursiyan xistine û dibên; Xursî, xwediyê xiyarê çermisî, ne dixwin û ne didin tu kesî. Ji demên borî û heta niha gengeşiyek wiha şêrin di nava wan de ye.

Belê, weke min di serî de jî gotibû ev demeke dûdirêj bû ku ez neçibûm Xursê. Di vê dema dirêj de li Xursê gelek tişt hatine guhertin. Her kesî di nava dahlê xwe de bo seyranê cîh çêkiriye. Him bo rûniştinê û him jî bo xwarin û vexwarinê aşxane ava kirine. Heta hinek ji wan bo zarok û ciwana birk jî çêkirine. Demên borî van tiştana tunebû. Tu dihat hema li bin darekê rûdinişt û xwarin û vexwarin te ji xwe re çêdikir. Ku kêmaniyek te heba tu şerpeze dibûy. Û Xursiya jî ji kesên dihatin acîzî dikirin û digotin, tên dahlê me dilewitînin. Lê niha ew reqlama xwe dikin û dibên werin seyrangeha me. Lê ya min şaş kir ne ev guhertin bûn. Çand û tevgera wan î hatiye guhertin, ez şaş kirim.

Dema borî ku em bi malbatî hatibûn Xursê me bûyerek nexweş jiyabû. Li Xursê şilavek heye. Ji şilavê bi xwezayî birkek çêbû ye. Wê çaxê jî û niha jî ciwan derin dikevin wê birkê û avjeniyê dikin. Em û zarxalê xwe jî ciwan bûn û em çûn ketin birkê. Pîştî em têrî avjeniyê bûn şortê me yî şîlûpil li me di nava dahla de me da rê ku em herin ba malbata xwe. Di rê de sê kes tevirên wan di destê wan de û avetin pêşiya me. Û ji me re gotin; kuro hûn fedî û şerm nakin bi van şortan. Me û wa li hev du nêrî û me go; heyra ma em ne tazîne. Şortê me heta çongê ye û wek hûn dibînin em şilin û cîhekî ku em xwe biguherin tuneyî. Di ser me de hatin û gotin; ew nepirsgirêka me ye. Pantor mantorê xwe di ser şortê xwe li xwe kin. Bi vî halî hûn nikarin di nava dahlê me de bigerin. Me lê nerî wê bi tevira bi serê me kevin me go, heyra temam weke we û me rabû pantor mantorê xwe li ser cilê xwe yê şil li xwe kir. Em bi vê nerîna wan şaş bibûn û me go, babo ev şort mort hîn li ba wan sebebê lêdanê ye.

Îja tu îro li Xursê û li seyrangehê dinêrî, çi keç û çi xort her kes bi şorta ye. Yên ku dikevin birk a nîvtazîne û hwd. Bi vê çûna Xursê ev yek bala min kişand û min go ka ew kesên tevir di destan de û davêtin pêşiya kesên bi şort. Û min go li ber guherînê tu kes nikare bisekine. Kesê ku bisekine jî wê bikeve.

g.d

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *