Li bajarê Siwêda yê Sûriyê xwepêşandanek li dijî desthilata rêveberiya nû ya Sûriyê Şamê hate lidarxistin ku tê de bang li rêveberiya Şamê hate kirin ku dewleteke nenavendî bê avakirin.
Di xwepêşandana ku îro 6ê Adarê li Qada Kerama ya bajarê Siwêdayê hate lidarxistin de, wêneyên şêx Hikmet El Hecerî hatin hildan ku komên çekdarên Durzî jî li dorî xwe birêxistin kirine.
Herwiha pankartên bi van nivîsan hatin vekirin:
“Desthilatdariya de fakto.. lîstina bi demê û têgehan.. lîstokek eÅŸkere ye “, “Ji Colanî û ÃŽxwanan re na”, “El Colanî bi fermana yê reviyaye, azadxwaz qetil kirin”, “HilweÅŸe El Colanî û hikumeta wê ya dagirkera desthilatê”, “Ehmed El Åžeri ji bo berjewendiyên dewletan li ser hesabê gel pergaleke alternatîf a pergala Esed ava dike” û “Dagirkeriya Osmanî bi hewldanên El Colanî vedigere”, “Civaka navneteweyî ji her dilopek xwîna ku li ser xaka Sûriyê tê rijandin berpirsyar e”, “Rûsya, ÃŽran û Tirkiye rasterast ji tundiya li Sûriyeyê berpirsiyar in” (PK)