Ji bo dersa bijarte ya Kurdî, li Bedlîs û navçeya wê Tetwanê çend xebatên agahdarkirinê bi rê ve diçin.
Lê xelkê navçeyên Norşîn, Hîzan, Xelat, Elcewaz û Modkanê ji ber nebûna kampanyayeke birêkûpêk, zêde hay ji dersa bijarte ya Kurdî nîne.
Şaredariya Tetwanê hemû xebat û tabelayên xwe bi du zimanî dike.
Her wiha şaredarî û Navenda Perwerdeya Gel a bi ser Wezareta Perwerdeyê kursên ziman didin.
Li gorî agahiyên berdest, li navenda Bedlîs û navçeya wê Tetwanê 4 mamosteyên zimanê Kurdî hene.
Li 23 polan derdora 350 xwendekar dersa zimanê Kurdî dixwînin.
Hewl tê dayîn ev hejmar îsal zêde bibe da ku li bajarê Bedlîsê çend kadroyên din jî ji bo mamosteyên Kurdî bê vekirin.
Li Tetwanê zimanê bazarê Kurdî ye û xelkê Tetwanê xwedî li çand, ziman û dîroka xwe derdikevin.
“Em dixwazin mekteba Kurdî vebe”
Niştecihekî Tetwanê Hecî Newzad got:
“Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye. Em dixwazin mekteba Kurdî vebe û em zimanê xwe hîn bibin.”
Nişteciha Tetwanê Nafiya Akşitê jî got:
“Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê zarokên me bi zimanê xwe zanibin. Her du ziman jî baş in.”
Kesekî bi navê Zahir Ok jî got, “Wisa kirine ku zarokên me li navmalê nikare bi zimanê xwe xeber bide.”
“Eger zarokên me li malê bi Kurdî xeber nedin ev sûcê me ye”
Şêniyê navçeyê Seyîdxan Îdîkurt jî got:
“Eger zarokên me li malê bi Kurdî xeber nedin ev sûcê me ye. Lê li mekteban zarok dersa Tirkî dibînin.
Eger dersa Kurdî tunebe ka em çi bêjin?”
Ji bo dersa bijarte ya Kurdî li Bedlîs û Tetwanê çend xebatên agahdarkirinê bi rê ve diçin.
Lê xelkê navçeyên Norşîn, Hîzan, Xelat, Elcewaz û Modkanê ji ber nebûna kampanyayê, zêde hay ji dersa bijarte ya Kurdî nînin.
Li aliyê din, li navçeya Modkanê Kurdên Zaza jî dijîn. Piraniya wan zaravayê Kurmancî jî dizanin.
“Zarokê min Kurdî nizanin û hevjîna min jî Tirkî nizane”
Niştecihê Modkanê Muhammed Altilar jî got, “Zarokê min Kurdî nizane, hevjîna min jî bi Tirkî nizane.”
Nişteciha Modkanê Yildiz Kalfayê jî got, “Daxwaza me ew e em xwedî li zimanê xwe derkevin.”
“Em nikarin bi zimanê xwe derdê xwe bêjin”
Kesekî bi navê Halît Kalfa jî got, “Niha dayika xwe dibim nexweşxaneyê. Dayika min bi Tirkî nizane, nikare derdê xwe bêje.
Sîstem me wisa kiriye ku em nikarin bi zimanê xwe derdê xwe bêjin.”
Nişteciha Modkanê Fatma Akşitê jî got, “Vî zemanî di destê hemû zarokan de telefon û tablet heye lewma bi Kurdî nizanin. Lê divê meriv esl û zimanê xwe ji bîr neke.”
“Dema em bi Kurdî xeber didin mamoste giliyê me dike”
Xwendekar Kadîr Kurt jî got:
“Li dibistanê dema em bi Kurdî xeber didin mamoste giliyê me li midûran dike. Miameleya zimanekî qedexe li Kurdî dikin.”
Li aliyê din hemû xebat û tabelayên Şaredariya Tetwanê bi du zimanî ne.
Her wiha şaredarî û Navenda Perwerdeya Gel a bi ser Wezareta Perwerdeyê ve kursên ziman didin.
Li gorî agahiyên berdest li navenda Bedlîs û Tetwanê 4 mamosteyên zimanê Kurdî hene. (Rûdaw)