Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto gihîşt Hewlêrê û ji Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Îtalya piştî serdana xwe ya li Bexdayê hat Hewlêrê û li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin.
Berpirsê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Şako Osman ji Rûdawê re got:
“Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê dê li gel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê li ser çaksaziyên ji bo hêzên Pêşmerge bicive û çend mijarên din jî gotûbêj bike.”
Şako Osman da zanîn ku Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê dê biçe serdana leşker û şêwirmendên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê herî dawî 2ê Gulana 2023yan hatibû Herêma Kurdistanê kiribû û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiyabû.
Îtalya endamê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ye û piştgîriya hêzên Pêşmerge dike.
Şêwirmendên Îtalyayê yên leşkerî li Herêma Kurdistanê û Îraqê Pêşmerge û leşkerên Îraqê perwerde dikin.
Rûdaw