Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Mesrûr Barzanî vexwend Şamê

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vexwend Şamê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 20ê Kanûna Paşîn a 2025an ji bo beşdariya Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê çû Swîsreyê.

Mesrûr Barzanî îro li Davosê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî re civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Mesrûr Barzanî û Eshed Hesen Şeybanî daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de rewşa giştî ya Sûriyeyê û bipêşxistina têkiliyan û guherînên dawî yên herêmê hatine nirxandin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê bi kurtî behsa rewşa nû ya li welatê xwe û hewlên rêveberiya nû ji bo vegerandina aramî û asayîşê û dabînkirina xizmetguzariyan kir.

Eshed Hesen Şeybanî amaje bi wê yekê kir ku ew Kurdan wekî xwişk û birayên xwe dibînin û Kurd pêkhateyeke girîng û resen a Sûriyeyê ne.

Şeybanî tekez kir ku mafên Kurdan dê bên parastin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê, her wiha Mesrûr vexwend Şamê û got ew hêvî dikin ku di demeke nêzîk de li Şamê hev bibînin.

Li aliyê din, Mesrûr Barzanî jî tekez kir ku parastina aştî û aramiya Sûriyeyê ji bo wan gelekî girîng e û got:

“Em amade ne ku her piştgirî û alîkariya pêwîst pêşkêşî xwişk û birayên xwe yên li Sûriyeyê bikin.”

Her du alî li ser pêwîstiya parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û di nav wan de gelê Kurd hemfikir bûn.

Di beşeke din a civînê de, hewlên Serok Mesûd Barzanî yên ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdan û parastina ewlehî û aramiya Sûriyeyê bilind hatin nirxandin.

 

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *