Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Sabit El-Ebasî ragihand, ew dibînin ku baştir e hêzên Amerîkî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bimînin, heta avakirina artêşa Sûriyê yan jî rêkeftina ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).
El-Ebasî ji televîzyona Al-Arabiya re daye xuyakirin, hêzên Iraqî ji sînorên di navbera Iraq û Sûriyê de nayên vekişandin berî ku Sûriyê bi awayekî xurt sînorên xwe biparêze.
Ebasî diyar kir ku hêzên Iraqî valahiya ewlehiyê ya îhtimala vekişîna HSD û hêzên Amerîkî li ber çavan girtine û valahiya ku li Sûriyê piştî bûyerên vê dawiyê derketiye, bihêzkirina ewlehiyê li ser sînorên bi Sûriyê re kiriye pêdiviyek.
Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê tekez kir ku kampa Holê û girtîgehên di bin kontrola HSDê de cihê metirsiyê ne ji Iraqê re û eşkere kir, heta niha ti pêwendiyek di navbera Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Berevaniya Sûriyê de nîne. (PK)