Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku li Gabara Şirnexê rojane hilberîna petrolê gihişt 75 hezar bermîlan.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar beşdarî Kongreya Rêxistina AK Partiyê ya Uşakê bû û li ser kar û xebatên lêgerîna petrolê û gaza xwezayî axivî.
Alparslan Bayraktar di axaftina xwe de amaje bi kar û xebatên dîtina petrolê ya li herêma Gabarê ya li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê kir û sala 2021ê wekî sala “serkeftina baweriyê” pênase kir.
Bayraktar diyar kir ku ew wekî Tirkiyê ji bo di warê enerjiyê de welatekî serbixwe bin kar û xebatên xwe berdewam dikin.
“Me destanek li Gabarê nivîsand”
Alparslan Bayraktar wiha got, “Me destanek li Gabarê nivîsand ku berê navê wê bi terorê dihat naskirin û kesî nikaribû biçe wê derê karekî bike.
Me gotibû li Tirkiyeyê ti cih namîne ku em neçin û kar nekin. Li Gabarê, li Şirnexê sala 2021ê, wekî hûn dizanin em li wê derê 40 sal in rûbirûyê terorê ne.
Ez bawer im hemû kesî baş fam kiriye ku çima teror taybet li wê herêmê ye.
Ji bo em li wê derê kar nekin, çavkaniyên bin erdê wekî petrolê û tiştên din nexin xizmeta aboriya welatê xwe, nexin xizmeta gelê xwe em bi terorê re mijûl kirin.
“Li Gabarê rojane 75 hezar bermîl petrol tê hilberîn”
Lê me herêm ji terorê paqij kir û dest bi lêgerîna petrolê kir. Îlona sala 2021ê keşfa herî girîng û mezin a dîroka Komara Tirkiyeyê li Gabarê çêbû.
Bi hezaran metreyan em daketin bin erdê û me petrol dît. Di demeke kurt de sipas ji Xwedê re îro em rojane 75 hezar bermîl petrol berhem tînin.”
Li aliyê din Bayrakte li ser hesabê xwe yê Xê peyameke bidîmen belav kir û got ku keşfa petrola ya herî mezin a dîroka Komara Tirkiyeyê li Gabarê pêk hat.
Rûdaw