Werzişvanê Kurd ê ji Kirmaşanê Ferşad Girdkane beşdarî pêşbaziya cîhanî ya Jiu-Jitsuyê bû û di kêşa 94 kîloyî de li Ewropayê bû yekem û xelata xwe pêşkêşî gelê Rojavayê Kurdistanê kir.
Ferşad Girdkane berê du caran beşdarî vê pêşbaziyê bûbû lê nekarîbû medalyayê bistîne lê vê carê rasterast medalyaya zêrîn wergirt ku ev jî bû sedema şaşbûna rahênerên wî jî.
Pêşbaziya salane ya Jiu-Jitsuyê ku cureyeke sporê ye ji bo xweparastinê, li Lîzbona paytexta Portugalê hat lidarxistin û ji seranserê cîhanê werzişvan beşdarî vê pêşbaziyê dibin ku salê carekê tê lidarxistin.
Ferşad Girdkane piştî serkeftina xwe di pêşbaziyê de got:
“Ez bûm şampiyonê tevahiya Ewropayê û ev jî dîrokê ye ji bo Kurdistanê û ez vê medalyayê ji aliyê gelê Rojhilatê Kurdistanê ve pêşkêşî gelê Rojavayê Kurdistanê dikim.”
Alaya Kurdistanê bilind kir
Wî di dema wergirtina xelatê de dema li ser sekoya yekem rawestiyabû, Alaya Kurdistanê bilind kir.
Ferşad Girdkane xelkê bajarê Kengawerê ye ku ser bi parêzgeha Kirmaşanê ye û pênc sal in li Belcîkayê dijî.
Wî li bajarê Kengawerê jî werzişa zoreşvaniyê kiriye.
Ev pêşbazî bi navê IBJJF tê naskirin û mezintirîn pêşbazî ye di warê sporê jiu-jitsuyê de.
Ew berê jî zêdetirî 10 caran di asta cîhanî, Ewropa û Belcîkayê de bûye şampiyon û her car di dema wergirtina xelatê de Alaya Kurdistanê bilind kiriye û xelata xwe pêşkêşî Kurd û Kurdistan û tevgera Jin Jiyan Azadiyê kiriye.
Banga alîkariyê
Ferşad Girdkane li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û daxwaza alîkariyê kir û wiha gpt:
“Wekî werzişvanekî Kurd ku gelek şanaz û sernavên vê xakê bi dest xistine, pêwîstiya min bi piştgir an jî sponserekî cidî heye ku rêya xwe ya pîşeyî berdewam bikim û şampiyoniya xwe bidomînim.
Min gelek caran ev daxwaz bi we re parve kir, hêja, lê bi şert û mercên heyî berdewamkirina wê gelekî zehmet bûye.
Ji kerema xwe eger kes û dezgehek şiyan û daxwazek heye ku piştevaniya min bike, pêşde biçe, da ku ez bi baldarî û motîvasyonek zêdetir di vê rêyê de bimeşim û rûmetên zêdetir ji bo herêma me bibînim.
Bêyî piştgirî ev rê nehevseng e û berdewamkirina vê asta şampiyoniyê dê dijwar be.
Ji kerema xwe hewl bidin ku vê peyamê bigihînin kesên ku dikarin piştgiriyê bidin we. Sipas ji were.”