Her zû piştî belavkirina peyama Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan ji bo danana çekî û hilweşandina PKKê, hejmareke welatên cîhanê pêşwaziya wê peyamê kir û wesa difikirin ku ew destpêka bidawîhatina aloziyên deverê ye.
Brîtanya pêşwaziya gaziya Ocalan ji bo danana çekî û hilweşandina PKKê dike û piştevaniya xwe jî ji bo piroseya aştiyê diyar dike.
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragehand, “Em piştevaniya pêşveçûna aştî û ewlehiyê ji bo xelkê Tirkiyeyê dikin, ku hevpeymaneke nêzîk a NATOyê û hevpareke dîrokî ya dijî terorê ye.” Tekez jî kir, “Em hemî aliyan pal didin ku tevlî piroseyeke aştiyane û avakerane bibin, ji bo gerentîkirina ewlehiyê û herwesa seqamgiriyê û rêzgirtina li serweriya qanûnê.” Amaje jî da, “Brîtanya pabendî piştevanîkirina pêngavan e, ji bo kêmkirina hevrikiyan û pêşxistina seqamgiriyê li Tirkiye û deverê bi giştî.”
Koçka Spî jî ragehand, “Peyama Ocalan giring e û em dixwazin bibe sedemeke aramker a hevpeymanên me yên Tirk.”
Berdevkê Civata Ewlehiyê ya Koçka Spî Brian Hughes amaje da, “Em peyama Ocalan ji bo çekdanana PKKê wekî pêşhateke giring dibînin.” Herwesa got, “Em hêvîdar in ew peyam aramkera hevpeymanên me yên Tirk be û alîkar be ku bal ji bo şerê DAIŞê li bakurê Sûriyeyê bê kêşan.” Eşkere jî kir, “Ew peyama Ocalan ji bo peydakirina seqamgiriyê ji bo wê devera pirî arêşe dibe alîkar.”
Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres ragehand, “Peyama Ocalan çirîska hêviyê ye û dibe sedema çarekirina arêşe û hevrikiyan.” Amaje jî da, “Peyama Ocalan pêşveçûneke giring e û em pêşwaziya wê dikin.”
Wezîrê Derve yê Almanyayê jî ragehand, “Bidawîanîna tundûtîjiyê pêngaveke giring e lê divê zêdetir pêngav ji bo wê meremê bên avêtin, herwesa mafên çandî û demokratî yên Kurdan li Tirkiyeyê bên gerentîkirin.” Amaje jî da, “Peyama Rêberê PKKê yê zindankirî Ebdila Ocalan derfeteke dîrokî ye ji bo bidawîanîna alozî û hevrikiyan.” Herwesa got, “Her tiştekê ji me bê, em ji bo piştevanîkirina piroseya aştiyê dikin.”
Şanda Îmraliyê duhî (Pêncşem, 27.02.2025) di konferanseke rojnamevanî de peyama Ocalan bi her du zimanên Kurdî û Tirkî xwand.
Serokê Şarezadariya Mezin a Wanê yê jikarderxistî Ahmet Turk peyama Ocalan xwand ku tê de hatiye, “PKK di demekê de hatibû damezrandin ku rêya demokrasiyê hatibû girtin.” Herwesa gotiye, “Divê zimanê aştî û demokrasiyê bê pêşxistin.”
Di pareke din a peyama Ocalan de hatiye, “Divê PKK çekên xwe dane û xwe hilweşîne û kongireya xwe lidar bixe.” (K24)