Li Wanê gotûbêjek dê li ser berhemên bi navê Salnama Ehmedê Xanî bê kirin.
Set ji hêla Mehmet Gültekin & Bahar û Nihat Gültekin ve hatîye amadekirin û ji 5 pirtûkan pêk tê.
Zimanê her 5 berheman jî kurdî û tirkî ye.
Di vê setê de, gelek nûçe, çalakî, gotar, nivîs, hevpeyvîn û roportajên derbarê Ehmedê Xanî de hatine berhevkirin. Berhem li Stenbolê, li çapxaneya Ceylan Matbaacilikê hatîye çapkirin.
Axêverên gotûbêjê Mehmet Gültekin û Nihat Gültekin in û moderatorîya wê Samî Çelîktaş dê bike.

Gotûbêj sibê, 20ê Tîrmehê li VANTSOyê saet 14:00an dê dest pê bike.

