Viyan Hesenê diyar kir ku li rojavayê welêt perwerde bi Kurdî ye û biland:
“Îro ji dibistanên seretayî bigire heta bi zanîngeh, akademî û enstîtuyan xwendina bi zimanî Kurdî heye.
Hemû pirtûkên dersê bi zimanên Kurdî ji bo Kurdan hene, ne tenê wekî dersa Kurdî ya bi saetan lê hemû materyalên perwerdeyê bi Kurdî ne.”
Viyan Hesenê eşkere kir ku 15 salên dawî derfet ji bo zimanê Kurdî çêbûne û got,
“Li Rojavayê Kurdistanê derfet ji bo pêşxistina zimanê Kurdî çêbûye û perwerdeyeke bi rêk û pêk hatiye avakirin.
Li hemû dibistan û zanîngehan xwendina bi zimanê Kurdî heye û pirtûkên xwendinê bi Kurdî hatine amadekirin.
Li hemû dezgehên Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî wekî zimanê fermî tê bikaranîn.”
Hevseroka SZKyê destnîşan kir ku Rojavayê Kurdistanê 40 hezar mamoste hene û ji wan 20 hezar mamosteyên Kurd in û got:
“Her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayikê dixwîne. Ev yek xeta sor a Saziya Ziman û Çanda Kurdî ye.
Perwerdeya bi zimanê dayikê mercê sereke yê dan û standinên li gel Şamê ye. Divê gelê Kurd bi zimanê xwe bixwîne.”
Viyan Hesen li Hewlêrê bû mêhvana Rûdawê û li ser gelek mijaran agahiyên berfireh dan:
Rûdaw: Hewldanên ji bo pêşketina di aliyê ziman de, di sîstema perwerdeyê û rêbazên xwendinê de yên ji aliyê saziya we ve, gihiştine kû derê?
Viyan Hesen: Eger em bêjin gihiştiye kû derê helbet divê mirov ji berê ve hinekî bîne, ji ber ku zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di hemû warên fermî de bi her awayî qedexe bû, êdî bûye zimanê jiyanê, berê jî Kurdên Rojavayê Kurdistanê li malên xwe, li gundên xwe, li kolanê bi Kurdî diaxivîn, yanî ne bi her awayî tune bû di nav Kurdên Rojavayê Kurdistanê de lê di warê fermî de Rejîma Beasê bi ti awayî rê neda zimanê Kurdî.
Di van 15 salên dawiyê de ji ber ku derfet li pêşiya zimanê Kurdî vebû, Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî bi her awayî li gorî şert û mercên di dest de ev derfet bi kar anî. Îro ji dibistanên seretayî bigire heta bi zanîngeh, akademî û enstîtuyan xwendina bi zimanî Kurdî heye. Hemû pirtûkên dersê bi zimanên Kurdî ji bo kurdan hene, ne tenê wek dersa Kurdî ya bi saetan lê hemû materyalên perwerdeyê bi Kurdî ne, wekî din jî çi ji dezgehên weşan û weşangeriyê ji dezgehên ragihandinê, dezgehên hiqûqî yanî li hemû dezgehên Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî zimanekî fermî ye û li wir hem di axaftinê de hem di nivîsînê de tê bikaranîn û li derveyî van asta ku îro Rojavayê Kurdistanê di warê zimanê Kurdî de gihayê, em dikarin bêjin êdî berê Kurdî ketiye warekî akademîk.
Hebûna Saziya Zimanê Kurdî bi xwe wekî dezgeha zimanî wek ji aliyî qanûnî ve jî wekî lêvegera zimanî ya Rêveberiya Xweser, ev bixwe wê yekê tekez dike ku êdî berê wê ketiye warê akademîk ji ber ku ev dezgeh bi awayekî akademîk siyaset û stratejiya Rêveberiya Xweser ya zimanî dibe serî.
Dezgeha rêbazan heye ji bo pirtûkan amade bike lê di warê Kurdî de Saziya Zimanê Kurdî jî bi xwe amade nake, dişopînê û têbînî û mijarên ku pêwîst e wek ziman bi cih bibin, bi nêrîna Saziya Zimanê Kurdî jî tên bicihkirin
Rûdaw: Belkî berê gelek têbînî hebûne lê serastkirin ji bo wan rêbazan hebûye çi di aliyê ziman de be yan jî di aliyê din de be, rola we di vê derbarê de çi bû û hîn jî ev serastkirin berdewam dike? Ya rêbazan?
Viyan Hesen: Wekî Saziya Zimanê Kurdî pêşî rola me ji bo ku rêbazên perwerdeyê bi pêştir bikevin û serast bibin, kêmasî û rexneyên heyî bikarin derbas bikin, gava pêşî niha me daye pêşiya xwe, amadekirina çavkaniyên zanistî ye ku ev dezgeh mufredatê amade dikin, zanîngeh akademî dibistan bikarin ji wan sûdê wergirin û li gor wan kar û xebatê xwe bi pêş bixin, ji ber neha pêwîst e di warê zimannasiyê de serastkirin çêbibê ew dezgeha ku kar bike jê re çavkaniyên Kurdî pêwîst in.
Ji ber wê wek gava pêşî amadekirina çavkaniyên akademîk e ku dezgehên me bikarin di warê Kurdî de sûdê jê bigirin, hem xwendekar, hem mamoste, hem xebatkarên qadê bi xwe bikarin bi kar bînin rola pêşî ku Saziya Zimanên Kurdî digire ew e û her bi wê re jî amadekirina xebatên rastnivîsîn, rêziman, ferhengan ji bo yekkirina zimanê nivîskî di nav dezgehên heyî de.
Rûdaw: Gavên baş di vî warî de ji bo yekkirina zimanê Kurdî hatine avêtin?
Viyan Hesen: Em nikarin bêjin ku gihiştine zimanekî stantard lê kar û xebat di vî warî de berdewam dikin. SZK vê proseyê ji sala 2019an didomîne. Di warê ferhengnasiyê de hem di warê rastnivîsiyên rêziman û termên zimanî bi giştî de xebateke hevbeş li gel hemû dezgehên perwerdeyê bi serperiştiya Saziya Zimanê Kurdî tê birêvebirin, wextê ku ew kar bi awayekî temam bû, ji xwe dê ragihandina wê jî bê kirin.
Rûdaw: Niha çend mamosteyên zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê yan jî li temamê herêma bakurrojhilatê Sûriyeyê hene?
Viyan Hesen: Bi giştî, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Rêveberiya Xweser bi rê ve dibe nêzîkî 40 hezar mamosteyî hene, ji wan 20 hezar Kurd in lê ne tenê mamosteyên zimanî Kurdî ne.
Hemû pirtûkên dersan bi Kurdî ne, di nav wan bîrkarî heye, fizîk heye, kîmya heye yanî nêzîkî 20 hezar mamosteyên Kurdî li seranserî Rojavayê Kurdistanê, ji Dêrikê heta bi Kobaniyê û berî çend mehan me digot heta Efrîn û Şehbayê dersên Kurdî hene.
Rûdaw: Te got rêbaza Kurdî, ji xwe em dizanin li dibistanên Rêveberiya Xweser, ji bilî zimanê Kurdî zimanê Erebî û bi Siryanî jî hehe, her tişt li wê derê bi van her sê ziman heye. Li Rojavayê Kurdistanê xwendekarekî Ereb bi zimanê xwe dixwîne lê fêrî Kurdî jî dibe ma ne wisa ye?
Viyan Hesen: Piştî sê salan ji pola çaran û pê ve, êdî wekî ziman hîn dibe û ji pola pênc û pê ve hî îngilîzî jî wekî ziman lê zêde dibe. Xwendekarên Kurd jî her bi wî awayî sê salên pêşî bi zimanê dayîkê dixwînin, heta pola dozdahê her bi zimanê dayîkê berdewam dikin lê ji pola çarem û pê ve êdî zimanê Erebî wekî ziman fêr dibin, ji ber ku du gelên cîran in.
Ji dervey têkiliyên xwendin û fermîbûnê, li taxeke Qamişlo Kurd û Ereb bi hev re dijîn, pêwîst e bikarin bi hev re bijîn û zimanê hev têbigihin. Ji pola çar û pê ve êdî zimanê herêmê yê cîran wekî zimanê Suryanî jî heye û êdî xwendekarî Kurd piştî pola çarem dikare hilbijêre ka Erebî bixwînê an Suryanî. Xwendekarekî Ereb jî piştî pola çarem hildibjêrê. Ji pola çarem û pê ve xwendekar zimanekê hildibijêrin. pêkhate ê cîran wek hilbijartin malbatên xwendekara hildibijêrin.
Rûdaw: Guherîn li Sûriyeyê hene û di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de dan û standin di hemû aliyan de tên kirin. Em dizanin li ser perwerdeyê jî dan û standin hene, gelo paşeroja xwendina Kurdî dê çawa be?
Viyan Hesen: Belê. Jixwe bi rastî mijarên hevdîtina ew berpirsên desteya perwerdeyê yên her du aliyan bi rê ve dibin lê xeta sor a Saziya Zimanê Kurdî perwerdeya bi zimanê dayîkê ye li Rojavayî Kurdistanê. Ji ber wê ew wekî mercekê di hemû hevdîtinan de behsa wê tê kirin. Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafeke bingehîn e û divê ew mafe bê parastin.
Jixwe keda ku bi salan hatiye dayîn ji bo gelên herêmê bikarin mafên xwe yên jiyanî yên ku mafên hemû gelan in, em Kurd jî bikarin wan bi dest bixin. Ji ber wê di vê pêvajoya hevdîtinan de bi rastî hîn, bi awayekî fermî tiştek nehatiye ragihandin ku em bêjin tam şert û mercên lihevkirinê çi ne lê perwerdeya bi zimanê dayikê şerteke bingehîn ê Birêveberiya Xweser e
Rûdaw: Tê gotin ku UNICEF dê rêbazeke xwendinê ji Sûriyeyê deyne. Hewldaneke bi vî awayî heye hûn dê ji vê yekê razî bîbin wekî Saziya Zimanê Kurdî.
Viyan: Niha, ji bo me, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê eger hebe û rêbazên xwendinê desteyên perwerdeyî yên di navbera aliyên heyî de û aliyên dîplomasî û siyasî eger li ser li hev bikin pirsgirêkek ji bo me nîne. Lê şert ew e ku gelê Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne û bikare bi zimanê xwe her awayî perwerde bibê, zarokê me bikari bi zimanê xwe mazin bibin.
Rûdaw: Tu li Zanîngeha Rojava mamosta yî û tu dersa Kirmanckî/Zazakî didî, tu çawa fêr bûyî?
Viyan: Wekî Saziya Zimanî Kurdî, me pêşî got stratejiyeke me ya ziman heye û beşek ji wê jî hînkirina zaravayê din e. Astên Zazakî li dezgehên wekî perwerde tên dayîn û mamostê me yên pispor ên beşê hene. Ez bi xwe li wir hîn bûm, her sê astên Kurdî min xwendin û paşê bi hinek kursên online û ên zanîngihe û ên derve jî heta ku gihîştim asta ku bikarim mamostetiya Zazakî bikim. Lê li Saziya Zimanê Kurdî xebatên din jî wên wekî perwerde û lêkolînan hene. Yek ji wan jî Zazakî ye.
Rûdaw: Ev çend sal in kedeke zêde tê kirin, her ji pola yekê dest pê dike û heta heta zanîngehê xwendina bi Kurdî heye. Ev keda van salên derbasbûyê ya van xwendekaran dê vale neçe?
Viyan Hesen: Eger perwerdeya bi zimanê Kurdî di hevdîtinan de mercêk be û ew merc wekî heyî biçê serî ew ked dê vala neçê. Daxwaza vê civakê, daxwaza vî gelê ew bû ku bi zimanê xwe bixwîne. Îro li Başûrê Kurdistanê xwendekar bi zimanê dayîkê dixwînin û bi wê bawernameya xwe diçin zanîngehê û ew bawername tê nasîn. Li Rojava jî hêviya me ew e ku sîstemeke bi vî awayî çêbibê û berevajî ew keda heyî vala her ew dê xurttir û bihêztir bibê.
Rûdaw Hêviya te zêde ye û tu mizgîniyê didî xelkê me?
Viyan Hesen: Hêvî dikim.
(Rûdaw)