Vê mehê 1920 malbat vegeriyane Efrînê

Şepêla Azadiya Kurdistanî ragihand ku ji destpêka vê meha heta niha hezar û 920 malbat vegeriyane Efrînê.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.

Piştî ku rejîma Esed rûxiya Tehrîr El Şamê piraniya Sûriyeyê kontrol kir û gelek koçberên Efrînê yên li Heleb, Şehba û herêmên din vegeriyan Efrînê.

Şepêla Azadiya Kurdistanî ya Ewropayê li ser vegera Koçberên Efrînê raporek belav kir.

Şepêla Azadiya da zanîn ku yekem vegera karwanê koçberên Efrînê 2yê Kanûna Pêşîn a 2024an dest pê kiriye û wê rojê 350 malbatî vegeriyane Efrînê.

Her wiha di navbera 3-6ê Kanûna Pêşîn a 2024an de jî zêdetirî 1500 malbatî vegeriya Efrînê.

Li gorî zanyariyên Şepêla Azadiyê zêdetirî 1920 malbatî ku bi qasî 10 hezar kes heta niha vegeriyane Efrînê.

Li aliyê din, Şepêla Azadiyê, YPG bi wê yekê tohmetbar dike ku nehiştiye tevahiya koçberên Efrînê vegerin bajarê xwe û got:

“Piraniya derbiderên Efrînê yên li Til Rifetê û derdorê bûn bi YPGyê re ber bi Tebqayê ve hatin koçberkirin ku otobus ji herêma Cizîrê ji wan re anîn û ew birin wir. Hejmara wan kesên derketine û venegeriyane Efrînê bêtirî 70 hezarî dike.”

Her wiha Şepêla Azadiyê diyar kir ku malbatên koçber ên kû ew birine “Tebqayê poşmam bûne. Gelek malbatan berê xwe daye Kobanî û Qamişloyê.”

Şepêla Azadiyê venegerina malbatan bi van sedeman ve girê dide:

1 – Gelek malbat bi YPGyê ve hatine girêdan, çi zarokên wan tevlî wan bibûn û çi jî di saziyên wê de kar dikirin.

2 – YPGyê tirseke mezin di dilê xelkê de çandibû û digote wan eger `hûn vegerin, dê we bikûjin. Piraniya derbiderên vegeriyabûn, şok bûbûn ji ber tiştê bi wan re çêbûbû û digotin ew êd bêne kuştin û YPGyê digote wan nabe hûn vegerin ji ber Efrîn dagirkirî ye.”

 

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *