Ursula von der Leyen: Nêrînên Nêçîrvan Barzanî gelekî girîng in

Serokê Herêma Kurdistanê li Munîhê bi Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê re civiya.

Ursula Von der Leyenê nêrînên Nêçîrvan Barzanî yên li ser rewşa Sûriye û herêmê wekî “girîng” bi nav kir.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îro dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya konferansê de bi Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyenê re rûnişt.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê de Nêçîrvan Barzanî pesnê piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Herêma Kurdistanê da.

Her wiha her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariyên Yekîtiya Ewropayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir.

Li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî nêrîn û ramanên xwe parve kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Ursula von der Leyenê nêrînên Serok Nêçîrvan Barzanî yên li ser rewşa Sûriye û herêmê bi giştî wekî girîng nirxand.

Her wiha pesnê rola Herêma Kurdistanê û qehremaniya Pêşmergeyan a di şerê li dijî DAIŞê de da û bal kişand ser girîngiya rol û beşdariya jinan a di şerê li dijî DAIŞê û terorê de.”

Di civînê de çend mijarên din ên girîng ên hevbeş jî hatin gotûbêjkirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.

Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mazûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.

MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.

Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.

Konferans di nêzîkkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *