UNITADê 45.95 GB lêkolînên tawanên DAIŞê radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, UNITADê 45.95 gigabayt lêkolîn li ser tawanên DAIŞê radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Dîndar Zêbarî îro 11ê Tîrmehê pêşwazî li Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY bo Karûbarên Yasayî Stephen Matthias, Şêwirmenda Taybetî ya Sekreterê Giştî NY Anna Pero Lopes û Serokê Tîma lêkolînan ya NY bi wekalet kir.

Di civînê de, behsa dawîn pêngavên cîbicîkirina biryara 2697 ya Encûmena Asayişa Navdewletî û pêşkêşkirina belgeyên tawanan bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin.

Zêbarî got: “Bi hevahengî ligel tîma UNITED û Komîteya Niştimanî ya Hevahengiyê ligel UNITED (NCC) ji bo cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê 2697, belge û lêkolînên ku ji aliyê tîma UNITED ve hatine arşîvkirin û ew li Ofîsên Yekgirtû yên Hewlêr û Duhokê dê radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên kirin. Prose jî îro ket warê cibicîkirinê.”

Diyar kir jî, “Belgeyên ku îro hatine radestkirin, ew agahî û keresteyên ku UNITAD ji dezgehên dadwerî û ne dadwerî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtin, beşdariya lêkolîner, pisporên yasayî, pisporên bijîşkiya dadwerî, analîst jî hene, koma daneyan digihe 45,95 GB ku li ser yek (1) dîska hişk a şîfrekirî tên parastin.”

Derbarê pêngavên bê yên ligel UNITADê de, Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Biryar e di nîvê meha Tebaxê ya sala bê de, zêdetirî (10) efserên aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bernameya parastina şahidan bên perwerdekirin.”

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *