Akademîsyen Ufuk Uras got, “Hat îspatkirin ku ji bo têkiliyên Tirkiye û herêma Kurdan, modela ku em dikarin jê re bibêjin ‘modela Barzanî’ modela herî rast e û li Sûriyeyê jî dê modeleke wiha çêbibe.”
Parlamenterê berê û akademîsyen Ufuk Uras ku pêvajoya nû ji nêzîk ve dişopîne ji Rûdawê re Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez re axivî û da zanîn ku hemû pêngav li gorî plansaziya dewlet û siyaseta Kurdan tên avêtin.
“Astengiya li pêşiya aştiyê rabû”
Ufuk Uras li ser pirsa “Niha kongreya ku dihat pêşbînîkirin pêk hat. Encam dê di rojên pêş de bên ragihandin. Lê tê gotin ku dê bibe kongreya fesihkirinê û biryar jî dê di vê derbarê de be. Hûn vê kongreyê çawa dibînin? Û piştî vê çi wezîfe dikeve ser milê dewletê?” wiha got:
“Her tişt wek ku tê pêşbînîkirin diçe, tam li wextê xwe ye. Ya rast kongreya PKKyê kongreya xweveguherînê ye. Yanê êdî ji siyaseta îllegal derbasî siyaseta legal dibe.
Bi îhtîmaleke mezin DEM Partî jî dê payîzê kongreya xwe li dar bixe.
Ev veguherîn dê bibe wesîleyeke ji bo ji nû ve şêwekirina siyasetê jî. Yanî planeke Byê li holê nîne.
Wisa xuyaye ku piştî cejnê jî dê çaçroveya yasayî wekî pakêteke were rojeva Parlamentoyê.
Yanî astengiyên li pêşiya pêkanîna aştiyê rabûn niha êdî dora rakirina astengiyên li pêşiya demokrasiyê ye.
“Kes plana kaosê tercîh nake”
Ufak Uras, li ser pirsa derbarê îhtimala sabotekirina pêvajoyê de wiha got:
“Dibe, lê şanseke wan nîne. Ez bawer nakim ku dê bi kêrî tiştekî bên.
Helbet dibe ku hin hêzên cîhanî ji pêvajoyê aciz bin lê plana kaosê ne li Rojhilata Navîn ne jî li Tirkiyeyê ne planeke ku kes tercîh bike ye
Xelkê herêmê êdî dixwaze ku jiyan asayî bibe. Pêvajoya aştiyê ya Kurdan ji vî aliyî ve gelekî bi qîmet e.
Ez her tim dibêjim û careke din jî dibêjim, derket holê ku ji bo têkiliyên Tirkiye û herêma Kurdan, `modela Barzanî` di rastiyê de modela herî rast û mafdar e.
Li Sûriyeyê jî dê modeleke wisa çêbibe û dema ku hatine vala çûye dê bi vî awayî bê telafîkirin.”
Li ser pirsa dê çi maf ji bo Kurdan were dayîn jî Uras wiha axivî:
“Meseleya sereke jixwe ew e. Meseleya wekheviya destûrî ye. Em dikarin bibêjin li gel zimanê fermî, Kurd jî dê bi serbestî mafên xwe yên çandî û ziman îfade bikin.
Jixwe hinek gav bi awayekî qismî hatibûn avêtin. Temambûna van hemûyan di eslê xwe de tê wateya avakirina komareke demokratîk û destûreke demokratîk ku em ber bi wê derê ve diçin.
Li vir dê alîkariyeke mezin a muxalefetê û bi taybetî jî muxalefeta sereke hebe. Jixwe her spasî bi spasiyê ji muxalefeta sereke ve temam dibe.
Ev yek dê bipêşveçûnên li herêmê jî bilez bike. Bi min dê karê wan kesên ku li Sûriye û Îraqê li hêviya rewşên kaotîk in jî dijwartir bike.”
“Wextê wê hatiye ku nifşên nû alayê ji me wergirin”
Ufuk Uras diyar kir ku divê ji vir û pê ve nifşên nû rolan wergirin û wiha domand:
“Êdî siyaset karê nifşên nû ye. Ji ber ku destpêka salên 90î gava me bi Yaşar Kemal re meclisa demokrasiyê ava kir, Orhan Dogan jî hebû, Orhan jî bi krîza dil çû.
Niha keça wî Ayşegul Dogan heye. Bi ya min êdî wextê wê hatiye ku nifşên nû alayê ji me wergirin.” (Rûdaw)