Dadgeha Ceza Navdewletî fermana girtina Gerasimov û Şoygu da

Dadgeha Cezayê ya Navdewletî (DCN) ji ber tawana şer û tawanên dijî mirovatiyê fermana girtina Sererkanê Artêşa Rûsyayê Valeriy Gerasimov û wezîrê berê yê berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu der kir.

DCNê bi daxuyaniyeke nivîskî fermana girtina Gerasimov û Şoygu eşkere kir.

Dadgeha Cezayê ragihand, ji ber sedema ku di şerê Ukraynayê yê ji 10ê Cotmeha 2022yan heta 9ê Adara 2023yan de, bi fermana wî tawanên şer û dijî mirovatiyê hatine kirin, biryara girtina wî hatiye dayîn.

Hate diyarkirin ku Gerasimov û Şoygu di wê demê de berpirsên êrîşên dijî sivîlan e û hincetên maqûl ên cezakirina wan hene.

Hêjayî gotinê ye, sala borî jî DCNê ji bo Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn fermana girtinê derxistibû.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *