Trump qedexeya hatina welatiyên 12 welatan bo Amerîkayê îlan kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber sedemên ewlehiya neteweyî sefera welatiyên 12 welatan bo Amerîkayê qedexe kir û herwiha ji bo welatiyên 7 welatan jî qedexeyên seferê yên qismî danî.

Qesra Spî di daxuyaniyekê de got ku lîste dikare bi demê re were nûvekirin û welatên nû dikarin li gorî “gefên li cîhanê derdikevin” lê werin zêdekirin.

Ev duyemîn qedexeya rêwîtiyê ya Trump bo hin welatan e. Qedexeya yekem di sala 2017an de, di dema yekem a serokatiya wî de, hate bicîhanîn.

Li gorî fermana rêveberiyê ya ku ji hêla Trump ve hatî îmzekirin, sefera welatiyên Afganistan, Myanmar, Çad, Komara Kongo, Gîneya Ekvatorî, Erître, Haîtî, Îran, Lîbya, Somalî, Sûdan û Yemenê bi tevahî ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê qedexe ye.

Herwiha, qedexeyên seyahetê yên qismî li ser welatiyên Burundi, Kuba, Laos, Sierra Leone, Togo, Turkmenistan û Venezuelayê hatine ferzkirin.

Rêziknameya nû dê roja Duşemê saet 00:01 bi dema herêmî bikeve meriyetê. Vê carê, ji bo rêgirtina li kaosê li balafirgehan wekî sala 2017an, pêşwext heyameke veguhêz hate dayîn.

Qesra Spî got ku qedexe “tedbîrek maqûl” e ku armanc dike ku Amerîkiyan ji “aktorên biyanî yên xeternak” biparêze.

Trump di vîdyoyekê de ku li ser platforma Truth Social parve kir, behsa êrîşa li Boulder, Colorado kir. Di êrîşeke li ser komeke ku ji bo piştgiriya rehînên Îsraîlî kom bûbûn de, 12 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku êrîşkar welatiyê Misrê bû.

Trump got ku bûyer “xetereya cidî ya ku ji hêla welatiyên biyanî yên bi awayekî nebaş hatine kontrolkirin ve tê çêkirin, ronî dike.” (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *