Trump nameyeke dan û standinê ji Xamineyî re şand

Donald Trump ragihand ku wî nameyeke dan û standina rêkeftinekê ji Elî Xamineyî re şandiye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna xwe ya bi Fox Business Networkê re de diyar kir ku wî doh nameyek ji Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî re şandiye û xwestiye bi Îranê re li ser bernameya nukleerî rêkeftinekê pêk bîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump got:

“Heger Îran dan û standinan neke, dê ji bo wan gelekî ne xweş be.

Îran nikare xwediyê çekên nukleerî be. Vebijarkên din jî hene.”

Trump meha borî diyar kiribû ku Îran nikare xwediyê çekên nukleerî be û vebijarka wî ji bo rêkeftineke nukleerî ya ku dê rê li ber mezinbûn û geşbûna Îranê veke heye.

Donald Trump tekezî li ser wê kir ku divê yekser li ser rêkeftinê dest bi xebatê were kirin û anî ziman:

“Dema ku rêkeftin were îmzekirin û temam bibe, divê em şahiyeke mezin li Rojhilata Navîn li dar bixin.

Xwedê Rojhilata Navîn biparêze.”

Trump siyaseta “zexta herî zêde ya li ser Îranê” dide destpêkirin

Trump, di merasîma îmzekirinê de li Koşka Spî biryarnameyeke serokatiyê îmze kir ku dê careke din siyaseta “zexta herî zêde ya li ser Îranê” bide destpêkirin.

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew ji vê biryara xwe ne kêfxweş e lê neçar e ku “li hemberî Îranê tund be”.

Trump ragihand ku di dema serokatiya wî de Îran ti carî nikare xwediyê çekên nukleerî be û da zanîn ku dê bibînin ka gelo rêkeftin bi Îranê re mimkun e an na lê ew dê her tiştê ku pêwîst be bike. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *